Şêniyên Qamişlo şehîdên 18ê Gulanê  bîr anîn

55

Darîn Silê/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên 18ê Gulanê bi durişma “Şehîdên Me Rûmeta Me Ne, Bijî Berxwedana Gerîla” meşek li dar xistin.

Meş saet 9`ê sibehê ji zîvroneka Meşte Nûr dest pêkirin heta goristana Ş. Delîl Saroxan bidawî kirin.

Di meşê de gel banga azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker şermezar kir.

Li ser vê rojê hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Masûm Hesen, ev nirxandin kir; “Em vê rojê di serî de li Rêber APO û tevayiya gelê xwe, bi taybetî malbatên şehîdan pîroz dikin. Di 18ê Gulanê de piştî şehadeta heval Heqî Qerar, hevalên wî li ber du biryaran bûn, yek jê kuştina sûcdaran ne, ya din jî avakirina partiyekê ye ku ji bo mafê gelê Kurd biparêze. Biryara ku hevalên Ş. Heqî Qerar hilbijartin ewe bû ku, tola hevalê xwe hildin ya din jî avakirina partiya Karkerê Kurdisatan (PKK) bû.”

Masûm Hesen di dawiya axaftina xwe de hemû hevalên şehîd Heqî Qerar yên ku îro li çiyayên azad li hember dijmin li ber xwe didn bîr anî û serkeftin ji berxwedana wan re xwest. Herwiha Masûm got; heta xaka Kurdistanê azad nebe, pirsgirêkên Rojhilata Navî çareser nabe.