{"id":223711,"date":"2025-05-04T09:12:57","date_gmt":"2025-05-04T07:12:57","guid":{"rendered":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/?p=223711"},"modified":"2025-05-04T09:12:57","modified_gmt":"2025-05-04T07:12:57","slug":"civakbuyin-u-parastina-civake-parastina-mirovahiye-ye","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/?p=223711","title":{"rendered":"Civakb\u00fby\u00een \u00fb parastina civak\u00ea; parastina mirovahiy\u00ea ye"},"content":{"rendered":"<p><strong>Ronah\u00ee Sad\u00fbn\/Qami\u015flo<\/strong><\/p>\n<p><strong>Ji d\u00eerok\u00ea heta roja \u00eero di nava \u015fart \u00fb merc\u00ean zehmet de mirov bi civaka xwe dikar\u00ee xwe li ser piyan bihi\u015fta. \u00a0Civakb\u00fby\u00een li ser t\u00eaghi\u015ftina jiyaneke hevpar p\u00eak t\u00ea, l\u00ea ya gir\u00eeng ku dih\u00eale civakb\u00fby\u00een li p\u00ea\u015f bikeve \u00fb ji aliy\u00ea destih\u00ealatdaran ve ney\u00ea windakirin r\u00eaxistinb\u00fby\u00eena civak\u00ea ye. Civakeke bir\u00eaxistinkir\u00ee \u00fb azad j\u00ee bi avakirina pergaleke demokrat\u00eek p\u00eak t\u00ea. <\/strong><\/p>\n<p><strong>Ferd\u00ea ji civaka xwe qut b\u00fbye mehk\u00fbm\u00ea tineb\u00fbn\u00ea b\u00fbye<\/strong><\/p>\n<p>Mirov bi tena ser\u00ea xwe nikariye jiyana xwe berdewam bike. Ferd\u00ea ku ji civaka xwe qut bivaya, ew ferd mehk\u00fbm\u00ea tineb\u00fbn\u00ea b\u00fbye, ji lewma h\u00eaza civak \u00fb civakb\u00fby\u00een\u00ea yan\u00ee komb\u00fby\u00eena mirov gel hevd\u00fb, bi hevre tevgerkirin, bi hev \u015f\u00eawir kirin, xwe parastina hev esas\u00ea civaka bi h\u00eazb\u00fby\u00ee b\u00fbye. Bi \u00eefadeyeke din civakb\u00fby\u00een m\u00eena govendeke ku her kes dest\u00ea hev digre \u00fb d\u00eelaneke bi hevre dike. Ger yek kes bi tena ser\u00ea xwe govend bike \u00e7awa ye \u00fb pir mirov bi dest\u00ea hevd\u00fb bigrin \u00fb govend\u00ea bi hev re biger\u00eenin \u00e7awa ye? B\u00ea g\u00fbman co\u015fa govenda ku her kes tevl\u00ee dib\u00ea ji ya yek kes\u00ee h\u00een z\u00eadetire, enerjiya piraniyan h\u00eaza moral, hizir, avakirin \u00fb gelek ti\u015ft\u00ean din \u00ean er\u00ean\u00ee j\u00ee derdix\u00eene hol\u00ea.<\/p>\n<p><strong>Civakb\u00fby\u00een \u00fb parastin ji hev ne qutin<\/strong><\/p>\n<p>Ji v\u00ea rastiy\u00ea dema ku em derkevin r\u00ea em \u00ea bib\u00eenin ku civakb\u00fby\u00een \u00fb parastin di rastiya mirov de bi hevd\u00fb ve gir\u00eadayiye \u00fb mirov nikare wan ji hevd\u00fb qut bike. \u00e7iqas civakb\u00fby\u00een ewqes parastin, \u00e7iqas parastin ewqas heb\u00fbna civak bi h\u00eaz dibe. Rola jin j\u00ee di van herd\u00fb xalan de roleke sereke ye. Gotina ku dib\u00eaje jin jiyane ji xwe de nehatiye gotin. Jin bi tena ser\u00ea xwe m\u00eena gerd\u00fbneke ku xwed\u00ee taybetmendiy\u00ean dewlemend e. Ev \u00e7i di war\u00ea taybetmendiy\u00ean xwe y\u00ea xwezaya biyoloj\u00eek de dibe, \u00e7i di war\u00ea taybetmendiy\u00ean xwe y\u00ea hestyar\u00ee \u00fb hizr\u00ee de dibe. Ev taybetmendiyana hi\u015ftiye ku jin li hember\u00ee jiyan\u00ea h\u00een z\u00eadetir hi\u015fyar be \u00fb di aliy\u00ea parastin\u00ea de li p\u00ea\u015f be.