Sînan Cûdî
Sala xwendina perwerdehîya sala 2024-2025ê destpêkir. Bi hezaran dibistanên Bakur û Rojhilatê sûrî de milyonekî xwendekar û bi deh hezaran mamosta ji bo hûnandina pêşeroja me dest bi meşekî dirêj û tijî hêvî dikin. Ji niha ve ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim, hêvî dikim dê îsal bi ruhekî azad û şert û mercên hesantir de karê fêrbûnê bimeşînin.
Her dibistanekî me ku bi navê şehîdekî hatiye xemilandin de zarok û malbatên şehîdan ji bo hêvî, armanc û bawerîya wan pakrewanên dilsoz kevirên bingehîn a welatê me datînin. Ew welatê ku bi sedan sal in ziman û çanda wê hatiye qedexe kirin bi vê keda pîroz ji nû ve radibe li ser lingan.
Lewma her zarokekî me ne tenê ji bo jîyanekî şexsî û pêşerojekî xwe, lê belê ji bo hemû welat û ji bo hemû mirovên vî welatî dê îsal kedê bidine. Her roj em şehîdan didin. Zarokên welatê me ji bo avakirina neteweya demokratîk, ji serê çîyayan heta deştan bi fedakarîyekî mezin dikin. Ji bo hesankirina karên pêşerojê, ji bo ewlêkirina karên fêrbûnê can û xwîna xwe dikin feda.
Dijminên vê axê bi kuştin û dagirkirinê dixwaze me ji vê xebatê paş ve bide. Lê heta niha nikaribûn hêvî û bawerîya me bişkîne. Ew çiqas israr dike ku em bê hêvî bikevin, gelên me bi biryariyekî zêdetir û xurttir xwedî li hêvîyê derdikevin. Di her merasîm û çalakîyekî de vê israr û biryardarîyê nîşanî her kesî dikin.
Bêguman zorî û zehmetîyên me dê zêde bin. Ji rewşa şer, êrîşên dagirkerîyê, rastîya şerê cihanê ya sêyemîn dibe ku zehmetîyên nû bînin ji me re. Lê tecrûbeya me ya 12 salên derbasbûyî jî rewş bi heman rengî bû. Lewma bi ya min wê ev zêde bandorê neke.
Bêguman dibistanên me wekê em dixwazin û bendewar in dibê ku ne amade bin. Gelek nebesîyên dibistanên me hebin. Ji binesazîya dibistanan bigre heta peydakirina amûr û alavên fêrbûnê dibe ku kêmasî hebin. Lê bi ya min ev jî zêde bandorê li me nake.
Bêguman em xwe bi derdorên xwe re qiyas dikin û dibêjin li gorî fîlankesî yan fîlan welatî rewşa me ya perwerdehîyê ne baş e. Mîzanîyekî tê veqetandin an piştgirî ji karê perwerdehîyê re zêde ne baş e, lewma em wekê dixwazin pêş nakevin û hwd. Lê bi ya min ev jî ne bandorekî wiha mezin e.
Bêguman rewşa mamostayên me hîn di niqaşê de ye. Dibêjin û niqaş dikin ku ne di wê astê de ne ku karê perwerdehîyê baştir bimeşînin. Lê bawerkin ev jî bandorekî wiha mezin li me nake.
Gelo ma çi? Ger yek ji van jî bandorekî neyinî nebe ya neyinî çi ye?
Bi ya min astengîya herî mezin a di pêşîyê perwerdehîyê di welatekî de bawerîya ji hev û dîroka xwe ye, ji ziman û çanda xwe ye.
Ger em bi dilsozî û bi bawerî xwedî li erk û berpirsiyarîyên xwe yên rojane derkevin, dikarin van kêmasîyên heyî derbas bikin. Karê dibistan û perwerdehîyê ne tenê giredayî desteyên perwerdehîyê ne. Ne tenê malbat û xwendekar berpirs in. Ango her tişt bi keda mamosta û teknîka pêşketî xilas nabe.
Bi sedan sal bû ku me dixwast bi zimanê xwe yê şêrîn perwerdehîyê bibînin. Sal û rojên destpêka şoreşê ji dema polên fêrkirina zimanê kurdî vebû em tev şa bûn û bi dilekî germ û eşqeke mezin dest bi karê perwerdehîyê kir. Bawer bikin ku ew roj hîn berdewam in. Em di nava şerekî bêeman de ne û dijminên me ji çar alîyan ve êrîşê me dikin. Ger em dixwazin van êrîşan têk bibin tenê rêyek me heye ew jî xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin e.
Bêguman dor were derbaskirina van kêmasîyan jî. Bes bi ya min serkeftinên heta niha hatiye bi destxistin têrê dike ku em bi hêvî bin ji pêşerojê. Em li ser erêniyên heyî bifikirin baştir e. Xwendekarekî bi van fikran mezin bibe yan mamostayekî me bi tenê li gorî dilê me be bes e. Em hemû ked û xebatên xwe ji bo wan bikin da ku wekê tovekî li erdê tê çandin, piştî bi salan bibin darekî fêkîyê mezin.