Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî li Yemenê ragihand ku dest bi “çalakiya leşkerî” li bakurê parêzgeha Hudeydayê kir.
Li gorî toreya El-Erebiye ku Koalîsyona Erebî ragihand ku wan di operasyona leşkerî de 4 cihên komkirin û mayînkirina keştiyan ji dûr ve û mayinên deryayî teqandin. Li gorî kaolîsyonê ku ev yek dê aramiya azadiya navîgasyona deryayî û bazirganiya cîhanê li başûrê Deryaya Sor, mîsoger bike.
Her wiha teqez kir ku çalakiya leşkerî li gorî zagonên navneteweyî tê meşandin û hemû tedbîrên pêwîst girtine.
Koalîsyonê ragihand ku keştiya bombebarkirî ku Hûsiyan ji Hudeydayê şand, pêşî lê hate girtin û rûxandin.
Berdevkê fermî yê hêzên koalîsyonê Tirkî El-Malikî wiha got: “Sîstema hêzên deryayî ya koalîsyonê duh hewldana Hûsiyan ên girêdayî Îranê ku bi karekî dijminatî û terorê li başûrê Deryaya Sor bi rêya keştiya bombebarkirî pêk dianî, çavdêr kirin.”
El-Malikî da xuyakirin ku ew keştiya bombebarkirî ku gef li ewlehiya herêmî û navneteweyî û rêyên çûn û hatinê yên deryayî û bazirganiya cîhanî xwarin, hate rûxandin.