<\/p>\n<p><strong>B\u00fbyera civakb\u00fby\u00een\u00ea di jiyana mirovahiy\u00ea de awarteyek\u00ee d\u00eerok\u00ee b\u00fbye<\/strong><\/p>\n<p>Mirovat\u00ee, ji destp\u00eaka heb\u00fbna xwe \u00fb heya roja me ya \u00eero her di l\u00eager\u00eena naskirina \u00e7avkaniya heb\u00fbna xwe de ye. Bi hezar\u00ean salan m\u00eena zarokek\u00ee\/\u00ea ku bi her ti\u015ft\u00ee re dikene \u00fb \u015fadibe jiyaye. Ji ber ku tevah\u00ee heb\u00fbn\u00ean li derdora xwe, m\u00eena xwe zind\u00ee h\u00eeskiriye. Mirovat\u00ee dem\u00ean xwe y\u00ean her\u00ee dijwar di avab\u00fbna xweb\u00fby\u00een\u00ea de ye, yan\u00ee di dem\u00ea civakb\u00fby\u00een\u00ea de jiyan kiriye. Dayika ku civak li derdora xwe kom dikir \u00fb m\u00eena mamostey\u00ea ji \u015fagirt\u00ean xwe re r\u00eak\u00fbp\u00eak\u00ean jiyan\u00ea y\u00ean destp\u00eak\u00ea dida nas\u00een, bi h\u00eaz\u00ean xwe y\u00ean afir\u00eener, bi ked \u00fb zehmetiy\u00ean pir mezin, civak ber bi civakb\u00fby\u00een\u00ea ve bir. Ger ku jiyana mirovat\u00ee hetan\u00ee roja me ya \u00eero hatiye \u00fb dom kiriye, ew dey\u00eendar\u00ea v\u00ea rast\u00eey\u00ea ye. Ji ber ku b\u00fbyera civakb\u00fby\u00een\u00ea di jiyana mirovat\u00ee de awarteyek\u00ee d\u00eerok\u00ee b\u00fbye.<\/p>\n<p><strong>Civakb\u00fby\u00een li ser t\u00eagihi\u015ftina jiyaneke hevpar p\u00eak t\u00ea<\/strong><\/p>\n<p>Di nava \u015fart \u00fb merc\u00ean zehmet de mirov bi civaka xwe dikar\u00ee xwe li ser piyan bihi\u015fta. P\u00eevan\u00ea civakb\u00fby\u00een\u00ea j\u00ee ger ku neb\u00fbya, w\u00ea ti\u015ftek\u00ee ku civak li gel hevdu bihi\u015fta w\u00ea neb\u00fbya. Ji ber ku civakb\u00fby\u00een bi xwe p\u00eevana t\u00eak\u00eeliya kesayet bi civak\u00ea re \u00fb ya civak bi kesayet re ye, ev yek j\u00ee li ser t\u00eagihi\u015ftina jiyaneke hevpar p\u00eak t\u00ea. Ya ku ev p\u00eevan bi mirov \u00fb civak\u00ea da qezenckirin j\u00ee \u00e7anda\u00a0jin ya xwedawend\u00eetiy\u00ea\u00a0b\u00fb. Gelek bermahiy\u00ean ku di roja me ya \u00eero de ketine dest, v\u00ea rastiy\u00ea \u00eesbat dikin.