Jîn Hisên/ Qamişlo
Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî vegûherî bingeheke ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî kesên ku daxwaza aştî û azadiyê dikin herwiha hate diyar kirin ku Jin Jiyan Azadî felsefa şikandina qeyd û bendê bindestiya jinê ye.
Felsefeya ” Jin, Jiyan, Azadî” li tevahî cîhanê hate belavkirin ew ne tenê sê gotinên hêsanin, ew çareseriye ji bo pêvçûn û zilma bi hezarên salan li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî, ji hêla Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya zanista jinê ji alên 90`î ve hatiye formulekirin.
Dozên ku herê zêde bala Rêber Abdullah Ocalan dikşand di zarokatiya wî de doza jinê bû, dema ku hevala wî di temen, zarokatiyê de hate zewicandin, herwiha dema xuşka wî jî dan zilamekî li hember nextê zewacê, wekî din zordariya ku der heqê jinê dihat di hawîrdora ku tê de jiyan dikir, hişt ku bi vê dozê bifikire. Li gorî wî weke girêkeke bû ku divê were çareserkirin.
Dema Rêber Abdullah Oacalan tevlî zanîngehê bû bi siyasetê ve mijûl bû û jinê jî tevlî vê yekê kir, ku jin tevlî kongreyê damezirandinê yê partiyê bû bi pêşengtiya Sakîne Cansiz, fikre ew e ku şoreş pêk nayê bêyî tevlîbûna jinê. Bêyî rola jinê ya pêşeng di şoreşê de serkeftin pêk nayê.
Di riya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ev her sê peyv bi hev du girêdayî bûn, ku mirov nikare yek bêyî ya din bikar bîne, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser van lingan xwe avakir.
Derbarê vê mijarê jinên ku cihê xwe di nava vê felsefeyê de girtine û ji bo azadiyê dixebitin ji rojnameya me re li ser giringiya vê drûşmeyê û pêşxistina wê axivîn.
Endama Akademiya Jineoloji Bihar Ewrîn wiha dest bi axaftina xwe kir:” Felsefa Jin, Jiyan, Azadî xwe dispêrê çand û kevneşopîyek kûr a civakî û dîrokî ku divê ji hev neyê qut kirin. Ji ber vê ger em Jin, Jiyan, Azadî tenê weke dirûşmeyek binirxînin yê nerast be. Di rastî de Jin, Jiyan, Azadî pîvanê azadiyê ya sedsala 21`ê ye. Heya jin ji pozîsyona koletî, zayenda duyemîn û bireserbûnê dernekeve em nikarin qala jiyanek bi wate û azad bikin; ango jina azad jî tê wateya civakek azad. Çawa ku Rêber Apo jî balkişandî ser vê girîngîyê. ‘’ ez her tim dibêjim jin perçeyek jiyanê ya jêvengere. Lê divê were piştrast kirin ku ew ne tenê weke perçeyek bireser her wiha mijarek hişmendî û dîyarkere. Ji ber vê yekê çareseriya ku em pêşkêşî we dikin ne tenê ji bo we, pêwîste hemû civak azad be.’’ (Rêber Apo, Nîsana 1989) wê demê şoreşa ku li derdorê Jin Jiyan Azadî pêşdikeve şoreşek civakî û çandî ye û bi wateyek din şoreşa fikir û wîcdanî ye.”
Buhar Ewrîn wiha domand:” Jin, Jiyan, Azadî li ser bingeha bedewî, exlaq û civakîbûyîn li hemberî hişmendiya desthilatdare ku îfadeyê tunebûn û kirêtîyê ye, ji bo wê her dirûşmeyek xwedî îdeolojiyeke ku xwe dispêre wê berhemê dîrokî ye ku bi peyva îfade dibe. Jin, Jiyan, Azadî jî xwedî vê karakterê ye û bi qasî ku balkêş û diguherîne di heman demê de weke Rêbertî jî pênase kirî ‘’formûlek efsûnîy e’’ ku karaktera sereke a şoreşa Kurdistanê diyar dike û hemû deriyê ber bi azadiyê vedike. Ya girîng ew e ku bikarin şêwazê têkoşînê li hemberî sîstemê ku xwe bi awayên cûda ji nû ve ava dike, pêş bixin û li gorî pêwistiyê serdemê xwe bi fikir, bername û stratîjî gurçûpêç bikin.”
