Leyla Weşûkanî
Em pir qala 1 Îlonê û Aştiya Cîhanî dikin, lê mixabin em di nava şerekî bê sînor û dijwar dene. Gava ku em li welatekî yan jî li her cihekî vê Cîhanê lêkolîn bikin yan jî temaşe bikin, em ê pir bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, ji ber ku wê, welatek yan jî cihek wiha, peyda nebe, bi rastî avakirina- aştiyeke cîhanî weke perçekirina perçikên atomê ye, di serdemên berê de- aşitî pir hesan bû lê niha jî ewqasî zor û zehmete. Mirovên berê pir xwezayî bûn û ji ferzkirina raya xwe bi komê di hizirîn, lê mirovên dema niha yên desthilatdar her tiştî li gorî xwe bi rêk û pêk dikin û di nava çend xûlekan de dikarin bi kişandina nefesekê re bi sedan mirovan, tune bikin û mûyê canê wan jî na lebitin. Piştî hemû komkujiyan û xerabiyan li hev rûdinên û qala Roja Cîhanê Ya Aşitiyê dikin, di serdema şerê cîhanê yê duyem de şerekî pir tund û dijwar hate kirin û bi mîlyonan mirov bûn qûrbanî. Şerê cîhanê yê duyem wiha bû: Hitlerê Nazî yê Alman xwest ku desthilatdariya xwe li ser hemû cîhanê ferz bike û weke dewlet û irqê xwe yê nazî û arî bide diyarkirin ku pîroze û li ser hemû netewan re ye(Etnîk- Etnisîta Arî), lê dewletên desthilatdar rewşeke wiha qebûl nekirin û bertekên xwe tund raberî wan kirin. Wan dewletan rewşa Hitler dane qûrtandin û bertekên xwe hema raber kirin, ew dewletên wek Îngilîstan, Feransa, Rûsya û hin dewletên din, yê wek wan, hemûyan hêza xwe kirin yek û bi wê kerbê berê xwe dan, Elmanya Hitlerî. Hitlerê faşîst yê ku bi xezebeke bê rehim de bi ser gelê Yahudî de çû, vê carê li himberî xwe dewletên hevgirtî dîtin û li himberî xezeba wan li berxwe ne da binket û xwe da paş. Lê di encam de û bi sedema hişmendiya xwe ya tewanbar, gelê Elman tarû mar kir û wendahiyê xwe gihaşte mîlyonek mirov. Weke ku tê zanîn di encamê wan şeran de û bi wenda kirina mîlyonek mirov de roja 1 Îlonê bû roja- aşitiya Cîhanî. Naxwe gerek em ji vê rojê re bêjin roja şerê Cîhanê yê duyem, ji ber ku di vê rojê de şer, kuştin û talan kirin hatiye pêkanîn. Bi rastî ji destpêka serdema bavik salarî û heyanî roja me ya niha jî, di Cîhanê de gelek şer hatine kirin û bi milyaran mirov, hatine kuştin û bûne qûrbana wan şeran. Li ser şerê serdemên berê wiha nirxandin hene; Şerê serdemên berê yên hovane û ji wan serdeman re hatiye gotin ku dema tarîkî û şerê ku bi tîr û kevana û şûran û hatiye gotin ku ji serê mirovan keleh dane çêkirin. Lê biqasî ku min li ser wan şeran lêkolîn kiriye û encamê ku min derxistiye holê ku şerên berê, hîn zêdetir xwedî exlaqekî mirovî bûne û wijdanê wan her li pêş bûye. Bi rastî dema ku em li şerê serdema niha temaşe dikin, em di bînin ku ji exlaq û wijdan mehrûmin û hovitiyeke pir tund li holê ye, ji vê serdemê re têye gotin serdema şaristaniyê( Medeniyetê)lê bi rastî ti medeniyet bi wan hovan re tune ye û weke robotan lê