Rojnameya Ronahî

Balafirên nenas nuqteyên Îranê yên li başûr rojhilatê Reqayê bombebaran kirin

Du balafirên nenas nuqteyên hêzên Îranê yên li herêmên serdestiya hêzên hikumeta Şamê li başûr rojhilatê bajarê Reqayê, bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ku dengê bombebaranê li Reqayê jî hatiye bihîstin.

Het niha nayê zanîn ka balafirên herêm bombebaran kirîn girêdayî kê ne. Herwiha ti agahiyên girêdayî encamên bombebaranê negihîştine ber dest.

Ev cara duduyan e ku nuqteyên hêzên girêdayî Îranê yên li başûr rojhilatê Reqayê tên bombebarankirin. Berî vê jî nuqteyên wan li çolistana Medan Etîq ya gundewarê başûr rojhilatê Reqayê, hatibûn bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatîn bidestxistin, herêmên tên bombebarankirin hêzên Îranê û hêzên din yên sûrî û ji hêzên ku nasnameyên cuda û bi hêzên Îranê ve tên hesibandin, lê dimînin.