<\/p>\n<p><strong>Civakb\u00fbn taybetmendiya her mirovek\u00ee\/\u00ea ye <\/strong><\/p>\n<p>Jiyan maf\u00ea her kes\u00ee ye \u00fb daxwaza ku mirov bi civaka xwe re jiyan bike, di her mirovek\u00ee de heye. Ji lewma dema ku \u00eari\u015f li ser van daxwazan t\u00ea \u00e7\u00eakirin, mirov dikeve rew\u015fa xwe parastin\u00ea de. L\u00ea p\u00eadiviya xwe parastin\u00ea di her dem\u00ea de li hember\u00ee heman sedeman ne hatiye \u00e7\u00eakirin. M\u00eenak di civaka neolot\u00eek\u00ea de mirov li hember\u00ee \u015fert \u00fb merc\u00ean xwezay\u00ee y\u00ea zehmet p\u00eadiviya bi xwe parastin\u00ea did\u00eet, lewra her ku mirov dihizir\u00ee di war\u00ea parastin\u00ea de xwe p\u00ea\u015f bixe am\u00fbr\u00ean n\u00fb diafirand. L\u00ea mixabin heya ku mirov xweza naskir \u00fb \u015f\u00eawaz\u00ean xweparastin\u00ea y\u00ea bi gelek rengan peyda kir, v\u00ea car\u00ea mirov li hember\u00ee p\u00eadiviya xweparastin\u00ea ya li hember\u00ee hevd\u00fb d\u00eet. Ev p\u00eadiv\u00ee encam\u00ea p\u00ea\u015fketina pergala desthilatdar ya bi hi\u015fmendiya m\u00ear a bi r\u00eabaz\u00ean \u00eari\u015fkar \u00fb talankar p\u00ea\u015f ket.<\/p>\n<p><strong>Li hember\u00ee xeta desthilatdariy\u00ea; civaka demorat\u00eek <\/strong><\/p>\n<p>Pergala m\u00ear ya ku li hember\u00ee \u00e7anda dayik\u00ea p\u00ea\u015fket her ku \u00e7\u00fb b\u00fb belaya ser\u00ea mirovatiy\u00ea. Ji xwe de bindestiya jin bingeh\u00ea hem\u00fb bindestiyan ne. Ger mirov pergala desthilatdar ya p\u00eanc hezar salan l\u00eakol\u00een bike w\u00ea bib\u00eenin ku \u00e7awa bindest\u00ee di \u015fexs\u00ea jin\u00ea de her ku \u00e7\u00fb k\u00fbr b\u00fb \u00fb ev bindest\u00ee b\u00fb rew\u015fa tevay\u00ee civakan. D\u00eerok bi \u015fer\u00ean van her d\u00fb xetan, xeta desthilatdar\u00ee \u00fb xeta civaka demokrat\u00eek heya roja me ya \u00eero hatiye. Herwiha li hember\u00ee \u015fert\u00ean xwezay\u00ea h\u00eaza civakb\u00fby\u00een\u00ea li gel mirov b\u00fbye sedem\u00ea xweparastin\u00ea \u00fb serkeftin\u00ea, li hember\u00ee \u00eari\u015f\u00ean desthilatdar j\u00ee civak\u00ean ku xwe sipartine h\u00eaza xwe ya cewher\u00ee \u00fb bi yekb\u00fby\u00eena xwe ya civak\u00ee sekin\u00eene kar\u00eeb\u00fbne xwe li hember\u00ee \u00eari\u015fan bipar\u00eazin \u00fb azad jiyan bikin.<\/p>\n<p><strong>H\u00eaza zaneb\u00fbn \u00fb t\u00eagihi\u015ftina azadiy\u00ea di xwebir\u00eaxistinkirina civakan de ye <\/strong><\/p>\n<p>Civak\u00ean ku bi \u00eari\u015f\u00ean desthilatdaran \u00fb pol\u00eet\u00eekay\u00ean wan per\u00e7eb\u00fbne, ev civakana mehk\u00fbm\u00ea tinekirin\u00ea, belavkirin, hilandin \u00fb xwe jib\u00eerkirin\u00ea b\u00fbne. Li hember\u00ee \u00eari\u015f\u00ean desthilatdara \u00fb f\u00ealbaziy\u00ean wan berxwedaniy\u00ean civakan \u00e7\u00eabibin j\u00ee, l\u00ea rastiya d\u00eeroka v\u00ea pergal\u00ea tecr\u00fbbeyeke da civakan ku \u00ead\u00ee her civak dizane ku berxwedan\u00ee \u00fb xweparastin ten\u00ea bi h\u00eaza