Rojnameya Ronahî

Payîz

Dizgûnê Dewrêsh

“Payîze ew dema çû

Ber zivistan derd giran bû

Çendîn bûhar wê derbas bûn

Çendîn havîn wê derbaz bû

Agirê dilê min derman nebû”

Hozan Serhad

Her guhdariya vê stranê dikim rewşa me ji nûve tê berçavên min û hîs dikim ku zêde wiha nekoke. Ji vê rewşa “ducanî” wê zarokek çêbe. Di gel hemû lec, pevçûn û êrîşan payîza bindestiya me û têkoşîna li hemberê vê rewşê ya “buhar” yanê jîn ê wê ser bikeve. Belê ji bo xelasbûna ji vê rewşa nedîyar, êşek  giran li pêşiya me ye. Piştî vê êşê carek din em bibînin ku me gaveke nû avêtiye, pêşketineke din li ser vê rêya meşa drêj û dîrokî bi destve hatiye û em derketine asteke bilindtir.

Ev payîz û zivistan roleke wiha re dibe kû bin  “dem”. Êrîşên dagirkerên Kurdistanê û hişmendiya li pişt wan hesabên xwe çawe kirine nezelal be jî amadekariyên wan ji liv û tevgerên civakî ya li hemberê Gelê me her kêlî zelaltir dibe. Di hemû welatên dagirkeriya Kurdistanê dikin de ji zilm û keyfiyeta dewletên xwe re pejirandineke genî, qefçil; herî kêm bi awayê “bêdeng” mayînê destek dikin tê dîtin.

Civaka li pey Şamê şûnde ku dagir kirina dewleta tirk, Afrîn, Serêkanî û Girê Spî heya îro dijayetiyeke min bîhîstiye nîşan nedane. Civaka Îranê li dijî Darvekirinên hema heroj yên ciwanê Kurd hewldanek nîşan ( Azerî  û Ecemên ku rêveberiya siyasî di nav xwe de dabeş kirineke hindirîn re haşbûne) nedane. Di nava civaka Tirk de rewş li ber “Krîstallnacht”  ê ye. Ji ber ku êrîşkarî ne tenê di mijar û herêmên siyasî re sîndordar maye. Bi şêrgît kirina dewleta tirk li her qad û keysê de êrîşên li ser gelê me bê navber û her roj zêde dibin.

Qedexekirina govenda me di dema herî xerab ya komarê de jî rûneda, lê îro ew bûye sedemê girtineke rûtîn. Dewleta tirk dihizire ku çi ji Kurdan re dibe semboleke nasnameyî ji dest re êrîşê wir dike. Civaka xwe bi vî awayî fêrî êrîşên muhtemel dike. Ji xwe bi helwesta dildarane êrîşên li ser axa Kurdistanê di rojeva medîayê de qet cih nagire. Behsa şer, bi zanebûn eşkerekirina cendekên leşkeran ku dewlet dixwaze civakê hindek din kok bike didin. Kuştin û kiryarên li Afrîn, Şehba, Serêkanî û Girê Spî jî qet cîh nagire.

Li ser Medya dîgîtal her kes, behsa “troll ”an dike lê ez li dijî vê me. Trol hewce nakin ew gotin û derbirînên ku tên kirin yên wê civakê bixwe ne. Kes xwe nexapîne, asta nîjadperestiya tirk bi serê xwe neyê dîtin ya ku ev derxistiye holê “wekî xwebûn” e. Kî û kengê li xwe, li xwebûna xwe xwedî derket ew otomatîk dibe dijmin û hedefa dewleta tirk. Ji ber ku Komara tirk di vê sedsala jiyana xwe de gel û nasnameyên din tasfiye kirin, niha dor hatiye me. Di nava vê sedsalê de civakek nîjadperest ava kir. Bi taybetî di van 15 salên dawî de li sera va kirina vê nasnamê gelekî kar kirin.

Bêcezamayîn a bersûcên êrîşên nîjadperestî, piştgirî û derfet dayîna herî mezin e. Dewleta tirk eva kiribû, kir, dike û wê bike jî. Dewlet dabeş dike beşekî bi hêzên fermî dide kirin -wekî girtin, lêdana li kolanan, işkenceyên li avahiyên van hêzan, dayîna ber dozê, cezakirina bi heps û peran, şewitandina înfazan, deste ser kirina mal û milkên siyasetmedar, pêşeng û sembolên civakê, têkoşer û neraziyên li hemberê kiryarên kolonyalîstî yê bo talan û wêran kirina xwezaya Kurdistanê. Destdanîna ser pere û derfetên ji bo şaredariyên Kurdistanê hwd.

