Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi salvegera kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî re, bayê serhildana“Jin, Jiyan, Azadî” mezin dibe, rêjîma Îranê bê çare dibe, lewra bi kuştin û darvekirina jinan xwe diparêze, lê serhildana Jîna Emînî mîna tayên porê wê bê dawî ye.
Beriya niha bi du salan ku di 16`ê Îlona 2022`an de ji aliyê polîsîn Exlaqî yê hikumeta Îranê ve, jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ji ber êşkenceyên zêde ku derbeyên giran li serê wê dabûn, birîndar bû û roja 16`ê Îlona 2022`ê piştî sê rojan li nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê jiyana xwe ji dest da. Sûcê Jîna Emînî ew bû ku tayên pora wê derketibûn derve, hişmendiya zilamtî ya ku îradeya wî li hemberî tayên porê jinê têk diçe, di bin navê Îslamiyetê de, jinê diperçiqîne û xerîzeyên xwe terbiye dikin. Sîstema Îranê ya faşîst bi van sedeman jinan di nava xwe de difetisînin û jinê ji mafê wê yê herî rewa dûr dixe.
Kurtejiyana Jîna Emînî
Jîna Emînî bi nasnavê xwe yê din Mehsa Emînî di sala 2000`an de li bajarê Seqez ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Malbata wan Kurdperwere û di nava xelkê de naskirîn e. Jîna Emînî xwendina xwe heya dîplomê li Seqizê xwend û piştre di azmonên ji bo çûyîna zanîngehê hate pejirandin û wê li bajarê Urmiyê dest bi xwendina xwe ya bilind bikira, lewra ji bo cîbicîkirina karên borukrasiyê çû Tehranê, lê li wir bi destê berpirsên komara îslamî li Tehranê hate kuştin.
Mirina Jîna Emînî
Hejmarek bijîjkan li ser bingehê nîşaneyên klînîkî ku di nav de xwînrijîna ji guh û birînên ku di bin çavan de heye ragihandin ku birînek mêjî ya Jîna Emînîyê heye. Tomografiya serê Jîna Emînîyê ku aliyê hacktivîstan ve ji komputerên nexweşxaneyê hatine derxistin, şikestinek hestî ya ser, hemorrajî û edema (perç) mejî nîşan dide.
Xwepêşandanên li dijî kuştina wê
Piştî mirina Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê ku di nav de li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Di demên destpêkê de komek ji niştecihên Tehranê li nêzîkê Nexweşxaneya Kesrayê kombûn siloganên wekê “Bimre dîktator” “Polîsên exlaqê kujer in” “Kesên ku xwîşka min kuştiye ezê wê/wî bikujim” “Em bi xwîna te sond dixwin Mehsa, dê Îran azad bibe” “Xamineyî kujer e, desthilatdariya wî betal e” û “Zexta li ser jinan ji Kurdistanê heta Tehranê” anîn ziman. Piştî mirina Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandan û meş li bajarên cuda zêdetir bûn û li seranserê Îranê belav bû.
Binçavkirina jinê binçavkirina jiyanê ye
Bi bûyera kuştina Jîna Emînî re êdî jinên Kurd û Faris bêdeng neman û daketin qadan û bû sedema gelek nerazîbûnên navxweyî û derve. Li hember jinan hemû cureyên binpêkirin, îşkence, binçavkirin û qirtilkirin hatin pêk anîn. Bi hezaran jin hatine girtin û hewildana têkbirina îradeya jinê dihat kirin û heya niha jî ev hewldan berdewamin. Lê rûxmî van êrîş û destdirêjiyan şoreşa jinan li Îranê bi silogana “Jin Jiyan Azadî” derbasî dewletên navnetewî û cîhanê bû. Jinan bi yek dengî rabûn xwepêşandanan û li hember sîstema desthilatdar dengê Doza Azadiya Jin bilind kirin. Jinên ku pêşengiya serhildanê kirin rastî kampanya girtin û biryarên ku ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hatine derxistin û li gorî nûçeyên saziyên mafên mirovan hatine weşandin, bi hezaran kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, ji destpêka sala 2023`an heta dawiya Cotmeha borî zêdetirî 350 jin hatin girtin, ev rêjeyek hindik e ji hejmara jinên hatine binçavkirin.
