Rojnameya Ronahî

Îran: Em ê li Sûriyê bimînin

Berdevkê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Şerîf diyar kir ku ew ê li Sûriyê xebatên xwe yên leşkerî bidomînin.

Berdevkê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Tûggeneral Ramazan Şerîf têkildarî hebûna leşkerî yên Îranê yên li Sûriyê daxuyanî da.

Ramazan Şerîf ji Press Tvyê re axivî û got ku ew ê leşkerên wan li Sûriyê hebin. Şerîf daxwaza rêveberiya Şamê hincet nîşan da.

Şerîf diyar kir ku leşkerên Îranê ji bo ‘şêwirmendiyê’ li wê derê ne û heta ku ew ‘sûdewar’ bin ew ê li wê derê bimînin.