f\u00eez\u00eek\u00ee t\u00ear\u00ea nak\u00ea, ji xwe ev di tu deman de j\u00ee neb\u00fbye bingeh\u00ea serkeftin\u00ea. H\u00eaza zaneb\u00fbn \u00fb t\u00eagihi\u015ftina azadiy\u00ea ew h\u00eazeke bingehe di xwebir\u00eaxistinkirina civakan de ye. Xwer\u00eaxistinkirineke bizaneb\u00fbn bingeh\u00ea serkeftin \u00fb azadiya w\u00ea civak\u00ea ye. Her civakeke li gor\u00ee \u015fert \u00fb merc\u00ean dem\u00ea p\u00eaw\u00eestiya xwe ya guhertin \u00fb veghertin\u00ea heye.<\/p>\n<p><strong>Civak\u00ean li du doza azadiy\u00ea ne p\u00eaw\u00eest e xwe bir\u00eaxistin bikin<\/strong><\/p>\n<p>Pergala desthilatdar her dem ji bo ku desthilatdariya xwe bi h\u00eaz bike, xwe di gelek forman re derbas kiriye, her demek\u00ea bi formeke n\u00fb, bi r\u00eabaz \u00fb takt\u00eek\u00ean c\u00fbda ji bo ku serweriya xwe li ser civakan ava bike, di nava t\u00eeko\u015f\u00eenek\u00ea de b\u00fbye. Foram niha j\u00ee ya ku ev pergal li ser w\u00ea jiyan dike, forma modern\u00eeteya kap\u00eetal\u00eeste ya ku bi p\u00ea\u015fk\u00ea\u015fkirina mod\u00eala dewlet-netew dixwaze ku tevay\u00ee civakan serwer bike. Ji lewma civak\u00ean ku bi du doza xwe ya azadiy\u00ea de ne p\u00eaw\u00eest e ku li hember\u00ee v\u00ea yek\u00ea bi enternat\u00eef\u00ean xwirt xwe bi r\u00eave bive, heb\u00fbna xwe bipar\u00eaze \u00fb h\u00eaza xwe bi r\u00eaxistin bike.<\/p>\n<p><strong>W\u00ea jiyana azad bi avakirina pergaleke demokrat\u00eek p\u00eak b\u00ea <\/strong><\/p>\n<p>Yek ji sedem\u00ean ku \u00eero Rojhilata Nav\u00een di nava qeyran\u00ea de jiyan dike, sedem\u00ean neguhertina hi\u015fmendiy\u00ea b\u00fb. Ev hi\u015fmendiya ku di bin bandora hin qalib\u00ean weke ol\u00ee, mezheb\u00ee \u00fb zayend\u00ee de jiyan dike \u00fb ji ber ku van qalib\u00ean xwe derbas nake \u00fb \u015fore\u015feke di war\u00ea fikr\u00ee de p\u00ea\u015f naxe. Ev b\u00fbye zem\u00eeneke ku h\u00eaz\u00ean desthilatdar xwe li ser ava bike. L\u00ea \u00ead\u00ee dem hatiye ku gel\u00ean Rojhilata Nav\u00een ji sedem\u00ean ku ew pa\u015fde dik\u015f\u00eene \u00fb nah\u00eale ku bibe xwed\u00ee jiyaneke azad, jiyana azad j\u00ee encex bi avakirina pergaleke demokrat\u00eek p\u00eak b\u00ea. Ji bo avakirina pergaleke demokrat\u00eek p\u00eadiviya naskirina pirsgir\u00eak, anal\u00eezkirin \u00fb \u00e7areserkirina wan bi perspekt\u00eefeke n\u00fb heye. Ev perspekt\u00eef ji aliy\u00ea R\u00eaber Apo de pir berfireh hatiye dan\u00een, l\u00ea y\u00ea ku v\u00ea perspekt\u00eef\u00ea bi tevay\u00ee gelan bide p\u00eakan\u00een, rola v\u00ea ya pirat\u00eek\u00ee j\u00ee dikeve ser mil\u00ea civaka kurd \u00fb em dib\u00eenin ku \u00eero civaka kurd bi v\u00ea rol\u00ea radibe.