{"id":73554,"date":"2024-09-21T13:39:12","date_gmt":"2024-09-21T11:39:12","guid":{"rendered":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/?p=73554"},"modified":"2024-09-21T13:44:19","modified_gmt":"2024-09-21T11:44:19","slug":"careke-din-xiyanete-sere-xwe-li-kurdan-hildaye","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/?p=73554","title":{"rendered":"\u00a0Careke din xiyanet\u00ea ser\u00ea xwe li kurdan hildaye"},"content":{"rendered":"<p><strong>Leyla We\u015f\u00fbkan\u00ee.<\/strong><\/p>\n<p>Di M\u00eetolojiya Gilgami\u015f de xiyaneta Enk\u00eedo pir zelal, di teyise ber \u00e7avan \u00fb ew xiyanet dibe sedema ku; gel\u00ea daristan\u00ea y\u00ea ku bi xwezay\u00ee, wekhev\u00ee, edalet \u00fb a\u015fit\u00ee jiyan dikir bi temam\u00ee wenda bike \u00fb were dagirkirin. Di v\u00ea derbar\u00ea de R\u00eaber\u00ea gel\u00ea Kurd Abdulah Ocalan, wiha \u015firove dike \u00fb di b\u00eaje: B\u00fbyera xiyaneta d\u00eerok\u00ee ya netewa Kurd, gelek\u00ee di \u015fibe b\u00fbyera xiyaneta Enk\u00eedo ya bi Qeb\u00eela Hombaba re ku ew j\u00ee ferd\u00ea heman; qeb\u00eeley\u00ea ye. Wek \u00e7awa Enk\u00eedo bi qewm\u00ea xwe re xiyanet\u00ea dike \u00fb bi bajar, xwarina xwe\u015f \u00fb zewqa bi jinan re; t\u00eaye xapandin \u00fb xwe \u00fb qeb\u00eela xwe difiro\u015fe. Mirov\u00ean Kurd j\u00ee y\u00ean xiyanetkar xwe difro\u015fin \u00fb ji bo ferdiyeta xwe \u00fb hinek derfet\u00ean b\u00eaq\u00eemet; her ti\u015ft\u00ee difro\u015fin \u00fb dibin n\u00fbker\u00ean dijminan.<\/p>\n<p>Ew xiyaneta ku di d\u00eerok\u00ea de li gel\u00ea Kurd hatiye kirin, heyan\u00ee roja me ya \u00eero j\u00ee bermay\u00ea w\u00ea hene \u00fb malbata Berzan\u00ee; h\u00eena j\u00ee li ser w\u00ea xiyaneta xwe ya gemar\u00ee- \u00eesrar dikin. Di serdem\u00ean ber\u00ea de<img loading=\"lazy\" decoding=\"async\" class=\"size-medium wp-image-73556 alignright\" src=\"https:\/\/ronahi.net\/ku\/wp-content\/uploads\/2024\/09\/photo_2024-08-28_10-57-02-300x200.jpg\" alt=\"\" width=\"300\" height=\"200\" srcset=\"https:\/\/ronahi.net\/ku\/wp-content\/uploads\/2024\/09\/photo_2024-08-28_10-57-02-300x200.jpg 300w, https:\/\/ronahi.net\/ku\/wp-content\/uploads\/2024\/09\/photo_2024-08-28_10-57-02-1024x682.jpg 1024w, https:\/\/ronahi.net\/ku\/wp-content\/uploads\/2024\/09\/photo_2024-08-28_10-57-02-768x512.jpg 768w, https:\/\/ronahi.net\/ku\/wp-content\/uploads\/2024\/09\/photo_2024-08-28_10-57-02.jpg 1280w\" sizes=\"auto, (max-width: 300px) 100vw, 300px\" \/> xiyaneta wan ve\u015fart\u00ee b\u00fb, l\u00ea di serdem\u00ean dawiy\u00ea de KDP \u00ea(Mala Berzan\u00ee) pir vekir\u00ee\u00a0 \u00fb zelal; xiyaneta xwe berdewam dikin \u00fb roj bi roj ew xiyanet, xeternak tir dibe. Berzaniyan xiyanet li gel\u00ea xwe kirin \u00fb b\u00fbyera xiyaneta wan, gelek\u00ee ji xiyaneta Enk\u00eedo ya sosret xerabtire \u00fb qebheta her\u00ee mezin j\u00ee ewe; ku h\u00eena j\u00ee ew xiyanet berdewam dike. Xiyanet\u00ea her derbe li serhildan\u00ean gel\u00ea Kurd, xistiye \u00fb pi\u015fta wan \u015fikandiye: L\u00ea teqez gerek were zan\u00een ku gel\u00ea Kurd, biryara berxwedan\u00ea daye \u00fb w\u00ea qedera xwe ya re\u015f bi guhere; l\u00ea cardin j\u00ee car caran xiyanet ser\u00ea xwe li gel\u00ea Kurd, hildide \u00fb teko\u015f\u00eena wan li pa\u015f dixe. Kesayet\u00ean r\u00fbre\u015f \u00fb dilgemar her di nava hewildana; ku d\u00eeroka Kurdan dubare bikin.