Cîger Dilşad
Heger em bêjin ku; “Şoreşa Kurdistan’ê bi pêşengtîya Rêber APO wekî şoreşa vejînkirin û afrandina wêjeya civakî pêşket”, wê ne şaş be. Her çiqas alîyê têkoşîna leşkerî derketî pêş jî, lê rastî ew e ku, ji ber mercên Kurdistan’ê û tunehesbandina ji binî ve ya Kurdan, Rêber APO di serî bi têkoşîna birdozî hewl da ku, toz û xûbara li ser rastîya Kurdan rake û hebûna Kurdan wekî gel di serî de bi Kurdan pişt re jî bi neyarên Kurdan bide pejirandin. Bê guman ev, ne karekî hêsan e. Hêj çavên xwe venekirine, hêj kom tam nehatî serhev, bi êrîşên şovenîstan û rêxistinên ku bûbûn dûvik ji MALBATA BERZANÎ re rû bi rû ma. Bi kurtasî xwe di nav şerkî pir dijwar de dît. Destpêkirina şer ne ku şer çêtir dît û hema xwest şer bike. Şer li ser Rêbertî û Tevgera Azadîyê hate ferz kirin.
Li welatên din yên mîna Rusya ji berîya şoreşê wêjeyeke wan ya niviskî xurt hebû. Mixabin li Kurdistan’ê romaneke ku kesayeta netewî, welatparêz derxîne holê, dahûrandina civakê dike tune bû. Ji lewra Rêber APO pêşîya pêşîn kesayet dahûrand. Kerekterê/a ku wê şoreşa Kurdistan’ê bigihîne serkeftinê afirand û rastîyên civakî ji nûh ve derxistin holê. Ji lewra jî bi dehan şoreş di nava şoreşa Kurdistan’ê de hatin çekirin û têne jîyan kirin.
Bi taybetî jî şoreşa Jinê, ku dayîka hemû şoreşan e, reng, şêwe û cewherê wêjeya şoreşa Kurdistan’ê jî dîyar dike û wêjeya Kurdistan’ê heger ne li gorî felsefa Jineolojî yê be, negengaze ku ji civakê re bibe bersiv û rista xwe bilîze.
Ji ber ku şoreşên bi birdozîya sosyalîzma ku dewletxwaz,bi tenê wekî şoreşên rizgarkirina ji bin hûkmê desthilatdarekî bûn, wêjeya wan jî ji ya heyî nebûrî û di encamê de gava em li rewşa jinê ya piştî şoreşê binêrin, em dibînin ku di wêjeyê de hema weke xwe maye. Ji lewra heger wêjeya Kurdistan’ê ne li gorî Jineolojîyê be, bi ilm û fesefa Rêbertî yê ya; “asta azadbûna jinê asata azadbûna civakê dîyar dike”, nehatibe strandin, nikare di nava wêjeya cîhanê de ji xwe re cîhekî veqetîne. Wê nikaribe ji rewşa heyî ya heşfandî xelas bibe.
Bêguman ji demekê ve ye di nava gerîla û xebatkarên şoreşê de hewldaneke mezin ji bo birqandina nirxên derketine holê di roman, helbest, destan, şano, çêrok û mûzîkê de,hene. Lê mixabin ji ber ku bi dehan cih têkoşînê dikin û timî di nava şer de ne, derfeta ku rûnin û demekê ji nivisandinê re veqetînin, nabînin.
Halbûkî berhemên derketine di serî de nirxên gel in, û divê rewşenbîr û nivîskarin Kurd vî karî bikin. Heger îro nirxên şoreşê nebiriqîn in berhemên xwe, wê kengê bibiriqîn in?
“Dema ku te civak ji hunerê qut kir, tê wateya ku te ji nasname û rih jî qut kiriye. Ya li paş dimîne jî koma tilxeya (moloz) ye.” ( Rêber APO). Ji bo ku em careke din nekevin rewşa tilxeyê,(berîya şoreşê, em wekî civaka Kurd di wê rewşê de bûn),divê em destên xwe lez bigirin û rojeke zûtir nirxên şoreşê bibiriqînin berhemên wêjeyî.
Gava em roman, helbest, destan û çîrokên klasîk bînin ber çavên xwe, em ê bibînin ku, piranîya wan di pêvajoya serûbin bûna civakan de hatine nivisandin û rasterast êş, jan û hêvîyên civakê bi siberojê tînin ziman. Her wiha pir kêm nivîskar dewlemend û jîyaneke rihet û ziktêr jîyan e. gelekên wan ji ber tunebûnê, nikarîne nanê xwe peyda bikin, an jî bi zorê debara xwe kirin e. Jixwe wêjevanekî çav berdan pereyan ew dibe her tişt lê nabe wêjevan. Halbûkî derfetên îro şoreş pêşkêş dike qet û qet ne hindik in û pir zêdene. Bi tenê li benda wêjevanên ji gelê xwe hez dikin û bi rastî jî welatparêz in.