Ayşa Silêman/ Qamişlo
Têkoşera kurd Sakîna Cansis ji pêvajoya yekemîn heya şehadeta xwe her tim bû pêşenga Tevgera Azadiya jinê. Ji bo wê Rêber Apo roleke wisa dide wê û dibêje, “Têkoşîna Sakîna têkoşîna Tevgera Azadiya jinê ye”. Herwiha hemû jinan şehîd Sakîne Sara ji bo xwe pêşeng dîtin û li ser şopa wê gavên gelek berbiçav avêtin.
Rêber Apo wisa dibêje: “Heqîqet li cihê ku hatiye windakirin, wê bê dîtin.” Yanî heqîqet li ku derê hatibe windakirin, pêwîste mirov li wir bigere û li wir bibîne. Ew jî di ku derê de ye? Di kokê de ye. Ji bo wê jî Rêber Apo gelek caran behsa vegera li cewher dike. Nexwe yekbûna bi heqîqetê re girîng e, ji ber ku têkoşîna jinê têkoşîna heqîqetê ye, têkoşîna xwe gihandina heqîqetê ye. Bi heqîqetê re yekbûn xwe gihandina cewherê xwe ye, cewherê xwe naskirin e, her wiha xwe bi heqîqetê re kirine yek e. Ji bo wê jî bêguman dema em li rastiya jinê bigerin, pêwîste em di kokê de lê bigerin. Em li ku derê li koka dîroka jinê bigerin? Kok di civaka xwezayî de bû, li wir şîn bû û heya roja me ya îro hat. Her çendî jinê di wê demê de nasname û hebûna xwe winda kiribe û tiştên cuda li ser hatibin ferizkirin jî, bi zihniyeteke cuda xwe gihandibe heya roja îro, bi her mudaxeleyê re rû bi rû mabe jî, lê jin îro bi navê azadiyê derketiye rê û pêwîste em vê jî wekî nirxekî pîroz bibînin.
Jinê bi saya fikrê Rêber Apo xwe naskir
Gava em li dîrokê binêrin wê du alî werin dîtin, yek jê ev feraseta dîrokê wek xeteke pêşketinê ya dozê esas digire dest, ji bo vê yekê pêş xistina statuya jinê ya ku hatî kolekirin, hatî xistin wekî herikîneke xwezayî ya gerdûnê be, xwestine di hafiza jinê de bi cih bikin. Herwiha dema em li civaka xwezayî vegerin, di hundirê wê de şoreşa neolîtîkê ya pêş ketî heye. Jin di wir de hakim bû, di civakê de desthilatdarî nebû, wekhevî hebû, mirovan azad jiyan dikirin. Ji xwe piştî wê jin hat xistin, civak bû kole, hinek jî xwediyê koleyan bûn û civak dimeşandin. Ev feraset di mêjiyê jinê de dan rûniştin, jin dan windakirin, êdî wê nikarî bû vê rastiyê biguherê. Lê belê Rêber Apo bi riya fikir û felsefeya xwe karî rê bide nîşan ji bo jinan da ku carek din li cewherê xwe bigerin û kesayeta xwe nas bikin. Her wiha têkoşîna jinê bi taybetî di Kobanê de gihîşt astekê, di Şengalê de jî bala hemû dunyayê kişand. Bi taybetî têkoşîna ku jinê li hemberî DAÎŞ’ê da meşandin, girîng e. Çima? Ji ber ku her kes DAÎŞ’ê nas dike, di dunyayê de wehşîyeta wan tê zanîn û di roja me ya îro de kî li hemberî wan li ber xwe dide, ev rastî hat dîtin. Esas di wir de rizgariya xwe dîtin. Her çiqasî çirûskek biçûk be jî, ronahiyek dîtin û baldarî nîşan dan.
