Rojnameya Ronahî

Li Nîjeryayê 200 kes ji ber lehiyê mirin

Li Nîjeryayê ji ber barana zêde ya li 12 eyaletan ku bû sedem lêhî rabe, bi kêmanî 200 kes mirin.

Saziya Rewşa Lezgîn a Netewî ya Nîjerya (NEMA) ragihand ku ji ber barana zêde ya li 12 eyaletên lêhî rabû. Li gorî bîlançoya NEMA dayî nêzî 200 kes mirine.

Barana zêde bû sedem ku çemê Nîjer û Banûe rabe û gund û bejahî di bin avê de bimîne.

Bi deh hezaran welatî li malên xwe asê mane, gelek kesên li herêmên mane di bin avê de dest bi revê kirine.

Berî vê bi deh rojan li eyaletên Kogî, Delta, Anambra û Nîjerya rewşa karesata netewî hatibû îlankirin. Kogî û Nîjer li navenda welat cih digir, Delga û Anambra jî li başûr cih digir.

Sekreterê Xaça Sor a Nîjerya Abûbekir Kende jî anî ziman û piştî xaresata lêhiyê metirsiya kolerayê anî ziman, li gorî Neteweyên Yekbûyiyê li bakurê rojhilatê welat ji ber nexweşiya kolerayê di du hefteyên dawî de nêzî 100 kes mirine.