Rojnameya Ronahî

Îranê veguhestina terorîstan ji Sûriyê ji bo sînorê xwe red kir

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku welatê wî bi ti awayî veguhestina terorîstan ji Sûriyê ji bo sînorên Îranê, qebûl nake.

Rûhanî di civîneke hikumetê de wiha got: “Em Azerbeycan û Ermenistanê hişyar dikin; eger şerê li Qerebaxê gur bibe wê bibe şerekî herêmî.”

Serokê Îranê diyar kir ku li derveyî Îranê şerê terorîstan kirine da neçar nemînin li ser sînorê xwe şerê terorê bikin, Qasim Suleymanî mir û wiha got: “Ji ber wê, em veguhestina komên terorîst ji Sûriyê yan ji cihekî din ji bo sînorên me, red dikin.”