Argêş Gewda/Qamişlo
Hunermend û pêşkeşvanê bernameyên hûnerî Cemal Tirêj bibîrxist ku beriya Tevgera Azadiyê xwe rêxistin bike li Rojavayê Kurdistanê hunera bi kurdî qedexe bû û gel bi tirseke mezin bi zimanê xwe axivî.
Derbarê pêşketina çand û hunera Kurdi ya resen û pêşketina hunera şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê de hunermend û pêşkeşvanê bernameyên hunerî Cemal Tirêj ji rojnameya me re axivî.
‘Stran û hunera kevin bi saya Rêber Apo hat parastin’
Hunermend û pêşkêşvan Cemal Tîrêj da diyar kirin ku beriya Tevgera Azadiyê bê damezirandin, çand û hunera Kurdî ber bi qirkirinê ve diçû û wisa destpê axivtina xwe kir: “Bi sala ne, çand û hunera Kurdî ya resen ji aliyê gel ve tê parastin. Stran û çîrokên berê piranî ser evîn û eşqê û ser kesayatên axa û mîran dihatin sitrandin. Çîrokên efsûnî yên wekî, Mem û Zînê, Xecê û Siyabend, Derwêş û Edûlê hwd. Çîrokên wisa jî dihatin gotin. Em dikarin bêjin stranên ser welatparêzî, şoreşgerî nexasim çanda Kurdî bide xuyakirin nedihate gotin. Çanda Kurdî berê lawaz bû, ji ber Rojavayê Kurdistanê di bin desthilatiya rejîma Bees de bû. Gel nedikarî bi rehetî gel zarokên xwe bi zimanê dayika xwe baxive. Serdema 2’emîn jî ji ber ku netewîbuyinek tine bû. Demekê şûndatir hunermendê ku bikarin çanda Kurdî bidomînin jî derketin holê. Wek Mihemed Arifê Cizrewî, Hesen Cizrewî hwd. Destpêkirina şoreşên Kurdistanî de carna hin hunermendan li ser pêşengen serhildana stran çêdikirin. Li ser kesayatên weke Şêx Seîd, Simko Şikakî yên ku mohra xwe li ser şoreşên Kurdistanê danabûn dihate çêkirin û gotin. Lê ev jî di asteke lawaz de diman. Ev stran ne digehiştin di asteke netewî de. Em jî wekî kesayet wê çand û hunerê mezin bûn. Heya ku 15’ê Tebaxa 1984’an de ya fîşeka yêkemîn ji aliyê fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) ve hat teqandin. Vê vejînê bandora xwe li her çar beşên Kurdistanê kir. Bû sedem ku çand û hunera kurdî de ji pêşketinek mezin çê bibe. Wê bandorîyek mezin li ser hunera kurdî ji ava kir. Di salên 1989 û1990’î de strana yekemîn Ji aliyê Koma Berxwedan ya bi navê Botan hat çêkirin. Wê demê em matmayi man. Di wan deman de Tevgera Azadiyê xwe Rojavayê Kurdistanê nû rexistin dikir. Dijmin ji bona gel derdorê xeleka azadiyê kom nebe, propagandaya dijber dihat kirin. Berê tirs û xofek mezin hemberî çand û hunera kurdî dihat jiyan kirin. Di sala 1980 û 1981’an de li Rojavayê Kurdistanê de komên stranan hatin avakirin. Koma yekemîn ya ku li Rojavayê Kurdistanê dihate damezirandin bi navê Koma Şoreş bû. Di 1990’î de bi şêwazeki fermi me, Newroz li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û pêşkeşvan jî Seydayê Tîrêj bû. Ev hunera resen ya kurdî bi saya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hat parastin.”
‘Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêngavên mezin di aliyê çand û hunerê de hat avêtin’
Cemal Tirêj wiha berdewam kir: “Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyê çand û huner de pêngavên mezin hatin avêtin. Ne tênê Rojavayê Kurdistanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bandor kir. Lê dîsa ji kêmanî hene. Ne li gorî asta çandê ku Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan daye xuyakirin. Ev pêşketinên di aliyê çand û hunerê de tevahî Kurdistanê ji bandor kir. Ev çand û hunera resen bi hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirt bin sîwana xwe. Ez wek rexne jî, ji bona hem pişeyên xwe yên hunermend, pêşkêşvan û hemû xebatkaran dikim ku di asta teng de nemînin bikarin xebatên xwe pêş bixin û xebatên xwe de tevlîbûnan bidin kirin.”
‘Ruxmê hemû astengiyan em ê xebatan pêş bixin’
Cemal Tirêj da xuyakirin ku asta çand û hunera kurdî pêwîste bê pêşxistin, ji bona zarok û ciwanên Kurd bi çanda xwe mezin bin û wiha domand: “Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatên berbiçav dimeşin. Astengî wek hemû xebatan de heyî li wê xebatê de ji xwe dide pêş. Lê ger em astengiya nedin berçav em nikarin kar û xebatê xwe yê şoreşê de pêşketine ava bikin. Derfetên me pir hene. Navendên me yên çand û hunerê komale û saziyên me ji hene. Dibe em di van derfetan baş bikar bînin. Jibona zarok û ciwanên me, keç û xortên me bikarin çanda xwe mezin bibin. Em bikarin di civaka me de hunermend û gelê me yê ku hunerê we mijûl dibe, em peyda bikin û wana tevlî bikin. Derfetên me yên ragihandinê ji pir bûne yên ku hezbikin çand û hunerê pêş bixin dikarin bernameyên cûr be cûr pêşkeş bikin. Ev şoreş û Tevgerê derfet afirandiye ji bona em xwe di her alide pêş bixin. Hunermendên kevnar yên weke Tehsin Taha, Mihemed Şêxo hwd, niha jiyan bikirina dê pêşketinên pir cûda hatiban dest xistin. Em ji wek şopinerên wan em rêya van bi şopînin kar û xebatê çandê berfireh bikin.”
‘Pêwîste hunermend xwedî li civakê derbikevin’
Cemal Tirêj axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Apo jibona huner û hunermendan wiha pênase dike ‘Hunermend exlaqê civakê ye.’ Ev me dide diyar kirin ku hunermendê huner pêş bixe, heman demê de exlaqê ji pêş dixe. Xwedî derketina hunera çanda resen nûjen kirine. Civaka me civake kê şoreşê ye. Her malbate kê şoreşê re berdel daye û tevlîbûnên xebata hene. Welatiyên ku niha li axa Rojavayê Kurdistanê de mane û welatê xwe ne terikandine şervanên şoreşê ne. Bangawaziya min ji bona Hunermendên Kurdistanê tevahî xwedî nirxan derbikevin. Bila hunermend ne bije ti kes me guhdar nake, beruvaji ger te xwe da guhdarkirin tu dibe pêşengê civake. Hunermend ger li gor nirxên civakê berhem dan avakirin dê ev qasî bên guhdar kirin jî. Gelek hunermend hene ji heya roja îro jî bêdengin. Em li van ji daxwaz dikin ku tevlî xebatên şoreşê bibin û piştgrî bidin gelê xwe.”