Thursday, June 4, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5 yekîtiyên rewşenbîrî yên Rojavayê Kurdistanê desteyeke hevbeş damezrandin

20/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
5 yekîtiyên rewşenbîrî yên Rojavayê Kurdistanê desteyeke hevbeş damezrandin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Bi daxuyaniyek nivîskî 5 yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Desteya Hevbeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê damezrandin. Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Armanca desteyê ew e ku bibe kesayeta nûner ya nêrînên hevbeş di qada çandî ya kurdî de.”

Di 7’ê Adarê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cezîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî Dîdara Giştî ya li dar xistin.

Ev civîn ji bo meşandina karê rewşenbîrî yê hevbeş, li Hola Zana a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di 18’ê Adarê de jî nûnerên her 5 yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran, li gorî encamên Dîdara Giştî civiyan. Herwiha di encama wê civînê de daxuyaniyeke nivîskî parve kirin.

Daxuyanî bi zimanê û kurdî erebî û kurdî hat parvekirin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Ev civîn di encama erka giran û berpirsyariya mezin a li ser milê me li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî di vê qonaxa hestyar û çarenivîssaz a gelê me ya dadperwer, pêk tê. Di civînê de endamên desteyên reveber yên hemû yekîtiyên ku di Dîdara Giştî de beşdarî kirin, hazir bûn. Tê de jî mijarên encamên civînê hatin nîqaşkirin û stratejiyeke zelal ji bo xebatên çandî yên hevbeş ji bo xurtkirina karê di navbera saziyan de jî hate avakirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de damezrandina desteyeke hevbeş eşkere bû û wiha hat gotin: “Bi daxwaza hemû beşdaran, li gorî mercên objektîf û metirsiyên ku hebûna gelê me, kelepûra wî ya çandî-hunerî û nasnameya ya kevnar dixe metirsiyê, herwiha ji bo rêxistinkirina karê saziyên eleqedar ‘Desteya Hevbeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê’ hate damezrandin.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Armanca vê desteyê ew e ku bibe kesayeta nûner a nerînên hevbeş di qada çandî ya kurdî de. Nexasim ji hêla çalakî û helkeftên neteweyî û niştimanî di warê çanda kurdî de, ku nasname û ruhê gelê kurd weke nûnerekî bi bandor biparêze. Em hêvî dikin ku ev gav, karê vê desteyê ji hêla xebatên çandî yê hevbeş ve, bibe sedema vekirina deriyên nû û pêşketinên bêhempa di warê karê pabend de.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.