Rêjîma Îranê mîna Tirkiyê bi kuştinê hebûna xwe berdewam dike
Li Îranê jin di bin zext û tundiya Rêjîma Îranê de dijîn. Ji ber ku rêjîma Îranê her tiştî li gorî zagonên şerîatê dimeşîne, gelek mafên jinan ji destê wan hatiye girtin. Jin li dijî vê zext û zoriya hikûmeta Îranê ya li dijî xwe, her dem çalakî li dar xistine. Ji bo mafê xwe her dem têdikoşe. Jin li hinek cihan bi ser ketin, lê hin caran mixabin bêdeng man. Di heman demê de Rêjîma Îranê heta niha bi sedan girtiyên siyasî darve kiriye. Li girtîgehan îşkenceyên gelek giran tê jiyîn. Li aliyê din ji derveyî farîsî zimanê din nayê qebûlkirin. Ji derveyî şiî, mezhebên din nayê qebûlkirin. Rêjîma Îranê wekî Tirkiyeyê li ser esasê înkar, tepisandin, kuştin û qedexeyan hebûna xwe berdewam dike. Herwiha li Îranê ne tenê kurd tên girtin û darvekirin, ji ber Rêjîma Îranê çi hêz û kesayetek dijî rêjîmê tev digire bi cezayên herî giran rûbirû dibe.
Rêjîma Îranê rêjîma lidarvekirinê ye
Îran yek ji welatên ku herî zêde lidarvekirin lê çêdibin e. Li Îranê îdam bi darizandinên derhiqûqî pêk tên. Saziyên Civakî yên Sivîl diyar kirin ku li gorî sala 2022`yan de ji sedî 43 fikar zêde bûne û destnîşan kirin ku di sala 2015`an de 972 înfaz pêk hatibûn û ji wê salê û vir ve, sala ku herî zêde lidarvekirin çêbûye, sala 2023`yan e. Li gorî raporê di sala 2023`yan de herî kêm 471 kes ji ber sûcên tiryakê, 282 kes jî ji ber cînayetê hatin îdamkirin. Sala borî herî kêm 22 jin hatin îdamkirin, ev rêje di 10 salên dawî de bû hejmara herî mezin.
Xemlandina jinên cîhanê bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”
Diruşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di dema xwenîşandanên ku piştî mirina Jîna Emînî di Îlona 2022`an de pêk hat, zêdetir deng veda. Ev silogan di merasîma cenazeyê Jîna Emînî ya li Saqqezê de hate gotin û piştre di xwepêşandanên yekem ên piştî cenazeyê li Senandajê de hate bihîstin. Di 21`ê Îlonê de, xwendekarên Zanîngeha Tehranê qêriyan û di rojên piştî xwenîşanderan de li seranserê welêt hate qêrîn. Di 28`ê Îlonê de û di xwepêşandanên piştre de, xwendekarên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî û Xizmetên Tenduristiyê ya Şîrazê, li gel versiyoneke nû ya bi vî rengî dirûşma “Jin, jiyan, azadî; Mirov, welat, dewlemendî.” kirin. Piştî ku xwepêşandanên Îranê li bajarên din ên cîhanê belav bûn, li bajarên cuda mîtîngên hevgirtinê hatin lidarxistin û xwepêşanderan dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li gel sloganên din bikar anîn. Serhildan û diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” îro li giştî cîhanê hatiye gerandin û jinên cîhanê xwe pê dixemilînin, herwiha li hemberî her rêjîmekê û desthilatdarekî wê ev serhildan berdewam be û serhiladana Jîna Emînî mîna tayên porê wê bê dawî ye.