Dizgûnê Dewrêsh
Jiyan, qasê ku tevlêhev xuya dike hema bêjim ew qas jî nezanî pêrîga xwe daniye pêş çavê mirov. Gelek caran hatiye zimên jî lê axaftinên bê ser û ber yên siyasetmedar û rêvebirên welatan dibin sedemê etîkek xirab. Gotinên bê bingeh, hevokên ajîtatîf zirepoşekî li ser şexsiyeta wan bi cîh dibe û heya demekî diparêz e. Bi vî awayî xwe ji hesabdayîna wîjdanî ji bo rastiya tazî paşve didin, yanê pêsîra xwe ji vê rewşê “xilas” dikin.
Fikir û ramanên me çi dibin bila bibin, çiqas peyv û têgehên efsûnê, gotinên biruqî, hevokên mirov mest dikin têde hebin jî rojek rastiya jiyanê klasoreke ji guneh -gotinên we dirêjê we dikin me ferş dike. Eger hê piçek şerm bi me re hebe emê pê vê rastiya kur bihesên û efoya xwe bixwezin. Zanistî, ne karekî îlîzyon, ne jî karekî mukemel e. Lê derfeta herî bikontrol ya nasîn û karanîna rêbazin serkeftinê li hemberê zahmetiyên jiyanê ye. Wekî tê zanîn zanistiya îro hîna zanistiyeke zêde vulger yanê seraser e li gorî bêkêmasiya xweza yê. Ji xwe zanistî ku temenê xwe ji temenê tecrûbeyan yanê ceribandina mirov heta îro digire. Demeke pir drêj bêyî nivîs ev tecrûbe “ji mirov heta mirov”; syaseta hosta-şagirt meşiya. Piştî ku perwerdeya pîşeeyî kete rojevê hêdî hêdî şagirt ji takekesî derbasî komî bû.
Eva mijareke pir hêja be jî, mijara min ne ev e, mijar cewhera hesin e. Hesin yanê cewhera ku di jiyana me de wekî kêr / çako, firax, hacet, her cûre alavên parastin û hilbirînê ye. Eger mirov li ser vê mijarê raste rast bi kurahî bifikire dinyayeke pir pir ecêb li pêşiya mirov wê vebe. Mirov nikane xwe ji vê mezinahiya mijarê rizgar jî bike. Roja me ya îro ku hemû çav û mêjî berê xwe dane Telecommunication, IT, GPT, componentan jî, li meydanê, dakû ev hêz û fenomenên me rola xwe bileyizin dîsa hesin navgîna bingehîn e. Hemû zanistiya digital û computing dawiya dawî, dive berê xwe bide axê yanê xwezayê û li wira tiştekî hilbirîn e. Bi çi awayî ? Bikole ! Kolandin ango xêz kirin çalakiya mirov ya yekemîn e ku ji xwezayê tiştekî bi plankirî dixwaze ye. Yanê plana daxwaza mirov ji xwezayê ya yekemîn kolandin, ango xêzkirina çermê xwezayê ye. Ji bo vê jî gelek zêde sal li benda hilbirîna hesin maye û di dawî de bidest xistiye. Hesin, pêleke dîrokî ya mirovahiyê ku êdî bi vê derfetê, di jiyana xwe de guhertin hêsantir û pêkan kiriye.
Bi baweriya min hesin, pîvana dewlemendiyê ya esasiye jî. Herê aqilê me dibêje “pere” ji bîr neke û raste jî lê mebesta min hêza cizdan wêdetir li hemberê zehmetiyên jiyanê ji hacet, amûr qiymettir û fonksioneltir tiştek tune. Wekî tê zanîn pere, amûreke kirînê ye ji bo ku rola xwe rabe jê re zemînek divê; yanê bazar. Lê hacet û amûrên ku em behs dikin tenê pêdiviya rola wê bes e. Mirov îro li ser ruyê dinyayê bi xwedibûna asta vê cewherê zahmnetiyên jiyanê re dur û drêj dikane têbikoşe. Civakên xwezayî çima her diçin kêm û tune dibin? Sedema bingehîn, di reqabeta şaristaniya hesin de nikane li berxwe bide. Loma jî li hemberê vê hêzê dihele û dikeve nava vê sistemê. Armanca min ne pesindayîna şaristaniya hesin e tenê tesbîteke rasteqîniya jiyana me ye. Mirov bixwaze jî nikane xwe bide aliyekî û wekî ku tune bihesibîne. Ev tenê bibe protestoyeke xemgîn, şikestî. Teknolojiya gewr yanê mêjiyê çêkirî ( ji mekineyên hesabkarî heya robotan) tev li meydana afirandinê de heya ku bi hezin re neketine hevkarî tenê smulatorî dikin. smûlatîon, asteke pir girîng be jî encamê de hilbirînê nake, tenê nîşan dide ku “bi vî awayî dikanî hilbirînî”. Ji ber vê jî hesin, ji tenê bi du dest û mêjiyek bigirin heya hezaran component û computeran re dikane pir bi hêsanî kar bike, biafirîne, hilbirîn e.