‘Jin, Jiyan, Azadî avakirina yekîtiya jinan e’
Buhar Ewrîn dibêje ku Jin, Jiyan, Azadî di tevegra azadiya jinên Kurd de weke dirûşma têkoşîn, berxwedan û baweriyê ye û niha bûye dirûşmeyek cîhanî ku jin li dora wê kom bûne û wiha berdewam dike:” Wê demê em dikarin bêjin yek ji taybetmendiya Jin, Jiyan, Azadî avakirina yekîtiya jinan e ku sînorên Kurdistanê derbas kirî û di rastî de bûye manîfestoya şoreşa jinan di sedsala 21`de çawa ku jin weke ‘’yekem mêtîngeh’’ hatiye pênase kirin û li sê merhela şikesta zayendî derbas bûye, Jin Jiyan Azadî jî bûye pîvanê tolgirtina ji vê zilma dîrokî û guhertina vê pêşveçûna dîrokî. Ji bo ku dîrok ji nû ve were nivîsandin divê rastiya koletiya jinê were eşkere kirin û li ser vê esasê bikarin ji bo avakirina azadiyê şer bikin, ji ber vê têkoşîna jinan li hember hişmendiya mêrê serdest bi qasî ku siyasî ye di heman demê de çandî, civakî û zîhniyetî ye.”
‘Ji bo pêkhatina şoreşê pêwisîtî bi paradîgmayek demokratîk heye’
Ji bo pêkhatina şoreşê pêwîsîtî bi paradîgmayek demokratîk heye ku di vê de jin binirxîne û li ser vê esasê mirov dikare qala azadiyê bike; Buhar Ewrîn wiha domand:” Tevger û têkoşîna ku li ser bingehê felsefa Jin, Jiyan, Azadî de dimeşin bi rêka rêxistin kirinek xurt dikarin di pêşketina têkoşîna demokratîk li her beşên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi bandor be. Jin, Jiyan, Azadî felsefa ‘’çawa bijîn’’ e û tabolya ku niha em dibînin bi pêşengiya jinan dikare jiyana azad ava bikin, ji ber vê yekê azadiya jinê weke potansîyêlek bihêz di sedsala 21`an de mijareke girînge û di nav vebijêrkên heyî de xwedî qabilîyeta ku bikare bighîje encamê. Lê divê li kêleka derfetên heyî ji bo azadiyê ji metirsiyên heyî jî haydar bin. Niha êrîşek îdeolojîk û sîyasî li ser tevgerên azadiya jinê li hemû deverê cîhanê di dewrê de ye. Ango dixwazin van tevgeran bikşînin nava sîstemê û ji navarokê vala bikin.
‘Jin Jiyan Azadî felsefa şikandina qeyd û bendê bindestiya jinê ye’
Buhar Ewrîn wiha anî ziman:”Têkoşîna bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dikare çarenûsa gelên herêm û bi taybet jinan biguhere û divê van kêliyên ku belkî dubare nebe bi awayek rast binirxînin. Di şert û mercên şerê cîhanî yê sêyemîn ku her roj berfirehtir û kûrtir dibe têkoşîna bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî dikare bibe mizgîniya demokratîk kirina Rojhilata Navîn. Ji ber bê hebûna jinan û giringiya wan weke hêmanê sereke yê demokrasiyê, şoreşek demokratîk pêk nayê. Ji bo wê yekê Jin, Jiyan, Azadî’’ felsefa şikandina qeyd û bendê bindestîya jinê ye.