hatine. Pergala şaristaniyê ya ku teknolojya pêşxistiye û li ser serê civakê hakîm kiriye ku, roja ne bi sedan mirov bê sebeb têne kuştin yan jî jiyana xwe ji dest didin. Di navbera her dû serdeman de, tixûbekî pir fireh û dirêj heye û şerê heyî yê bi navê şaristaniyê şerekî dirindeye û exlaq û wijdan têde peyda jî na be. Pergala sermayedar bi teknîka xwe ya pêşketî bi hezaran mirovan bi bêhna fêkiyekî tune dike, dema ku pergala serdest xwe bi zagonan diparêze û xwedî dike, hemû zagonên xwe wiha ne; Ji bo ku civakê bê parastin bi hêlin ku ew jî çawa civakê ji exlaq û wijdanê dûr bixin û vîna wan têxin destê xwe, piştî ku civak bê- exlaq û wijdan bê par ma, serdestkirina pergalê ji civakê re hesan dibe. Pergala sermayedar ya bê wijdan û exlaq bi navê heq û huquqê civak girtiye nava qefeseke hesinî û bi cezayan di xwazî serê wan bi tewîne û bike kerî. Pergala sermayedar beriya her tiştî êrîşê xwe bir ser civaka xwezayî û exlaq û wijdanê wê kire hedef û armanca xwe. Civaka xwezayî hate talankirin û berê gundiyan dan bajarên dirinde ji bo ku wan bi hilînin û bikin robot û kolên hemdemî. Tişta ku em li vir bi zanibin ewe ku civaka mirovahiyê di nava xeteriyeke mezin deye, şerê heyî pir bi tehlîkeye û kes di derdê civakê û aşitiyê de nîne, her dewletek di derdê navend kirina xwe de ye. Civaka ku di rewşeke pir xerab de jiyan dike wê rewşa wê çawa bibe, civak bi xwe jî di nava hewildana xwe xelas kirinê de ye û li çareseriyê di gere. Ez pirs dikim gelo wê civak çawa ji serdestiya 5 hezar salî xelas bibe?Ez niha bi hemû serbilindî û gurur dikarim bi bêjim ku ji mirovahiyê re ronahiyek di nava tariyê de teyisiye û roj bi roj berfireh bûye û giyan daye civaka- azadî xwaz. Ew roja ku ronahiya xwe da ye her deverê(Rêberê Rêberan, Rêber Abdûlah Ocala ne)yê ku 50 salin ji bo xelasî û azadiya civaka mirovahiyê tekoşîn dike û îro jî bûye qasidê Cîhana tijî Demokrasî û Aşitî. Aşitiya ku ji beriya 5 hezar salî de hatiye wenda kirin, serdestan xwestin ku bi şerê li dijî Hitlerê nazîyê Elman re roja aşitiya Cîhanî îlan bikin ku ew jî dereweke pir mezine û dixwazin ku civakê pê bixapînin. Şerê koma 6 dewletên dirin de yê sala 1945’an de, yê li hemberî Hitler îlan kirin, ez li vir pirs dikim gelo Hitler tenê faşî bûye?Hişmendiya dewlet netew ya ku di şoreşa Firansa de, hate destpêkirin bû vîrusa bingehîn ya dewlet netew. Her çiqasî Hitler bi rengekî veşartî hate kuştin jî lê gelek Hitler hene ku yek ji wan jî, Receb Teyip Erdoga ne. Rêber Apo di vê mijarê de wiha gotiye, bi hevgirtin û yekitiya gelan wê serkeftin bê bidestxistin û vîna gelan ya azad wê Cîhanê tijî aşîtî bike. Me di çîroka jiyana, Rêber Apo de dît ku çawa di zarokatiya xwe de xwedî lêgerîn û xeyalên azad û aşitiya ne bûye, li ser wan xeyalan tekoşîna xwe jî daye destpê kirin û ji bo ku xeyalên xwe jiyanî bike 