Di dinyayê de hukmê mirov li ser vê cewherê serdestiyeke pir mezin bi xwe re aniye. Hebûna vê cewherê li ser axa we gelek grîng e lê, heger hûn nizanin û nikanin bi derfet û zanîna xwe vê cewherê hilbirînin, safî bikin, bihelînin, têxin qalibê ku hûn dixwazin. Ew ne hêz e ji bo “pişta” we. Di dinyayê de di hilbirîna hesin de profîl pir pir nêzîkê asta wî welat û civakê ye.
Sala 2023’an di dinyayê de nêzîkî 2 milyar ton hesin hatiye hilbirîn. Ji vê hilbirînê serê sedî pêncî û çar ( 54.0 %) yê Çînê ye. û piştî çînê Hindistan û pey wê re Japonya tê. Eger mirov li rêjeya nifûsa şêniyên van welatan re bipîve dibîne ku japon wekî 125 milyon kes 87,0 million ton hesin hildibirîne. Çîn bi serê xwe ji hemû welatên din yê dinyayê zêdetir hesin hildibirîne. DYE di rêza çaremîn û dewletên dagirker yên welatê me Tirkiye 7emîn, Îran 31.6 milyon ton (2023), Êraq ji hêla cewhera hesin ve serdestî Kurdistanê. Ji niha ve gelek şikayetên hesin di bin navên Kurdî de li herêmê hesin hildibirînin jî hê bandor û mezinahiya vê îndustriyê tam zelal nebûye. Di vê navberê de Çînê, destpêka vê salê de bi rêveberiya Êraqê re peymanek çêkir ku kargehekî li vê derê ava bikin û dest bi hilbirînê bike. Kurdistan di vê mijarê de wekî hewzeyeke taybet xuya dike. Şerê li hemberê PKK’ê de bêdengiya li hemberê karanîna her cûre çekên kimyewî de dîplomasiya “Lobiyên Hesin” yên cîhanî û herêmî kes paşguh neke. Pesteke êndustriya cîhaniyê li ser herêmê û qûrebaşikên herêmî jî vê ji xwe re wekî keys bikartînin. Niha li bakûr û Başûr gav bi gav herêm ji bo kargehên cewher firoş rêzikname û qanûn tên derxistin. Kî dizane belkî hemû çiyayên Kurdistanê van cinaweran ji nuha ve di nava xwe de parve kirin e. Leza wan ya tasfiyekirina gerilla di van sê salên dawî de ji hemû deman zêdetir e. Leza wan zûtir van cewherên herêmê daxînin bazara cîhanê û birîkên xwe tijî bikin. Dewleta tirk li Gabar û gelek deverên din planên neftê û galeriyên cewherên din vedike. Ev kargehên heyî tev bi komên cîhanî re entegre ne. bi hezaran çeteyên cîhadîst bi haya van koman bi bêdengî derbasê başûrê Kurdistanê dikin û li dora herêma Parastina medya bi cil û bergên artêşa tirk bi cîh dikin. Çend sal pişt re derkeve holê ku vanê ji aliyê kîjan sazû û dezgeyên cihanî ve hatine fînanse kirin kes şaş nebe.
Ma ne ew “Artêşa Hereketê” bû bi fînansa Fransa – Elmanya – Îtalya û Brîtanyayê ji îttîadiyan re meşiyan Stenbolê padîşahê Osmanî yê demê Evdilhamîd ji poste girtin ajotin Edîrne yê?
Di şûna encamê dixwazim bêjim ku şer û dijminatiya li hemberê gelê me, ne ji xisletên dûr û şîlo; ji daxwaz û hêrsa dereng mayîna ji talana sererd û binerdê Kurdistanê ye.