Leyla Weşûkanî
Di van kêliyan de çiyayê Zagrosa bilind û bedewe , hate bîra min û ez van hastên xwe yên bêrî kirinê, wiha bi lênûsa xwe re pareve dikim û di bêjim: Çiyayê pîroz û bi nav û deng xweza ku ez, niha di nava rêze zinarên tede wek xezalekê bi bezyama û min çirvîtik vedaba. Xweska ew rojên berê vegeryaban û ez li ser serê, Govendê û Çarçêla bi bezyama û paşî çûbama, Gerdiya û girê Ronahî û min ji hevalan re qala wan rojên berê kiriba. Ey Zagros ez xwe hazir dikim ku, careke din vegerim ware te yê şêrîn lê qet ez nikarim, wan hevalên wê demê vegerînim û ev jî, ciyê xembariya min e. Em gerîla bi bîranînên şehîdan û rojên, zor û zehmet re jiyan dikin û heger ku ew nebana, teqez em ê jî nebana: Ew rojên dîrokî me li ser piyan digirin û hêz didin me.
Di van kêliyên ku ez vê nivîsê di nivisînim de, bîranînek ji salên berê hate bîra min û ez ê parve- bikim: Ev bîranîna min di sala 1997 an de li Zagrosê û bi taybet jî, li derûdora qada Avaşînê çêbûye û bandora xwe, ya hestiyarî gelekî li ser min hêlaye û ev bîranîna min jî li, ser hevalên gerîla yên, gaziye û ez di xwazim qala wê pêvajoyê bikim. Di sala 1997 an de rêxistinê piroja qada 7 destpêkir û ev piroje, jî li ser bingeha ku gerîla hemû kar û xebatên xwe, yên çandiniyê û berhem girtinê bi hêza xwe ya, zatî pêkbîne û wek têye zanîn PDK ê gelekî ji gerîla re, tengasî û engel çêdikirin û bi van sedeman, xelkê Başûr nikarîn karekî ji gerîlan re bikin. Bi taybet jî di salên 1996 an û 1997 an de û dema ku pêşmergên xiyanetkar di zanîn, ku kesek bi mere xebat dike yan wî di kuştin yan jî di revandin.
Li ser van bingehan gelek sazî hatin çêkirin û ji bo parastina van saziyan, jî saziyên parastinê hatin amade kirin; wê sê komên hevalan li ser sê giran hatibana bi, cih kirin û li her girekî jî wê doçkayek hatiba bi cih kirin. Piraniya saziyan li derûdora qada Çemço di man û wê demê, jî çamço girêdayî Zagrosê bû; ji xwe çemço niha giurêdayî herêma Zapê ye. Gelek saziyên vê qadê hatin çêkirin û gelek, hevalên jin jî di qadê de ciyê xwe girtin: Ji ber hejmara hevalan di qadê de zêde, bû teqez gerek bû ku parastina qadê jî bi hêz be û li ser wê bingehê sê komên hevalan, li sê girên sitiratîjîk de hatin bi cih kirin. Li wan sê giran de jî sê doşka hatin bi cih kirin û hevalên, rewşa wan a fîzîkî guncav li wan giran hatin bi cih kirin.
Hevalên ku wê li wan giran bi cih bibana wê, du komên hevalên jin bana û komek jî wê hevalên xort bana; hevala Tekoşîn Dêrika Hemko li ser girekî fermandar bû: Hevala Tekoşîn beriya niha carekê şehîd, hatibû îlankirin û di heman operesyonê de jî, şehîd dikeve. Hevala Tekoşîn wê operesyonê tevahî beşdar bû, heyanî demsala payîzê û piştî bi dawî kirina operesyona dewleta Tirk, tevî hevalan derbasî herêma Xakurkê dibe û di kenarê rêze zincîra zinarên Şekîf de, di nava berfê de şehîd dikeve. Şehadeta hevala Tekoşîn gelekî giran bû, pir zehmete şehadetek wiha:
Li ser girê duyemîn jî hevalek ji Dêrsimê di sekinî, lê ez niha ji heval xeberdar nînim û girê siyemîn jî yê hevalên Xort şehîd Sîpan Efrîn di sekinî. Hevalê Sîpan jî kevin bû gelekî jî şareza û ji xwe, bawer bû. Hevalê Sîpan jî di sala 1999 an de, di çalakiya li ser bajarokê Başûrê Kurdistanê Çomanê de, şehîd ket di encama ku gûlê ji lingê xwe, de di xwe û heval pêre nagihêjin û xwînê wenda dike û şehîd dikeve. Ev şehadet jî ciyê xembariyek pir mezine û hevalên di çalakiyê de jî hemû xembar bûn li ser, wendakirina heval û ji rêxistinê re, xisarek pir mezin bû. Ez jî wê demê li ser doşka girê karker, dimam û em 8 heval bûn.
