Ayşa Silêman/ Qamişlo
Zêdeyî 13 sala ye Sûriyê di nav alozî û rewşeke zehmet de jiyan dike, endama Desteya Hevserokatiya MSD’ê Daliya Henan diyar kir ev alozî gelek tiştên neyînî û bi êş bi xwe re da avakirin, li ser vê bingehê MSD’ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek kar û xebatan dide meşandin, da ku guhertinê di hemû aliyan de çêke û dawî li aloziyê bîne û got, “Armanca me ew ku Sûriyeke nenavendî û piralî bidin avakirin.”
Di derbarê kar û xebatên MSD’ê di hundirê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê de û aloziya ku Sûriyê têre derbas dibe, endama Desteya Hevserokatiya MSD’ê Daliya Henan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di çarçoveya diyaloka Sûrî-Sûrî de kar û xebatên MSD’ê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û li derve di çi astê de ye?
Îro roj tê xuyanîkirin ku ji sedî 35 ji xaka Sûriyê di bin destê dewleta Tirk de ye. Ev yek jî kuştin, koçberî, werankirin û talankirin bi xwe re anî, di heman demê de di encama dagirkirinê guhertinên demografîk çêbûn. Herwiha niştecihên bingehîn ji warê xwe derketin û kesên cûda şûna wan girtin. Bi riya vê yekê tê xuyakirin ku civak ji civakbûna xwe dûr dikeve û tevlîhevî çêdibe, herkes dizane ev tiştên ku çêdibin li dijî zagonên navdewletî ne. Wek tê dîtin jî herêmên ku di bin saya hikumeta Şamê de ne jî, di rewşeke gelek zehmet de jiyan dikin, him di milê aborî û him jî di milê xizmetguzarî de, bi taybet jin rastî pirsgirêkan tên. Ev yek bandor li civakê kir û hat dîtin ku bi sedema vî şerî, jinê bedelên gelek giran da û hîn jî dide. Herwiha li ser civakê jî di milê ewlekariyê de zexteke gelek mezin tê kirin, civak nikare xwe bilivîne û nikare îrade û nêrîna xwe pêşkêş bike. Heta partiyên siyasî yên ku baweriya wan bi demokrasiyê jî heye nikarin tev bigerin, ji ber ku hikumeta Şamê zexteke gelek mezin li wan dike. Di heman demê de ev yek li ber çavaye ku çawa girtin, lêdan, talan û mal û milkên civakê desteser dikin, ev hemû zextê li ser civakê çêdike ku gel ji xaka xwe bireve û kesên nexwediyê vê axê werin li wan deran bicih bibin. Lê îro roj tê dîtin li herêma ku Rêveberiya Xweser wan bi rêve dibe têde civak bi tevahî wekî hemû pêkhate, ol, netew û zimanê, hemû bi hev re xwe bi rêve dibin. Ew bi xwe jî rêveberiya welat û civaka xwe jî dikin, ev yek dîmenekî gelekî cûda nîşan dide ku civak gihiştiye wê astê ku ew bixwe pirojeyên xwe ji bo çareseriyê pêşkêş bikin.
Herwiha Rêveberiya Xweser jî gelek insiyatîfên xwe pêkêş kirin, ji bo hikumeta Şamê da ku diyalokekî sûrî-sûrî bide çêkirin, lê hertim wek em dibînin ku ji aliyê wan ve tu bersiv nînin. Ji ber ku hîn ew zihniyeta netew perest li cem wan li pêşe û pir rengiya civakê qebûl nake. Ev zihniyet bi xwe re gelek tiştên xirab dide avakirin, civaka Sûrî parçe dibe, herwiha nav li Rêveberiya Xweser dikin ku cihîxwaze û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji Sûriyê qutkiriye. Ev tewanbariyeke ji derveyî rastiyê ye û gelek xetere, ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo giştî Sûrî dixebite û kar û xebatên xwe bi rêve dibe. Di heman demê de hemû pirojeyên wê jî ji bo rewşa giştî ye. Lê hikumeta Şamê hertim ji bo vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û hertim astengiya derdixe. Li ser vî esasî, em wek MSD’ê kar û xebatên me herî zêde di vî alî de ne, ji bo guhertineke siyasî, çareseriyeke Sûrî û dawîanîna li aloziya Sûriyê, dawîbûna êş û azarên sûriya, çi li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi ji derveyî welat jî. Daxwaza me ew e ku ev piroje berfireh bibe û bigihe herkesî û bikaribin bi hev re rê û rêbazên çareseriyê bibînin, heya ku em bikaribin rê li ber alozî û êşa gel bigrin, divê hemû Sûrî li ser maseyekî bicivin. Lê di xetên stûr de em wek Sûrî tên cem hev, yek jê yekîtiya ax û sînorên Sûriyê, dawî li dagirkeriyê anîn, koçberên ji derve vegerin cih û warên xwe, zagona 2254 pêk anîn ev hemû bingehê çareseriyê ne û bi riya van rê û rêbazan em ê bighin bingehê çareseriya siyasî ji bo siberojê da ku em karibin Sûriyeke nenavendî û pirrengî bidin avakirin. Li ser vî esasî em jî wek MSD’ê di vî alî de herî zêde kar û xebatên xwe didin meşandin û gelek hewildanên xwe dikin ku em bêtir bigihên aliyên siyasî û kesayetên serbixwe, çi hundirê Sûrî de çi jî jiderveyî wê be. Em çiqasî karibin tenê gelên Sûriyê werin cem hev û pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin ji derveyê bercewendiyên derdorê, em ê bêtir bikaribin rê li ber vê kirîza ku Sûriyê têde jiyan dike bigrin.
