Wêneyên li ser textan

54

Wergêr Cemal Hacî ji bajarê Sine ye. Pênc pirtûkên bi Farisî wergerandine Soranî û du pirtûkên Soranî jî wergerandine Farisî. Di heman demê de bi Soranî romanek jî nivîsandiye. Lê vê dawiyê, em wî bi şêwekarî û nîgarkêşiyê nas dikin û dibînin.

Ew li ser textan bi elektrîkê wêneyên mezinên Kurdan çêdike. Heta îro wî wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd şehîd Sakîne Cansiz, serokê yekem yê tevgera Komala şehîd Fuat Mistefa Sultanî çêkirine. Wî wekî din, wêneyên helbestkar Şêrko Bêkes û gelek kesayetên din jî xelas kirine.

Ew dibêje, “Ez dixwazim nexşeyeke Kurdistanê li ser textekî berê wî 4 metre û 3 metreyan jî bilind çêkim. Li ser vê nexşeyê jî 70 bajar û 70 mezinên Kurdan wê bêne xuyakirin.” Cemal Hacî dixwaze vê tabloyê bajar bi bajar bigerîne û paşe jî diyarî saziyeke neteweyî bike.

 

Ozgûr Polîtîka