<\/p>\n<p>Dema ku mirov li bernama s\u00eexuran tema\u015fe dike, xw\u00eena mirovan di kele \u00fb h\u00ears dibe \u00fb mirov t\u00eaye rew\u015fa ku bib\u00eaje gelo ew; mirov\u00ean s\u00eexur \u00fb xay\u00een xwed\u00ee \u00e7i wijdan\u00eene ku dibin ser ser sebeba, \u015fehadeta mil\u00eetan\u00ean feday\u00ee y\u00ea wek heval\u00ea Tek\u00een Goy\u00ee \u00fb bi dehan hevalan? Gelo dema-ew s\u00eexur agahiyan didin dijmin, hast \u00fb wijdan\u00ea wan y\u00ea mirov\u00ee li kuye? Teqez mirov dikere bib\u00eaje ku qet wijdan li wan tuneye \u00fb ew mirov\u00ean, b\u00ea d\u00een \u00fb \u00eemanin. \u015eehadeta teko\u015fer Dijwar Mard\u00een \u00fb dayika welatpar\u00eaz tev\u00ee kur\u00ea w\u00ea, gelek\u00ee bi \u00ea\u015f b\u00fbye \u00fb k\u00een \u00fb nifreta mirovan gur dike. Ez naxwazim ku ez b\u00eamafiy\u00ea li sewalan j\u00ee bikim \u00fb bib\u00eajim, ew sewalin: Ji ber ku sewal j\u00ee li v\u00ea piley\u00ea xiyanet\u00ea li nif\u015f\u00ea xwe nakin. Di nava civak\u00ea de qala teyrik\u00ea bi nav\u00ea, Kewa Gozel t\u00eaye kirin ku xiyanet\u00ea li qewm\u00ea xwe dike \u00fb wan dixe xefk \u00fb dehfikan. L\u00ea teqez mirov nikare nav\u00ea xiyanet\u00ea, l\u00ea bike ji ber ku teyr ne wek mirov xwed\u00ee derfet\u00ea zeka \u00fb mejiye. L\u00ea mirov\u00ea xiyanetkar gunehbare heta ku li jiyan\u00ea be. Bi rast\u00ee mirov hew xwe li himber\u00ee xiyanet\u00ea digire \u00fb dike ku xwe bi wan xay\u00eenan de; bi teq\u00eene \u00fb wan bi xwe re tune bike.<\/p>\n<p>Ew jina ciwan ya bi nav\u00ea \u015e\u00fbkriya ku bi w\u00ee temen\u00ea ciwan dikeve, nava xiyanetek ewqas\u00ee k\u00fbr de mirovan matmay\u00ee dih\u00eale \u00fb ev hem\u00fb j\u00ee teqez: Bi nav\u00ea hezkirin\u00ea dest p\u00eadike \u00fb dijmin\u00ea fa\u015f\u00eest, hest\u00ea jinan bi kart\u00eene \u00fb li himber\u00ee; civak\u00ea wek amorek \u015fer\u00ea taybet di \u015f\u00fbxul\u00eene. Jixwe jin \u00fb m\u00ear\u00ean lawaz \u00fb nefs tenik hema wek masiyan dikevin, tora dijmin de \u00fb pa\u015f\u00ee dibin h\u00eas\u00eer\u00ean ku pir ba\u015f werin, bi karan\u00een. Dema ku mirov bibe h\u00eas\u00eer\u00ea- ajoy\u00ean xwe y\u00ea heywan\u00ee, teqez xelas dibe \u00fb dibe koley\u00ea koleyan. \u00a0Ger ku em bib\u00eajin ku s\u00eexur \u00fb xay\u00een p\u00eevan\u00ean xwezaya sewalan j\u00ee, derbas kiriye teqez w\u00ea \u015fa\u015f nebe \u00fb w\u00ea ne nepixand\u00eebe j\u00ee. Ji ber ku mirov\u00ean ku hezbikin qet \u00fb qet nabim desteka dijmin \u00fb xiyanet\u00ea, l\u00ea mirov\u00ean xwed\u00ee ajoy\u00ean heywan\u00ee mirov her ti\u015ft\u00ee ji wan h\u00eav\u00ee dike. Di nava civaka me Kurdan de nim\u00fbneyek wiha, heye ku wiha dib\u00eaje: Ez heyrana w\u00ee bim ku; d\u00een\u00ea bi kiras nas bike.