Rojnameya Ronahî

NY: Kiryarên li bakurê Sûriyê digihin asta sûcên şer

Komseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY fikarên xwe ji ber raporên li ser kiryarên li herêmên bakurê Sûriyê yên çeteyên Tirkiyê dagîr kirîn anî ziman û got, ev kiryar digihin asta sûcên şer.

Berdevka fermî yê Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasani, di civîneke çapemeniyê de got, raporên bifikar li ser bûyerên revandina sîvîlan, di nav de karmendên mirovî ji herêmên di destê “Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ketine destê me.

Shamdasani, diyar kir ku komseriyê agahiyên “Pir bifikar” derbarê bûyerên darvekirina girtiyan piştî “dadgehkirina” ku komên çete bi rêxistin dikin, girtine.

Berdevka fermî yê Komîseriya Bilind ya NY’yê got, agahî li ber destê komiseriyê hene ku çeteyên “Tehrîr El-Şam” gelek girtiyan, di nav de QSD û hêzên hikumeta Şamê jî hene bi tewana “Kufir, zina, dizî û kuştinê” darve kirine. Herwiha diyar kir ku di qanûna mirovî ya navneteweyî de cezayên darvekirinê bê biryara dadgehê ya pêşî qedexe ye û got, darvekirinên bê van şertan digihin asta sûcên şer.