24 katjimêran xebitiye û ji bo civakeke wekhev, yekgirtî û azadane hemû jiyan û temenê xwe xerc kir. Tekoşîna Rêberê gelê kurd ya 50 salî ji bo wekheviya di nav bera jin û zilam de bûye û bi pêşengtiya jinê xwestiye civakê ji rewşa koletiyê rizgar bike. Ji heft saliya xwe de Rêber APO, her li pey azadî û aşitiyê bûye û di oxira wan de her tişt feda kir, bi fikr û ramanên xwe yên azad tekoşîneke bê hedan raber kir. Ji tekoşîna Rêberê gelê kurd re her kes şahîdiyê dike, Rêbertî tekoşîna xwe Cîhanî kir, lê bi sedema wê tekoşîna xwe di girava Îmraliyê de heta niha dîl girtî ye û di bin tecrîda giran kirî de ye. Pergala şaristaniya navendî ya Ewropa Rêber Apo da girtin û ev teqeze, hişmendiya desthilatdar ya pergala sermayedar xwest ku fikr û ramanê Rêber Apo di girava Îmralî de hepis bike, ji bo ku li herem û Cîhanê belav ne be. Pergala desthilatdar ji fikr û zanebûna Rêber APO di tirsin û ji ber tirsa xwe wiha nêz di bin û di xwazin ku pêşiya zanist û felsefa Rêbertî bigirin. Lê wan xebera xwe tune bûye ku ji zûve hizrên, Rêber Apo Cîhanî bûye û nema di karin pêşî lê bigrin. Ew bê minetin û çi di xwazin bera bikin lê nikarin pêşiya fikr û ramanên azad yên Rêbertî bi girin û teqeze wê hewildanên wan vala der kevin. Bi rastî hêza ku îro bi tenê serê xwe li himberî pergala sermayedar hildaye û meydanê di xwîne hêza wêrek ya Rêber APO ye ku bi siyaset û felsefa xwe dost û dijmin li xwe matmayî hiştine. Tişta ku em li vir balê bi kişînin ser jî ewe ku, Rêber APO, ne bi tenê ye û hemû civak û mirovahî mil bi mil tekoşîn destpê kiriye û ji bo azadiya Rêber APO hemû li ser piya ne û em jî milîtan û şagirtên Rêber Apo ne tekoşîneke bê sekin destpê kiriye. Dijminê mirovahiyê çi dike bila bike bê minete, hedef û armancê, Rêber Apo jî ew bû ku paradîgma xwe Cîhanî bike û çavê mirovahiyê li ser heqîqetê veke û pêşiya wan ronahî bike. Hedef û armancên pîroz hatin pêkanîn û berxwedan li her deverê hatiye li darxistin û îlhama xwe ji berxwedana Rêber APO ya li Girava Îmraliyê digire. Gelê kurd û dostên xwe yên demokratîkxwaz li her deverê li ser piya ne û hêviya wan ewe ku hedefên xwe yên mezin pêkbînin ku ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye û teqez emê bi gihêjin hedef û armancên xwe. Ez salvegera 1 îlonê ya roja- aştiya Cîhanî careke din li Rêber Abdulah Ocalan pîroz dikim û di bêjim ku aşitî bi keda Rêber Apo were pêkanîn. Ez vê rojê li hemû mirovahiya demokrat û azadî xwaz pîroz dikim. Ev roja bi wate li hemû gelên Rojhilata navîn û bi taybet li gelê Kurdistanê pîroz dikim. Ez vê rojê li hemû heval û hogirên xwe yê li hemû qadên xebatê û bi taybet jî hevalên ku niha di sengeran de li hemberî, dijminê mirovahiyê yê faşîst, şer dikin, wan ji dil û can pîroz dikin. Em jî îro li Rojava yê welat tekoşîn dikin û di xwazin ku layiqî keda Rêberê Apo derbikevin