Dewleta Tirk a faşîst di serê biharê de li herêma, Zapê dest bi operesyonê kir û gav bi gav pêşde dihat û di demsala payîzî de, berê xwe da herêma Zagrosê. Ji xwe operesyon pir berfireh çêbûbû, KDP jî beşdarî operesyonê bibû, di heman demê de çete û sîxur jî tevî bi hezaran leşkerên, dagirker beşdarî vê, operasyonê bûn û operesyonê mehekê zêdetir jî dirêjkir. Di wê operesyonê de ku pir berfireh bû, di hevalan de jî gelek westandin çêkir û pir birîndar û şehîd jî çêbûn. Tevî berxwedana bê hempa jî lê hêza dijmin bi sed qatan ji ya me zêdetir bû, ji xwe cebilxana me jî di heremên denetima dijmin, de ma û gelek ji me jî mecbûr man ku xwe di nava dijmin de, veşêrin ji bo bi saxî nekevin destê dijmin; tenê di destê mede narincoka destan hebû( Bomba dest) ji bo ku dijmin bi me bihise, meyê bi xwe û wan de teqandiba.
Li kaniya ga hejmara me hate zêde kirin û em bûn du kom komek em hevalên jin bûn û komek jî hevalên xort bûn, ji xwe piştê demekê hevlên rêveberiyê gazî me, kirin û gotin ku hunê alîkariya gaziyan bikin û ji wan re, hin azûqan kombikin ji xwe her roj em li erkan bûn. Ji xwe her ku dem dirêj dibû di hevalan de, westandin dihate çêkirin û dijmin jî hêza xwe, zêdetir dikir. Tişta ku gerek me pêkanîba jî tenê bi dizî xwe gihandiba, ser serê çiyayê Çarçêla lê mixabin ew jî pir zor û xeternak bû, naxwe tenê yek riya me dima û ew, jî xwe di nava dijmin de bi hunerek mezin, veşartin bû. Piştî ku em ji cem hevalên gazî bi rê ketin, em derbasî qada Herkî bûn û hejmara me 41 heval bû, ji xwe koma me ya mezin jî hemû hevalên jin bûn.
Bi sedema ku me qad nasne dikir 2 hevalên xort, wek rêzan bi koma hevalên jin re tevger dikirin, lê mixabin belafirên şer yên Tirkan li me dan û 7 heval şehîd ketin û 4 heval jî birîndar bûn, me hevalên şehîd veşartin û birîndar jî, li ciyek guncav veşartin û 2 hevalên doctor bi wan re, man ku yek ji wan jî hevala Evîn Tirk bû ku piştî wê operesyonê bi salekê şehîd dikeve. Di wê operesyonê de jî dijmin qet xwe, berneda nava newalan de û ji tirsan re her li ser serê giran, xwe bi cih kiribûn lê sed heyf û mixabin, xayînên bê şeref û namûs mirovên ketî wek pêşmergên Berzanî, kuçikên ber deriyê dijminan li şûna dijmin xwe berdan newal û deştan de. Pêşmergên Berzanî yên der exlaqê mirovî xwe, ji xizmeta dijmin re berdan her cih û newalê de. Xiyanetkaran xwe berdan kenarên çemê Avaşînê û ciyê hevalên birîndar û gazî dîtin û heval şehîd kirin.
Bi rengekî hovane şeval şehîd xistin û heyanî hinek hevalên gazî xwestin ku xwe bavêjin çemê Avaşînê; jî pêşmerge wan digirin û di avê de, wan di fetisînin. Bi rastî hovitiyek wiha li tu devera cîhanê çênebûye û ez bawerim wê çênebe jî, lê li cem KDP ê hate çêkirin û ev jî bê exlaqiya herî mezine di derheqê, mirovahiyê de. Ji ber ku hevalên gazî wek çend beşan xwe bi, cih kiribûn hinek heval ji destê pêşmergan xelas bûn, ji xwe 4 hevalan jî xwe kom kiribûn û dema pêşmereg êrîşî ser wan dikin ew bomba xwe, bi xwe de teqînin û wiha şehîd di kevin. Ew qebheta ku pêşmergan bi serê hevalên gazî de kirin rûyê mirovan ji ber sor dibe, lê mixabin Berzanî û eşîra xwe fêrî xiyanetê bûne û ji bo, wan bûyerek pir xwezayî ye û heq kirine ku mirov ji wan re, her çi bibêje di nerîna min de ku ji dijmin zêdetir, ew bi mere dijminatiyê dikin û gerek em tolê ji wan bigirin