Hediya HISÊN-Qamişlo
Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûrî, bi durişma “Çand û Şaristanî” û bi hevkariya radyoya Arta FM Îro (26-7-2021) li Bexçeyê Xwendinê pêşangeha wêneyan vekir.
Pêşangehê saet 11an dest pê kir û wê heta 9ê êvarê dewam bike. Armanca lidarxistina pêşangehê parvekirina çand û şaristaniya bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava gel de ye.
Derbarê mijarê de hevserokê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûrî Ehmed Mardenlî wiha axivî: “Berî du heyvan me ragihand ku emê pêşangeha wêneyan vekin. 57 kes ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî tevlî bûn û ji wan 26 wêne hatin qebûlkirin. Wêneyên me li ser çand û şaristaniya Rojava ne. Wê li sê bajaran (Qamişlo, Reqa û Minbic) pêşangeh were vekirin. Herwiha ji bilî beşa wêneyan beşa Kemereyên Klasîk jî heye. Temenê kemereyan ji 150 salî ve ye. Armanc jê ku dîroka Fotografan li herêmên me were naskirin.”
Hat zanîn ku sê kesên tevlî pêşangehê bûyîn wê werin xelatkirin.