<\/p>\n<p>Ji xwe dema ku mirov\u00ea d\u00een b\u00ea kiras be, w\u00ea her kes zanibe ku d\u00eene \u00fb ev hevok j\u00ee wateya xwe wiha ye: Heger ku sixur \u00fb xay\u00een\u00ean Kurdan li ser, Kurd\u00eeniy\u00ea siyaset bikin \u00fb xwe wek p\u00ea\u015feng bidin, diyar kirin teqez w\u00ea mirov\u00ean nezan \u015fa\u015fwaz bibin \u00fb rast\u00ee \u00fb \u015fa\u015ftiyan, ji hev c\u00fbda nekin \u00fb mehk\u00fbm\u00ea xiyanet\u00ea bibin. L\u00ea kes\u00ea ku xwe zana bike \u00fb li ser fikir \u00fb raman\u00ean, R\u00eaber Apo xwe perwerde bike; w\u00ea xwed\u00ee zaneb\u00fbnek mezin be \u00fb \u00e7alakiya xwe j\u00ee w\u00ea mezin be. Mirov\u00ea Kurd\u00ea bi \u015feref hatiye rew\u015fa ku hew, s\u00eexuriy\u00ea \u00fb xiyanet\u00ea tehem\u00fbl dike \u00fb ketiye ferqa, xiyaneta d\u00eerok\u00ee ya PDK \u00ea (Mala Berzan\u00ee) \u00fb hinav\u00ea wan xw\u00een vediri\u015fe. Di v\u00ea mijar\u00ea de mirov dikare bib\u00eaje ku, k\u00ear giha\u015ftiye hestu \u00fb sebir xelas b\u00fbye. PDK \u00ea yan\u00ee Partiya Demokrat\u00ee Kurdistan ku teqez; gerek nav\u00ea w\u00ea were guhertin, ji ber ku layiq\u00ee w\u00ee nave mezin \u00fb bedew nine. Gerek were zan\u00een ku qet \u00fb qet nav\u00ea Demokras\u00ee \u00fb nav\u00ea Kurdistan heq, ne kirine \u00fb gerek ji wan re; were gotin mala xiyanetkaran; yan j\u00ee xwe firo\u015fan.<\/p>\n<p>Tema\u015fe bikin b\u00eaka \u00e7iqas\u00ee xiyaneta mala Berzan\u00ee, susret \u00fb kir\u00eate ku mirov ji ber \u015ferm dike. Tev\u00ee ku mil bi mil bi dewleta fa\u015f\u00eesta Tirk re, \u015fer dike j\u00ee b\u00ea \u015ferm \u00fb fed\u00ee qala Kurd\u00een\u00ee \u00fb welatpar\u00eaziy\u00ea dike \u00fb xwe di hetik\u00eenin. Xiyanetkar\u00ean Berzan\u00ee xiyaneta xwe n\u00fb dikin \u00fb ala fa\u015f\u00eest\u00ean Tirk, li ser ser\u00ea qela Hewl\u00ear\u00ea bilind kirin. Niha j\u00ee mala Berzan\u00ee r\u00eabazek\u00ee n\u00fb bi kar t\u00eenin, ku ew r\u00eabaz j\u00ee xaka Ba\u015f\u00fbr t\u00eaperandin \u00fb ber\u00ea xwe dane war\u00ea \u015fore\u015f\u00ea, Rojavay\u00ea welat \u00fb l\u00eestoka xiyanet\u00ea \u00fb s\u00eexuriy\u00ea li ser; kes\u00ean ku lawaz \u00fb nefs bi\u00e7\u00fbk bi kar t\u00eenin \u00fb dikin s\u00eexur \u00fb li dij\u00ee; berhema \u015fore\u015fa ku bi w\u00eena hezar\u00ean \u015feh\u00eedan \u00fb keda gel hatiye qezenc kirin. Xiyanet kar\u00ean r\u00fbre\u015f bi nav\u00ea parastin\u00ea, dibin sedema ku\u015ftina bi dehan, mirov\u00ean b\u00ea s\u00fbc \u00fb guneh.<\/p>\n<p>Di mijara Kurd\u00eeniy\u00ea de mirov dikare wiha bib\u00eaje, teqez gerek em ji her kes\u00eere neb\u00eajin Kurd; ji ber ku Kurd\u00ean xwe firo\u015f j\u00ee hene. Teqez her kesek\u00ee ku kokena xwe Kurd be, mirov nikare j\u00eare bib\u00eaje Kurd \u00fb ten\u00ea \u00fb ten\u00ea mirov, \u00a0ji kesayet\u00ean berxwed\u00ear \u00fb teko\u015fer- re bib\u00eaje Kurd. \u00cero ji bo mirov\u00ean Kurd roja x\u00eeret\u00eaye, roja nam\u00fbs \u00fb \u015feref\u00ea ye; naxwe w\u00ea \u00e7awa ji mirov\u00ean xiyanetkar \u00fb xwe firo\u015fan re, were gotin Kurd: Bi rast\u00ee wan kes\u00ean b\u00eanam\u00fbs \u00fb \u015feref heq ne kirine ku, mirov ji wan re bib\u00eaje Kurd. Deka werin ji xwe re tema\u015fe bikin b\u00eaka, w\u00ea \u00e7awa ji wan kes\u00ean, s\u00eexur \u00fb xay\u00een re were gotin Kurd? Ma gelo w\u00ea nebe neheq\u00ee ji qehreman \u00fb lehengan re; ku b\u00eane berhev. Teqez w\u00ea ji malbat\u00ean \u015feh\u00eedan re, bibe neheqiyek pir mezin.