Dîroka ziman

41

Wêjeyek devokî afirand kurdan

Berî nivîsê bi hezarê salan

Çanda Aryan li kevanê hildan

Bi zimanê Medî nivîsî Zeredeşt
Avêsta pîroz kir stûn û beşt
Ronî kir bajar hem gund û deşt

Destan û çîrok , bi zimanekî şêrîn
Kevnar û binirx, tîpên zêrîn
Tê de êş û jan, ji bîr neke birîn

Demekê Mîxî, demekê Fehlewî
Goranî tev li hev bû, got wax û wî
Şêr bû wek şîr , ma dibe wek wî

Ziman pişaftin, tîp hat guhertin
Hest, raman û mejî hatin girtin
Kesekî zana, ji me re bê dîtin

Dost û heval, tev li hev civîn
Apê Osman, Qedrî û Cagerxwîn
Mîr Celadet ji bo me kir vejîn

Bi tîpên Latînî nivîsandin gotar
Wêje û helbest, ji bilî giramar
pazdê Gulanê, bû cejin bû bihar

Ziman rizgar bû, çiqas dewlemend
Me kir zana, bi ziman aqilmend
Ji mêj ve xebat, bi kurdî bawermend

Şama Mihemed