<\/p>\n<p><strong>Azadiya civak\u00ee dibe azadiya netew\u00ee j\u00ee<\/strong><\/p>\n<p>Sedem\u00ea ku civaka kurd j\u00ee bi v\u00ea rol\u00ea radibe ew e civaka kurd ji civak\u00ean destp\u00eak\u00ea y\u00ea ku li ser van axa jiyan kiriye. Herwiha \u00a0civaka ku bi her gelek\u00ee re dan\u00fbstend kiriye, \u00e7anda neolot\u00eek\u00ea bi xwe li ser civakan belav kiriye. Civaka kurd j\u00ee civakeke ku bi salan ji mirovatiy\u00ea re derg\u00fb\u015f\u00ee kiriye, li gel ku ji civak\u00ean destp\u00eak\u00ea y\u00ea ku li ser axa Mezopotamyay\u00ea jiyan kiriye. Di heman dem\u00ea de ji civak\u00ean ku her\u00ee z\u00eade bi \u00e7anda jin xwed\u00ee b\u00fbye \u00fb ji civak\u00ean ku her\u00ee z\u00eade li hember\u00ee \u00eari\u015f\u00ean desthilatdar r\u00fb bi r\u00fb hatiye. Bi salan hatiye bindestkirin, bi gelek komkujiyan re r\u00fb bi r\u00fb maye, gelek caran ser\u00ee hilda be j\u00ee, bi binkeftin\u00ean tirajed\u00eek bi encam b\u00fbye. H\u00eaza civakb\u00fby\u00een di kurda ew li ser piya hi\u015ftiye. Azadiya civak\u00ee dibe azadiya netew\u00ee j\u00ee. \u00cero em dib\u00eenin ku civaka gel\u00ea kurd ji civak\u00ean her\u00ee z\u00eade y\u00ea ku jin t\u00ea de di nava t\u00eeko\u015f\u00een\u00ea de bi awayeke \u00e7alak cih\u00ea xwe digrin.<\/p>\n<p><strong>Civakeke azad bi jina azad p\u00eakan e<\/strong><\/p>\n<p>\u00cero roj li Bakur \u00fb Rojhilat\u00ea S\u00fbriy\u00ea s\u00eestema Xweseriya Demokrat\u00eek p\u00ea\u015f dikeve. Bingeh \u00fb derfet\u00ean \u00e7areseriya xweseriya demokrat\u00eek j\u00ee her ku di\u00e7e ji bo pirsgir\u00eaka tevah\u00ee Rojhilata Nav\u00een modeleke \u00e7areseriy\u00ea derxistiye hol\u00ea. Sedem\u00ean p\u00ea\u015fketina xweseriya demokrat\u00eek ew e ku m\u00eena hizir\u00ean desthilatdar nahizirin, jin pa\u015fguh nakin \u00fb her p\u00eakhateyek\u00ee bi maf dike. Pergala m\u00ear ya desthilatdar herdem ji bo kolekirina civakan gotine destp\u00eak\u00ea li jin bixin. L\u00ea t\u00eako\u015f\u00eena ku bi felsefeya R\u00eaber Apo p\u00ea\u015fktet, li hember\u00ee v\u00ea feraset\u00ea dib\u00eaje; ji bo civakeke azad \u00fb demokrat\u00eek, destp\u00eak\u00ea p\u00eaw\u00eest e ku jin xwe bi h\u00eaz bikin \u00fb tevay\u00ee jinan rakin ser piyan. Li Rojava ji bo parastina nirx\u00ea civak\u00ea, azadiya gel \u00fb jin\u00ea \u00een\u015fakirina pergala demokrat\u00eek di qada parastin\u00ea de j\u00ee bi \u00e7alak dibe.