Roj Mehmûd/ Qamişlo
Rojnemevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku li gorî zagonên navneteweyî hedefgirtina rojnemevanan sûcekî şere û wiha gotin: “Bêdengiya saziyên navneteweyî li hmberî hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji rojnemevanan re tê wateya hevkariya wan di van sûcan de.”
Di 23`tebaxa 2024`an de, di ecama bombebarana balafirên bê mirov ya dewlata Tirk li dijî wesayîta rojnemevanên çapemaniya Azad li navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî Silêmaniyê du rojamevên jin yên endamên çapemaniya Azad yên bi navê Gulîstan Tara û Hêro Beha-Aldîn şehîd bûn.
Di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Rojnemevanan, rojnemevana Radiyoya Xabûrê Mizgîn Hesen û Rêvebera Radiyoya Star FM Lîlav Hesen ji rojnameya me re axivîn.
Hedefgirtina jinên rojnamevan
Mizgîn esenH di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di 23`Tebaxa 2024`an de du rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin hedefgirtin û şehîd bûn. Ev êrişa dewleta Tirk li dijî rojnemevanên jin li Başûrê Kurdistanê bi rasthatina êrişa ku li ser karmendên JIN TV ya beriya salekê, pêk hat. Hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta dagirker ve tê kirin, armanc jê rastî bê veşartin û heqîqet di tariyê de bimîne. Li Başûrê Kurdistanê him hedefgirtina rojnamevanan him girtina rojnamevan Silêman Ehmed ku ev nêzî 350 rojan di girtîgehên PDK’ê de ye û cezayê 3 salan girtîgeh lê hat birîn. Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirka a dagirker ve ji her kesî re eşkere bûye. Dagirkeriya Tirk li ser xaka Başûr bi 10’an baregeh avakirine. Rojane dagirkerî êrişî Herêmên Parastina Mediya dike, gundan wêran dike û sivîlan şehîd dixe. Dema ku Rojnemevan hewil didin van sûcên dagirkeriyê derxin, dibin armanca dewleta Tirk a dagirker. Herwiha dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê rojnamevanan dikin hedef, lê çiqas dagirkeriya Tirk hewil bide deng û rengê rastiyê veşêre, em ê wekî rojnamevan doza ku şehîdên me dane meşandin dewam bikin. Lê pirsa ku dikeve mejiyê mirov çima heta niha saziyên parastina mafê rojnemevanan bêdeng in. Ji despêka şoreşa Rojava û heta niha bi 10`rojnamevanên me şehîd bûne. Li Başûrê Kurdistanê gelek rojnamevan tên hedefgirtin û şehîd xistin, him tên girtin lê heya niha ti saziyeke navdewletî nerazîbûna xwe nîşan nedaye.”
Êrîşên li ser rojnamevanêpn jin
Lîlav Hesen jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî rojnemevanan wiha got: “Ev ne cara yekem ku li Başûrê Kurdistanê bûyerek bi vî rengê çêdibe, beriya demekê bû ku careke din hevalên me li şengalê hatin hedefgirtin, hevalekî me yê rojnamevan gihaşt asta şehadetê, di 23’ê Tebaxa 2024`an de du rojnamevanên jin hatin hedefgirtina ji aliyê balafirê bê mirov em sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin. Bêdemgiya hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên PDK’ê derfetê dide wan ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk bînin. Dewleta Tirk derfet ji xwer dîtiye ku li dijî rojnamevanan van êrîşên xerab pêk bîne, dema ku dewleta Tirk van êrîşan pêk tîne ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre van êrîşa pêk tîne.Li gorî zagonên parastina mafê mirovan û parastina rojnemevanan hedefgirtina rojnemevanan sûcekî dimirovî ye, nabe ku tu kes tevgera rojnemevanan asteng bike. Lê saziyên navnetewî saziyên mafê mirovan bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşan, bi taybet ji bo rojnamevanên kurd li Kurdistanê, rojnamevan rojane di nav êrîşan dene, pêwîste Hikûmeta îraqê û Başûrê Kurdistanê ji vê bênengiya xwe derkevin, ji ber ku îro êrîş li ser xaka wan pêk tên xaka Başûrê Kurdistan û Îraqê tê dagirkirin, em vê yekê qebûl nakin wê dewleta Tirk naghêje armanca xwe û dengê rastî û heqîqtê tu carî qut nabe.