Rojnameya Ronahî

Li Almanya ji bo Ocalan mîtîng hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Ferîbûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê bi beşdarbûna Meclîsa Jinan Nûda, endamên Komeleya Çanda Elewî ya Freîbûrgê û gelek kesan pêk hat.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku li ser Ocalan tecrîdek giran heye û hate bibîrxistin ku demeke dirêj e tu agahî ji Ocalan nayê girtin.

Kesên ku axivîn diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan wê çalakî bidomin û bang li saziyên navnetewî kirin ku li dijî zilmê bêdeng nemînin.