Ji bo jinê tişta herî zêde girîng, biryara têkoşînê dayînê ye. Pirsgirêk ne tenê koletiya ku zilam li ser feriz kir û zext kir; tiştê ku jinê bi xwe di mejiyê xwe de ava kiriye heye, esas koletî di wir de kûr e. Jinê ew wekî rastiyekê qebûl kiriye. Ji xwe heger em jî wisa nêzîkî dîrokê bibin û wan ferasetan esas bigirin, em ê jî bibêjin civaka koledar çêbû, jin bin ket, ev êdî qederek e, ev herikîneke dîrokê ye, ango ev wekî mecbûriyetekê ye. Rêber Apo jî ew xist nîqaşê û got: “Ma gelo ev mecbûriyetek bû?” Yanî destpêkê civaka xwezayî, civaka neolîtîk dema têrê nekir, ma mecbûr bû ku civaka koledariyê derkeve yan jî pergala koledariyê xwe li ser wê ava bike? Encama ku em dûvre gihîştinê çi bû? Esas ev mecbûrî nebû. Hêzên ku wê demê têkoşîn dikirin ku bi ser biketan, belkî dîrok wisa nemeşiya. Ji bo wê jî divê jin dîrokê wekî xeteke pêşketinê ya dozê negirin dest.
Dengê jinê bilind bû û rengê xwe da derdorê
Piştî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di sala 1979’an de derbasî Rojava bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Abdullah Ocalan ku di nava 20 salan de bi her awayî bandor li qada Rojava kir, tovên rêxistiniya jinê ji xaka Rojava li tevahiya Kurdistanê reşand. Li gorî rastiya civakî û rastiya jinê, ji bo rêxistiniya jinê rê nîşan da.
Têkoşîna jinê di salên 1990’î de bi pêş ve çû
Qonaxên pêşketinê yên têkoşîna jinê; karên rêxistiniya jinê yên li herêmê di salên 1990’î de hîn bêhtir bi pêş ket. Jinên li Rojava êdî rêyeke azadiyê ji xwe re dîtibûn ku pirsgirêkên xwe hêdî hêdî çareser bikin. Hatina Rêber Apo ya li Rojava esasê vê yekê bû. Ji ber ku Rêber Apo girîngiyeke mezin da jinê. Dilsoziya bi fikrên Rêber Apo bû sedem ku ev têkoşîn hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Jinan hingî dest bi tevlîbûna li karên siyasî, civakî, abûrî û hwd kirin. Dema berê tiştek bi vî rengî tune bû. Jin li malê bûn, mafê wê nedidanê ku tu karan bikê. Pêvajoya hatina Rêber Apo bandor ne tenê li qadekê, li her qadê kir ku jin bi pêş ve biçin. Bi karên salên 1990’î re jinê xwe nas kir. Hêza ku di dîrokê de hate windakirin û desthilatdariyê dest danî ser, ji nû ve hatibû bidestxistin. Bi vî rengî jin derketin pêş. Di meş, serhildan, civînan û di ragihandina şehîdan de ji gelek aliyan ve deng û rengê jinê li pêş bû. Nîşan da ku kare wê hêza veşartî hêdî hêdî derxîne holê.
Jinan hêz ji Rêber Apo wergirtin
Rêber Apo li Rojava karên gelekî girîng meşand. Ev karê serkeftî heta vê demê jî berdewam dike. Heta niha gelek gav jî hatin avêtin, jinan cihê xwe li nava qadên siyasî, leşkerî û hwd. girtin û hîn jî cih digirin. Fikir û ramanên Rêber Apo pir girîngin ji bo jinê û wek xeta serkeftinê ji xwe re dibînin. Jinan karî hêza xwe ji Rêber Apo wergirin û rêxistiniya xwe mezin kirin û xwe gihandin vê astê. Di vê çarçoveyê de li Rojava kar hate meşandin. Piştre jî kar hate berfirehkirin û gihîşt hemû beşên civakê. Bi vî rengî di mijara çareseriya pirsgirêkan de pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt çêbû. Ji ber vê jî Rêber Apo hîmê bingehîn ê kar li Rojava danî. Piştre jî jinan rêxistiniya xwe li Rojava ragihandin. Bi saya fikrên Rêber Apo û karên tevgera jinê yên li herêmê, jinên li Rojava karîbûn gavên hîn mezintir û girîngtir biavêjin.