Ji berî niha insiyatîfeke MSD’ê hebû ji bo danûstandinê sûrî-sûrî heta niha encamên ku hatine bidest xistin çi ne?
Ev insiyatîf gaveke erênî bû, em dibînin ku qebûlkirin ji bo vê insiyatîfê heye, gelek mirov hene baweriya wan bi demokrasiyê û guhertinê heye, her wiha tê dîtin ku komkirin tê çêkirin li derdora vê pirojeyê. Heya niha jî em dibînin gelek mirovên serbixwe xwedî li vê derdikevin, hîn jî kar û xebat berdewamin di vî alî de û ev hemû wek gavên destpêkê ne ji bo avakirina kongirekr bi hêz û kesayetên demokratîk. Ev demeke dirêje kar û xebat ji bo vê kongirê tê çêkirin û MSD’ê endamê komîta amadekar a vê kongirê ye û di vî alî de gelek kar û xebatên berfireh hatine meşandin û wê di demeke nêz de ev kongir wê were li darxistin. Hêviya me ew e ku ev kongir bibe çareseriya pirsgirêka Sûriyê. Ji ber vê yekê gelek girînge ku civak bixwe bikaribe biryara xwe bide û ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û hêza xwe nîşan bibe. Ji ber ku herkesê ku derbasî xaka Sûrî dibe di bin navê alîkariya wê de, lê tenê ji bo berjeweniyên xwe tên. Her wiha tê dîtin ku çawa di Sûrî de doz hemû hatine kilît kirin û bi zehmetî xebat birêve diçin. Ji ber vê yekê gelê Sûrî bedêlên gelek giran dan û pêwîste xwe berpirsiyar bibîne û bîr û baweriyên wan bi guhertin û veguhertinê hebe, divê em gav bavêjin û werin gel hev û bighin çareseriyekî.
Hikumeta Şamê ji bo danûstandinên sûrî-sûrî re çi bi Rêveberiya Xweser re çi bi MSD’ê re be jî, hertim xwe şûnde daye yan jî nêzîk nebûye hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ev zihniyeta deshilatdar û paşverû zû bi zû qebûl nake ku xwe bide guhertin, ev dewletên netew perest bi salane ku hatine avakirin li ser qirkirina îradeya gelan, zû bi zû qebûl nake ku tevlî pirojeyeke demokrartîk û guhetineke siyasî bibe ku têde hemû gelên herêmê cih digre. Heya ku bikaribe li ser desthilatdariya xwe bimîne û bikaribe temenê vê zihniyeta xwe ya netew perest dirêjtir bike, nexema waye ku civak çi jiyan dike û bi çi zehmetiyan re derbas dibe. Herwiha mînaka berbiçav dema dagirkerî çêbû tu daxuyanî ji milê hikumeta Şamê ve nehat dayîn, berûvajî vê yekê ji ber ku Rêveberiya Xweser ew bixwe xwe birêve dibe, rojane hikumeta Şamê daxuyaniya dide ku Rêveberiya Xweser cihîxwaze. Berûvajî vê yekê têdîtin ku çawa ev herêm bizarokê vê civakê hatiye parastin û wek Sûrî em bi xwe xwebirêve dibin. Newek herêmên Izaz,Cerabilos û Bab ku çawa dewleta Tirk wan birêve dibe û hikumeta Şamê tu daxuyaniya li hember vê yekê nade û tu helwestan nîşan nade. Di heman demê de tê dîtin ku carek din pirojek tê pêşinyar kirin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker werin gel hev. Herkes dizane ku ev hevdîtina ku wê çêbibe wê li ser milê gelê Sûrî be û wê tucarî nekeve xizmeta gel de.
Herkes dizane ku bavê rûhanî yê DAIŞ’ê dewleta Tirke, ku di hemû aliyan de destek da DAIŞ’ û komên çeteyan yên ku xaka Sûriyê dagirkirine û heta niha jî alîkariyê dide wan, çawa hikumeta Şamê dikare destê xwe bike destê desthilatdarekî ku xwîna hemwelatiyên wê rijandiye, axa wê dagirkiriye, civaka wê kocber kiriye. Berûvajî vê yekê ku îro pirojeyeke demoqratîk heye dikeve xizmeta civak û axa welat de red dike. Ev hevdîtinên ku wê bi dewleta tirk re çêbibin nakeve xizmeta gelê Sûriyê berûvajî wê, wê bikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a ku dixwaze mîsaqa milî nûjen bike û pêk bîne li ser erdê. Dixwazin gel vegerînin salên 2011’an dema ku Şoreş li vir nebû û Rêveberiya Xweser hîn nehatibû avakirin. Lê herkes dizane ku wê ev yek newê qebûl kirin, him ji aliyê me ve ku gelek destkeftiyên mezin me bidest xistine û wê gel qebûl neke ku van destkeftiyan bibin bixe. Him jî tê dîtin ku li Rojavayî Firatê çawa ku rojana meş û çalakî tên li darxistin ku nêzîkatiyên dewleta Tirik û hikumeta Şamê qebûlnakin. Hêviya me ew e ku em bikarinin bixwe birînên xwe derman bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji van tevlîheviyên heyî yên li ser axa û civakê xilasbibin û bidawî bibin.