Hevgirtina jinan dikare bibe navenda têkoşîna hevbeş ê jinan
Di dawî de Buhar Ewrîn bal kişand ser rola Jineolojî di nava van şoreşan de û wiha anî ser ziman:”Rola jineolojî di van şoreşan de pêşxistina civaknasiya azadiya şoreşên sedsala 21`an û hemû lêkolîn û xebatê wê ji bo avakirina sîstemek alternatîf e. Ev pergala alternatîf li ser esasê siyaseta demokratîk, aboriya komînal, civakbûn, hevgirtin û nirxên etîk û estetîk e. Bi berxwedan û têkoşîna azadiya jinê ya li hemû cîhanê derketiye holê ku tenê bi hîn zagon û reformên di nava sîstemê de ne pêkane ku encamên tê xwestin werin bidestxistin. Ji ber ku pergala baviksalarî û şaristanîya dewletparêz mayîndebûna xwe dispêre rewşa jinê ya heyî. Di van kêliyên dîrokî de hevgirtina jinan dikare bibe navenda têkoşîna hevbeş ê jinan li dijî zilma dîrokî û sîstematîk li ser jinê. Îsrar û biryar ji bo azadî dikare gelek guhertina ava bike.
Li aliyekî din rêveberiya Weqfa Jinê li bajarê Qamişlo Melîka Hesaf jî da zanîn ku Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî veguherî bingeheke ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî kesên ku daxwaza aştî û azadiyê dikin û wiha berdewam kir:” Jin bingeha civak û malbatê ye, jin ji destpêka mirovahiyê de herdem di nava tevgerê de bû ji bo mafê xwe biparêze, her tişt di destê jinê de bû wekhevî û edalet jî serdest bû. Bi derketina desthilatdariyê û pergala baviksalarî mafê jinê hate winda kirin û jin kirin amûrek tenê ji bo karên malê û anîna zarokan û hwd.. û li ser vê zihniyetê jiyan hate berdewam kirin. Êdî jinê nema pirsa mafê xwe kir yanî fikra wê hate sînordar kirin di hin tiştan de.
‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xebat hate meşandin’
Melîka Hesaf wiha pê de çû:” Îro bi sayafikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya Jin, Jiyan, Azadî ku gelek rol da jinê di civakê de, êdî jinê mafê xwe ji nû ve nas kir û ji bo wê berxwedan û tekoşîneke mezin hat meşandin. Û di şoreşa Rojava de jinên kurd bi taybet li ser riya felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xebitîn û xwe îsbat kirin ku ew jî karin di tevahî warên jiyanê xebatan bidin meşandin çi di warê leşkerî, siyasî, rêveberî de û hwd..”
‘Jin li dora raman û felsefeya Rêber Apo kom bûn’
Melîka Hesaf wiha domand: “Jinan li dora fikir û ramanê Rêber Apo kom bûn û cihê xwe girtin û pêşketin di kesayet û ramanê xwe de çêkir, xwe bi hêz kir êdî kes nikare mafên wê jê bigre, berpirsiyartî û erkên dikeve ser milê wê bi cih tîne, bi vîn û îradeyeke xurt jinê di nava vê şoreşê de xwe îsbat kir û jinên pêkhateyên din tevlî xwe kir û felsefeya Rêber Apo ji wan re dan nasîn di heman demê de ji tevhaî cîhanê re jî. Îro bi hezarên jinan li seranserî cîhanê hemleyan li dar dixin ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan, ev tê wateya ku bi vê felsefeya ku derxistiye pêş bawerin û hewil didin pêş bixin û li cîhanê tevahî bê belav kirin.”
Di dawî de Melîlka Hesaf wiha anî ziman:” Bi saya felsefeya Jin, Jiyan, Azadî jinê zêdetir xwe nas kir û gavên mezin avêt, destkeftiyên xwe diparêze. Gelek navendên jinan di nava şoreşa Rojava de hate avakirin. Herwiha li hember çeteyên DAIŞ li çeperên şer sekinîn mil bi mil bi hevalên mêr re. Jinê kedeke pir mezin da ji bo felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêşbixe û li cîhanê belav bike. Em ji bîr nekin jî şoreşên bi navê jinan hatin li dar xistin weke ku em dibînin li rojhilatê Kurdisanê û Îranê pêk tê şoreşa bi navê Jin, Jiyan, Azadî û heta niha berdewam e li tehavî heremê.”