Şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Şingalê bi lîstikeke şanoyê fermana 73’yan bîr anîn.
Komek şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Şingalê bi pêmana salvegera feramana 73’yan li bajarokê Sinûnê yê Şingalê lîstikeke şanoyê lîstin.
Lîstika ji aliyê 11 şanogeran ve hatî lîstin, li çerxeriya navenda Sînûnê hat nîşandan. Lîstika saet 18:00’î dest pê kirî, nêzî nîv saetê dewam kir. Bi destpêkirina şanoyê re trafik sekinî, hem xelkê di seyareyan de, hem jî dikandar û xelkê Sinûnê li dora lîstikvanan kom bûn û bi mereqeke zêde şano temaşe kirin.
Lîstika şanogeran ya li ser dema hatina fermanê û vekişîna pêşmergeyan ya ji Şingalê hatî çêkirin rasta elaqeyeke mezin hat. Girseya li dora şanogeran kom bûyî heta dawî bi kelecan lîstik temaşe kirin û bi xilasbûna lîstikê re bi çepikên xwe piştgiriya xwe ji şano û şanogeran re nîşan dan.
Piştî lîstikê şanoger Sofyan Hecî diyar kir ku bi vê lîstika şanoyê armanca wan ew e ku gel wê roja reş, wê karesata mezin ji bîr nekin, tedbîrên xwe bigirin ku careke din bi feramaneke wiha re rûbirû nemîne. Hecî got, “Me bi pêmana salvegera şeşan lîstikeke şanoyê li dar xist. Gel bi dilgermî em pêşwazî kirin. Em spasiyên xwe dikin. Divê em vê karesatê û xiyaneta hatî kirin ji bîr nekin.”