Qencî baş e.
Her roj qencî û başiyek kirin girîng e.
Çima?
Ji ber ku giredan û îcabîyet û hestê civakbûnê teşwiq dike. Kenegî, gotinekî nazik ango destê alîkariyê dirêjkirin dikare roja yekî/ê ronî bike. Ji wan re dibêje “ez te dibînim”, “nirx didim te”. Ev keliyên xweşî û nirx dayînê wekê pêlan di nava mirovên din de jî belav dibe û civakê bi awayekî komî radike.
Wekî hûnermendekî hesas û bi xweşbinî nêzî jîyanê bûn, bêguman heskirinekî mezin di dil de dixwaze. Heskirinê her tiştî û kesî ne karê her kesî ye. Bi taybet cihanê ku bi tijî reşbinî û ezezitî de bi hêza dil û heskirinê têkoşan ne karekî hesan e.
Îca cihanê ku te tim sucdar dike û ji bo tûnekirinê te tim li pêy te be, sedemên heskirinê peydakirin de zehmetî dikşîne mirov. Ji xwe tu jin be ev zehmetî bi dehan qet zêdetir dibe.
Her kelî û roja Gula me bi van pênaseyên jorîn ve eleqedar bû.
Nazik bû, berpirs bû, hûnermendekî jiyana azad bû; her bi xweşbinî û wêrekîyê dijî.
Ne tenê ev bûn bêguman.
Kedkarekî ragihandina azad û rêhevala bi hezaran şoreşgeran bû. Bi fikir û bawerîyê xwe di sazkirina çanda azadîya gelan de xwedî parekî mezin bû.
Di êrîşekî dewletê dagirker a tirk 23yê tebaxê gihiştî şehadete. Findê wê di bêdawîtî de şewq dide êdî. Bedewbûna wê êdî bêdawî ye. Ger wekê Gulê erênî binirxînin, ev çûyin dibê sedemê hebûn û hatinên nûtir û xurttir.
Bi gelek awayan dikarin behsa Gulê bikin û emê hîn gelek jî bikin. Di nava şopdar û kedkarên ragihandina azad de rola ku Gulê listîyê wê bibê mijarên dersan. Ji bo her hevalekî me yê ragihandina azad de kar dike kesayeta Gulê bibê mînak û em her bixwazin Gulê di nava xebat û têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Wek Gul bûn, wek Gulê bûn. Bi ya min navê dersên me jî divê bi vî sernavî be.
Rêber Apo nezarîya Gul ji bo danasîna fikra parastina cewherî pêşxistibû. Her zindîyê heyî ji bo xwe ji êrîşên derve biparêze divê nîzamekî xwe ya parastinê saz bike. Û strîyên gul jî wekê vî sîstemê parastinê bi nav dikir. Ji xwe dema sala 1999’an de pêşnîyar kir ku gerîla ji bakurê kurdistanê paş ve bikişe bi vê navê roj/cejnekî jî pêşnîyar kiribû. Lewma 2yê tebaxê wekê “roja gul” hat îlan kirin.
Çima wilo bû? Me êdî paradigma guhartiba û di vê guhartinê de yek jê rola herî girîng diket li ser feraset û pratîka parastinê. Lewma me Parastina Rewa wekê rêbazê têkoşîna paradigmayê nû hilbijart. Yanî nezarîya Gul û parastina rewa bi hevûdu re ev pêşeroja ku di nav de ne ji me re afirand.
Me dev ji arteş û nîzamên zilam û dewletan berda û nîzamekî parastinê ya ku rengê jinê di nav de xurttir e ava kir.
Gulistana me jî di nava vê pêşketinê de, wekê nezarîya gul û bi vî sîstema parastinê nû mezin bû. Lewma her roj û kelî bi xweşikî û nazenîniya ruhê xwe tevlî bû. Jîyan xweşik kir Gulê. Wek gul bêhnek xweş da dor. Çawa ku bi dîtina gulekî û bêhnkirinek gul roja me xweş dibû, bi Gula me her roj û kelîyê me xweşiktir û manetir dibû.
Wek seydayê cegerxwîn gotî, em ji xew dirabûn û me gulfiroşek didît. Me Gulê didît. Û em gelek şa dibûn. Gul bi dil didî.
Gotinê min têre nake ji bo Gula me. Dê bila seyda berdewam bike li ser navê me jî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû; Nebûme bawer, gul bi dil bidî, gul bi dil bidî
Bazar me kir go “Ser bi ser nadim; Ê gulperest bî, can û dil didî, can û dil didî”