ji 1985 hetanî Adara 2018’an di demên cuda de 128 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar hatine weşandin.
Piraniya van pirtûkan ji ber gotina qeymeqamê Êlihê (Hayrullah Yildiz) demeke ku wî bi kurdî diaxfî gote “Eşekçe Konuşma“ (Bi zimanê Keran nepeyive) derketine holê.
Li ser wê gotina Qeymeqamî, 178 roj îşkence jî li Zinarî kirine. Hin carên ku îşkence lê dikirin, qeymeqam bi xwe diçû îşkencexaneyê û temaşe lê dikir. Di gotina wî de “ziman tune, alfabe tune, pirtûk tune, ev çi parvekarî ye hûn dikin?“
Zeynelabidin Zinar jî di îşkencexaneyan de sond xwariye ku wê jiyana xwe tev di xizmeta Ziman û Çanda Kurdî de derbas bike. 128 pirtûk jî berê xizmeta wî ne ku di demên cuda de hatine weşandin.
Bi rastî eger Kurd xwedîtî li zimanê xwe bikin û wisa mîna miştaxe pirtûkên kurdî derbixin, êdî kes gotinên wisa bê exlaqî ji Zimanê Kurdî re nabêje. wê gelek qeymeqamên din jî riya qeymeqamê Êlihê bişopînin.
Ji van pirtûkên Zinarî tenê yek bi tirkî ye, yên dî tev bi kurdiya kurmancî ne. Hinek ji wan Folklora Kurdî ne, hinek berhemên klasîk in, hinek lêkolîn, werger û tîpguhetî ne.
Zinarî gotiye:
“Eger Xwedayê mezin derfet bide, wê jimara pirtûkên min bighêje 178an.“