Namzetê Partiya Demokrat yê serokatiya Emerîka Joe Biden bang li rêveberiya Trump kir ku zorê bide Tirkiyê da “provakasyonên” xwe bide sekinandin.
Biden di daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê rêveberiya Trump zorê li Tirkiyê bike da dev ji kiryarên provokatîf ên nû yên li dijî Yewnanistanê berde û dîplomasî bi ser bikeve. ”
Biden herwiha got, “Ez bang li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dikim ku ji biryara xwe ya dawî ku Ayasofya kirine mizgeft paş de gavan biafêje û careke din bibe mûzexane. Ji bo her kesî û ortodoksan jî.”