Di dema dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker de, carek din wezîrê PDK’ê dibin navê lihevkirina ewlekarî û prastinê de, li ser sifreya celadên gelê Kurd rûnişt. Bi celadan re, dibin navê peymana ‘ewlehiyê’ de rûmeta Iraqê firotin Tirkiyeyê.
Dewleta Tirk a dagirker, bi awayek eşkere xaka Herêma Kurdistan û Iraqê dagir dike, bi sedan wesayîtên zirxî û leşker rojane vediguhêze Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk rojane di nav bajar û gundên Herêma Kurdistanê de, komkujiyan dike.
Tevî bêdengiya Hikumeta Herêm û Iraqê, alîkariya raste rast ya PDK’ê, binpêkirin, dagirkerî û talana dewleta Tirk, vê carê dibin navê peymana ‘ewlehiyê û parastina ewlehiya welat’ de, Wezîrê Derve yê Iraq û nûnerê PDK’ê Fuad Hisên berê xwe da Enqereyê. Fuad Hisên bi şandeya ewlekarî û îstîxbaratî ya Iraqê li ser maseyê dagirkeran, li rexa serokê MÎT’ê û wezîrên şer yên dewleta Tirk, wêne belav dike.
Ji salên borî cûdatir, dewleta Tirk vê carê bi hevkariya bi PDK’ê re, Iraqê jî xist nav hevkariya ewlekarî û îstîxbaratî ya ji bo dagirkeriya xwe.
Civîna yekem ya Lijneya Bilind ya Ewlekarî ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, di sala 2019’an de, dibin navê ‘Xurtkirina bingeha hevkariya leşkerî û îstîxbaratî’ de, çêbû. Civîna duyem jî di 19’ê Kanuna 2023’yan de li Enqere bi serokatiya her du wezîrên karên derve pêkhat. Civîna sêyem jî di 14’ê Adara 2024’an de li Bexdayê pêkhat.
Civîna çarem di 15’ê Tebaxê de li Enqereyê çêbû. Şandeya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ku di heman demê de nûnerê Barzaniye, serdana Iraqê kir. Di civînê de Wezîrê Karê Hindir yê Hikumeta Herêmê Rêber Ehmed û serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniyên her du aliyan, mijara sereke ya civînê mijara ewlekarî û parastinê bû. Civîn di demek wiha de hate kirin, dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê gihandiye asta herî jor. Ji xwe çi dema dagirkerî û êriş zêde dibin, civînên bi vî awayî çêdibin.
Çawa Erdogan di 22’yê Nîsana 2024’an de serdana Iraqê kir û bi serokwezîrê Iraqê re gelek peyman îmzekir, piştî wê serdanê dewleta Tirk bi hezaran leşker û wesayîtên zirxî tevî çekên giran veguhest Başûrê Kurdistan û Iraqê.
Li aliyek din dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpêkiriye û bi kûrahiya 40 kêlometre ketiye nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê. Bi dehan baregehên nû yên leşkerî ava dike û nafikire vale bike. Tevî hemû dagirkerî û destwerdana dewleta Tirk, berovajiyê hemû yasayên navneteweyî ye, lê heya niha jî Hikumeta Iraq û rayedarên Herêma Kurdistanê ti helwestek nîşan nedane û bêdengiya xwe di parêzin. ROJNEWS