Rojnameya Ronahî

El-Mismarî: Em bi Tirkiyê re di şerekî rastî de ne

Berdevkê artêşa niştimanî ya Libya Ehmed El-Mîsmarî diyar kir ku welatê wî di rewşeke şerê rastî ya şerê bi dewleta tirkî re ye ku Erdogan bû sedema gurbûna şer.

El-Mîsmarî ji Sky News ya Arebiyê re wiha axivî: “Kêştiya dewleta tirkî ku artêşa niştimanî ya Libya li hember sekiniye, derbasî herêma leşkerî ya qedexe bû.”

El-Mîsmarî wiha domand: “Ji 2016’an ve me qedexe kir ku heta kêştiyên masîgiran yên Libya jî derbasî herêma leşkerî ya Libya bibin. Lê belê em derbarê derbasbûna kêştiya Tirkiyê ya vê herêmê şoq man. Lewre derbasbûna kêştiyê bê koordîne yan jî agahdarkirina parêzvanên peravên Libya çêbûye. Me agahî ji kêştiyê re şand, lê belê ti bersiv nedan.”

El-Mîsmarî diyar kir ku Tirkiyê rojekê jî veguhestina çekan ya Libyay ranawestandiye û welatê wî di rewşeke şerê rasteqî bi dewleta tirkî re ye.