Reşo Mihemed/ Qamişlo
Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Fewzî Şingalî anî ser ziman ku Partiya Rêkeftinê partiyeke kurdî- kurdistanî û kurdî- sûrî ye. Herwiha Şingalî diyar kir ku ew ji bo çareserkirina doza kurdî li ser bingeha lihevkirineke siyasî xebata dîblomasî didin meşandin.
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî yek ji partiyên siyasî yên kurdî li Rojava ye ku di encama rewşeke siyasî ya hestiyar de hatiye avakirin. Ev partî li ser pîvan û rêgezên siyasî yên taybet, xebata siyasî dide meşandin.
Di dema heyî de 8 nivîsgehê vê partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Kurdstanê jî hene. Di kongreyê damezirandinê de Salih Sofî yekem sekretêrê partiyê hat destnîşankirin, di kongra duyem de jî Nalîn Qinbir bû sekretêr. Herwiha ji kongreyê 3’an ve Fewzî Şingalî sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî ye. Hêjayî gotinê ye ku her 4 salan ev partî kongreya xwe li dar dixe û li gor rêziknameya hundirîn a partiyê xebata siyasî dike.
Têkildarî avabûn û xebata siyasî ya Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, sekretêrê wê Fewzî Şingalî ji rojnameya me re axivî.
Avabûn û armanca Partiya Rêkeftinê
Fewzî Şingalî di derbarê avabûn û armanca Partiya Rêkeftinê de wiha anî ser ziman: “Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî destpê weke tevgerekê di sala 2004’an de li Silêmaniyê hate avakirin. Herwiha di sala 2007’an de bi kongreyekê weke partiyekê hate destnîşankirin. Di encama Serhildana 12’ê Adarê ya ku di sala 2004’an de li Rojava rûda Partiya Rêkeftinê ava bû. Piştî ev serhildan çêbû, pêwîstiya kurdan bi tevger û partiyeke nû, rêbaz û hişmendiyeke nû hebû ku were damezirandin. Di rastiyê de wê demê tişta ku me weke kurdên Rojavayê Kurdistanê nikarîbû encameke baş ji wê serhildanê bi dest bigirin. Lewma da ku tevgerek û partiyek siyasî xebatekê ji bo doza kurdî bike hate damezrandin û armanca me ew bû. Ji ber zext û qedexekirina rêjîma Beisê ya wê demê xebata siyasî bi giştî ya tevger û partiyên kurdî bi awayekî veşartî dihat kirin. Ji ber vê yekê jî me di sala 2005’an de li Başûrê Kurdistanê xebata siyasî kir, bi rêkûpêkî û li gorî sîstema hikumeta Başûr û Îraqê, karê dîblomasî yê Partiya Rêkeftinê da meşandin. Herwiha me dest bi derxistina Rojnameya Rêkeftinê bi zimanê erbî-kurdî kir, ev rojname li wir bi fermî bi awayekî mehane dihat derxistin, Ii Îraq û Başûr dihat belavkirin û hem jî me derbasî Rojava dikirin. ”
Rêbaz û mekanîzma xebata wê
Fewzî girêdayî rêbaz û mekanîzmeya ku Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî li ser bingeha wê xebata dîblomasî dike wiha axivî: “Partiya me sîstema Hemaheng(Sekretêr)- Hemahengî(Ofîsgeha siyasî)- Meclis(Endamên Desteya Navendî) dide meşandin. Di kongireyên destpêk de tenê sîstema Hemahengî û Meclis bû, lê di kongeryê duyem de hate guhertin bû sîstema Hemaheng- Hemahengî û Meclis. Partiya Rêkeftinê yek ji partiyên ku li ser bingeha lihevkirineke siyasî xebat dike, ne lihevkirina îdiylojî û felsefî ye. Partiya Rêkeftinê partiyeke kurdî- sûrî ye, dikare bi ereb, suryan û hemû pêkhateyên Sûriyê xebateke siyasî bide meşandin. Çiqasî ku îdoyolojî, bawerî û raman cuda bin, em dikarin di çarçoveyeke siyasî bighêjin rêkeftinê. Di heman demê de bi hemû aliyên siyasî yên Sûriyê û pêkhateyên wê Sûriyeke demokrat bidest bixin. Di heman demê de rêgeza ku em li ser dineşin, bidawîkirina nakokî û pirsgirêkên heyî di navbera kurdan, partî û tevgerên kurdî de ye. Ev yek jî bi riya lihevkirina siyasî tê pêkanîn, çi dibe bila bibe, Partiya Rêkeftinê hemû pirsgirêkan dide aliyekî, xebata siysî bike û pirsgirêkan çareser bike. ”
Asta xebata siyasî ya partiyan li hember derfeta ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê afrand
Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Fewzî Şingalî têkildarî derfeta ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo xebata partiyên siyasî afrand û asta karê dîblomasî yê roja îro tê kirin wiha got: “Bê guman piştî ku aloziya Sûriyê û di heman demê de jî Şoreşa Rojava dest pê kir, guhertinek di hemû warên jiyanê de li tevahiya Sûriyê çêbû. Di nav geşedanên leşkerî û siyasî, derfetek ji bo me weke partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. Êdî ew zexta ku ji aliyê rêjîma Beisê û dewleta Sûrî ve li ser kurdan, tevger û partiyên siyasî dihat kirin. Ji bo me êdî nema hewce dikir ku xebata xwe ya siyasî bi awayekî veşartî bikin, an jî karê siyasî li derveyî Rojava bikin. Tevhiya partiyên kurdî wisa bûn, piştî şoreşê êdî her partiyekê ofîs û şaxên xwe vekirin. Partiya Rêkeftinê jî wiha em tevlî Rêveberiya Xweser jî bûn da ku bikaribin xebata siyasî bikin ku bikeve xizmeta civakê. Me erka li ser milê xwe kir ya wê demê, ji xwe hejmara partiyên wê demê nêzî 12 partiyan bû. Bi demê re êdî hin bi hin gelekî zêdetir bûn. Li gor derfetê ku di destê me de heye niha, xebata siyasî pêwîst bû xebata siyasî ji wiha xurtir baya. Ji ber ku her çendî xebata siyasî xurt be, em ê ewqasî bikaribin çareseriya siyasî, di çarçoveya kurdî-netewî-kurdistanî û kurdî- sûrî pêk bînin. ”