“Emê hunerê bi hev re bikin buhara dilan”

67

Hediya HISÊN/Qamişlo

Îro di seatên sibehê de desteya Çandê ya bakur û rojhilatê Sûriyê li navenda Mihemed Şêxo Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo, bi durişma “Pirrengiya Me Jêdera Bedewî û Hêza Me Ye, Emê Hunerê Bi Hev Re Bikin Buhara Dilan” hevdîtina Rojava ya huner û şêwekariyê ya sisiyan li dar xist.

Pêşengeh bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin, piştre Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê Telet Yûnis vekirina pêşengehê pîroz kir û got; “Di serî de em vê hevdîtina Rojava li şehîdên berxwedêr û malbatên wan, pîroz dikin. vekirina pêşrngehên bi vî rengî çand û hunera civakê pêş dixe û diparêze.”

Di dawiyê de Telet Yûnis vekirina pêşengehê li komîta amadekar jî pîroz kir.

Herwiha li ser navê desteyê jî Ronahî Hesen diyar kir ku huner rengek ji rengên aşîtiyê ye. Ronahî bi dilxweşî bixêrhatina mêvanan kir û got; “Hevdîtina Rojava ya sisiyan li gelê û şehîdên azadiyê pîroz dikim. Em bi hêvîne ku pêşengehên bi vî rengî berdewam bin, lewra bingeha pêşxistina çand û hunera civakê ye.”

Bernameya hevdîtinê wiha ye

Hevdîtin ji 6 heta 31ê Gulanê dewam dike û wê li ser sê beşan be. Yek jê beşê sempozyom ku 23`ê hunermend li bajarê Tebqayê tevlî bûn ji 6 heta 11 Gulanê dewam kir. Beşa duduyan ji hevdîtinê wê pêşengeha wêneyan be ku têde 110 hunermend tevlî bûn wê ji 18 heta 30`ê Gulanê li bajarê Qamişlo wê dewam bike yan sisiyan jî dayîna sê semînera ye.

Şêwekar Mûnîr Şêxê ku ew her sal tevlî pêşengehê dibe li ser kevala ku xêz kiriya ji me re wiha axivî: “Ez her sal tevlî pêşengehê dibim. Kevala min ya îsal li ser şervanên Rojava ne. di kevalê de min wêneyê 7 şervana xêz kiriya nameya wê ewe ku ji cîhanê re bidim diyar kirin ku pêkhatiyên herêmê wek bedenekî bi hev re xaka xwe diparêzin.”

Deriyê pêşengehê seat 9`ê sibehan heta 9`ê êvarê pêşiya mêvanan vekiriye.