Beşekê dide burokrasiya xwe li Kurdistanê û deverên Kurd lê zêde ne. Bi rêya dek û dolabên ji valahiyên yasayî, zanîna valahiyên teknîkî û kodên veşartî yên dewletê, talaneke “qanûnî ” pêk tînin. Mal, erdingarî, xanî desteser kirin, xistina bindestê xwe û firotin, bûye rêbazekê ji rêzê.

Beşekê jî diavêje ber destê mafyaya xwe ku revandin, işkence, fidye, destdanîna li ser pere, mal – milkê gelê me. Revandina zarokan, lêdan û işkenceyên li kolanan, sorkirina civakî li hemberê axaftina bi zimanê Kurdî, heqaretkirina li kolanan, xerac û sepandinên din.

Beşeke wan “torosên spî, jeepên reş” re dihêle. Tev bê ceza yanê ji cezayê hatine xilas kirin. Lewma ji derveyî bajarê Bûrsayê otobusên Kurdan rastê karên nelirê tên, loma pirtûkfiroşên li Kirşehîrê tên şewiyandin, loma li Alanya û manavgatê kargehên esnafên Kurd didin ber agir, loma li bexçeyên findiq û çandiniyê de ku karê wan xilas bû hem êrîş dikin dikujin û birîndar dikin û hem jî bi destê polîs û leşker wana ji bajarên xwe derdixin ku filitîna ji mirinê re şikir bikin. Karkerên demsalî yê çandiniyê ku diçin bajarê tirkan û karkerên avahîsaziyên ku her demsal mecbûrên ku berê xwe didin wan deran.

Heya niha tu ceza û sepandineke li ser êrîşkaran nehatiye bîhîstin. Ji ber vê siyaset û stratejiya domdar ya dewletê ye ku li Enqerê ji ber straneke Kurdî ku li cihekî qet polîtîka nabe rojev tê kuştin, li navça başarê Adapazarî, HENDEK’ê bav û kur ji ber axaftina Kurdî rastê êrîşa çekdarî tên û bav hate kuştin . Li bajarê Tirkiyê Stenbolê taxa Çaglayanê, ji ber axaftina Kurdî ciwan di kabîna telefûnê de didin ber kêran, li Antayayê  malbateke ji başûrê Kurdistanê kete bin lîncê, heman tişt li Trabzonê rû da. Li bajarê tirkiyê Konyayê Malbata Dedeogullarî bi tevî hate tune kirin. Li bajarê tirkiyê Mêrsînê êrîşê malbatek ji Başûrê Kurdistanê hatibû kirin ji mirinê filitîn. Herî dawî li stenbolê Hakîm Luqman  ê Dihokî bi kêran hate kuştin. Evana bûyerên ji rêzê û ferdî nînin; berovajî guhertineke sosyolojîk ya di civaka tirkde ye. Her ku Kurd şîlotiya li ser nasnama xwe bi zelalkirinê bê wate dihêlin bi çavgirtina komara tirk, êrîşên sîvîl li ser me zêdetir dibin û wê bibin jî. Nijadperestiya entellektuelî ya tirk vê atmosferê rewa, normal û wekî reflekseke piçûk mînîmalîze dike. Hema li hemû bajarên tirkan Kurd bi rengekî sîstematîk rastî êrîşan tên. Ji ber cih namîne û ev bûyer hemû nayên nivîsandin.

Ji bo encamê: Payîzek û zivistanek dijwar; lê derfetek mezin ya azadiyê li pêşiya me heye. Kes bê hêvî nebe û kes nekeve derdê xwe. Derdê xwe ji derdê civaka xwe cûda neke. Yan wê em bi hevre rizgar bibin, yan jî emê bi hevre nemînin. Lê yên ku di dema herî qels ya me de bi ser neketine îro wê qet bi ser nekevin. Azadî, berê her tiştî jêre famkirineke tam dixwaze. Gelên ku azadî bi dest xistine pêşî tam ango çêja wê di mejiyê xwe de bi cîh kirine. Heya ev nebe azadî wê neyê pêkanîn û her kes ta  ku azad bibe tam çi jê fam dike zelal bike, wê demê peywir tam û rast were bicîh anîn.