Rojnameya Ronahî

Em ê ambargoya DYA’yê têk bibin

Pakêta duyemîn a pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê roja 6’ê mehê kete dewrê. Piştî ku pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê ketin meriyetê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek da. Rûhanî got, “Amerîka dixwaze petrol ji Îranê neyê firotin. Lê em ê petrola xwe bifiroşin û ambargoyê têk bibin.”

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku, wê ambargoya DYA’yê têk bibin.

Piştî ku pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê ketin meriyetê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek da.

Rûhanî got, “Amerîka dixwaze petrol ji Îranê neyê firotin. Lê em ê petrola xwe bifiroşin û ambargoyê têk bibin.”

Rûhanî got, “Ev yek şerekî aborî ye li dijî Îranê, lê belê divê Amerîka fêhm bike ku li dijî Îranê nikare zimanê hêzê bi kar bîne.” Rûhanî diyar kir ku ew amade ne li dijî her şêwe zextan li ber xwe bidin.

Pakêta duyemîn a pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê roja 6’ê mehê ketibû dewrê.