<\/p>\n<p><strong>H\u00eaza mezin h\u00eaza civak\u00ea ye <\/strong><\/p>\n<p>Dema li Rojava amadekariy\u00ean pergala xweseriya demokrat\u00eek dihatin kirin gelek kesan digot d\u00ea \u00e7awa \u00e7\u00eabibe? Wan kesan civak b\u00eah\u00eaz did\u00eetin, civak\u00ea qels did\u00eetin. Li gor\u00ee wan div\u00ea her tim desthilatdariyeke li ser civak\u00ea hebe. Ev j\u00ee encama z\u00eehniyeteke ku bi sedan sal in t\u00ea me\u015fandin e. L\u00ea civak xwed\u00ee h\u00eazeke wisa ye ku ev hi\u015fmend\u00ee j\u00ee guhert. Yan\u00ee dema civak biryar\u00ea bide, avakirin\u00ea p\u00eak t\u00eene \u00fb h\u00eaza mezin h\u00eaza civak\u00ea ye. Li Rojava civak li gor\u00ee p\u00eaw\u00eestiy\u00ean xwe biryar\u00ea dide. Civak bi xwe pirsgir\u00eak\u00ean xwe \u00e7areser dike. Li Rojava h\u00eaza civak\u00ea ya ve\u015fart\u00ee \u00eero pir e\u015fkere derketiye hol\u00ea. Her be\u015feke civak\u00ea li gor\u00ee taybetmendiyan xwe xwe bi r\u00eaxistin dike. T\u00eako\u015f\u00een, ked \u00fb bidestxistina encam\u00ea her tim moral\u00ea dide civak\u00ea. Serkeftina niha li Rojava hatiye bidestxistin moraleke pir mezin daye hem\u00fb civak\u00ea. Pergala xweseriya demokrat\u00eek li ser h\u00eem\u00ean neteweya demokrat\u00eek bi p\u00ea\u015f dikeve.<\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>Ronah\u00ee Sad\u00fbn\/Qami\u015flo Ji d\u00eerok\u00ea heta roja \u00eero di nava \u015fart \u00fb merc\u00ean zehmet de mirov bi civaka xwe dikar\u00ee xwe li ser piyan bihi\u015fta. \u00a0Civakb\u00fby\u00een li ser t\u00eaghi\u015ftina jiyaneke hevpar p\u00eak t\u00ea, l\u00ea ya gir\u00eeng ku dih\u00eale civakb\u00fby\u00een li p\u00ea\u015f bikeve \u00fb ji aliy\u00ea destih\u00ealatdaran ve ney\u00ea windakirin r\u00eaxistinb\u00fby\u00eena civak\u00ea ye. Civakeke bir\u00eaxistinkir\u00ee \u00fb azad [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":1,"featured_media":223712,"comment_status":"open","ping_status":"closed","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"jnews-multi-image_gallery":[],"jnews_single_post":[],"jnews_primary_category":[],"jnews_social_meta":[],"jnews_override_counter":[],"jnews_post_split":[],"footnotes":""},"categories":[232],"tags":[],"class_list":["post-223711","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-civak-u-jiyan"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/223711","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/users\/1"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcomments&post=223711"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/223711\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":223713,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/223711\/revisions\/223713"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/media\/223712"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fmedia&parent=223711"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcategories&post=223711"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/ronahi.net\/ku\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Ftags&post=223711"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}