<\/p>\n<p>Gerek civak xwe di v\u00ea mijar\u00ea de ne xap\u00eenin \u00fb ji wan re, neb\u00eajin Kurd ji ber ku wateya gotina Kurd gelek\u00ee giran \u00fb bi q\u00eemete \u00fb ew j\u00ee teko\u015f\u00een \u00fb berxwedane. Dema ku min\u00a0 bernam\u00ea \u00a0wan s\u00eexur \u00fb xay\u00eenan tama\u015fe kir ez gelek\u00ee h\u00ears b\u00fbm \u00fb niha j\u00ee ez gelek\u00ee bi h\u00earsim \u00fb min hew, xwe digirt ku ez ji wan re dij\u00fbn \u00fb nifiran nekim. Ez pirs dikim gelo k\u00eejan mirov heyan\u00ee niha, s\u00eexur\u00ee \u00fb xay\u00eenan- nasnake \u00fb bi welatpar\u00eaziy\u00ea re berhev dike? L\u00ea kes\u00ean lawaz \u00fb nefsa wan bi\u00e7\u00fbk xwe k\u00fbrehmeq\u00ee, dikin \u00fb dib\u00eajin ku em hem\u00fb Kurdin \u00fb mala Berzan\u00ee \u00fb ENKS j\u00ee Kurdin. Bi rast\u00ee ev dibe xefletek pir mezin \u00fb wek, em hem\u00fb j\u00ee di zanin ku xeflet \u00fb xiyanet teqez herd\u00fb birane.<\/p>\n<p>Gerek zarok \u00fb ciwan bi taybet j\u00ee y\u00ean jin, nekevin xifleta dijmin, ji ber ku, dijmin wan ji xwe re dike zem\u00eenek\u00ee her\u00ee ba\u015f \u00fb bi kart\u00eene. Gerek bi taybet li ser perwerda zarok \u00fb ciwanan were sekinandin, ji bo ku \u00a0nif\u015f\u00ea n\u00fb p\u00ea\u015fbikeve \u00fb p\u00ea\u015fengtiya civaka demokrat\u00eek bike. Teqez gerek zem\u00een\u00ea xiyanet\u00ea \u00fb s\u00eexuriy\u00ea were z\u00fbha kirin \u00fb hezkirina welat, di dil\u00ea mirovan de, were kur kirin.<\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>Leyla We\u015f\u00fbkan\u00ee. Di M\u00eetolojiya Gilgami\u015f de xiyaneta Enk\u00eedo pir zelal, di teyise ber \u00e7avan \u00fb ew xiyanet dibe sedema ku; gel\u00ea daristan\u00ea y\u00ea ku bi xwezay\u00ee, wekhev\u00ee, edalet \u00fb a\u015fit\u00ee jiyan dikir bi temam\u00ee wenda bike \u00fb were dagirkirin. Di v\u00ea derbar\u00ea de R\u00eaber\u00ea gel\u00ea Kurd Abdulah Ocalan, wiha \u015firove dike \u00fb di b\u00eaje: B\u00fbyera [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":1,"featured_media":73555,"comment_status":"closed","ping_status":"closed","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"jnews-multi-image_gallery":[],"jnews_single_post":[],"jnews_primary_category":[],"jnews_social_meta":[],"jnews_override_counter":[],"jnews_post_split":[],"footnotes":""},"categories":[1],"tags":[],"class_list":["post-73554","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-uncategorized"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/73554","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/users\/1"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcomments&post=73554"}],"version-history":[{"count":2,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/73554\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":73561,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/73554\/revisions\/73561"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/media\/73555"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fmedia&parent=73554"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcategories&post=73554"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Ftags&post=73554"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}