Sûriye li çareserî û demokrasiyê digere

56

Zekî Bedran

Li Rojhilata Navî pêvajoyeke ronakbûn û reforman çênebû. Ji ber wê baweriyên çandî yên olî û tevgerên miliyetgir yên dewlet-neteweyan pêş xistîn serdest bûn. Navendên hişk yên dewlet-neteweyan bû sedem ku hişmendiya yekperestî û rejimên otorîter bibandor bin. Ji ber ku hêzên hundir pêş neketin û têkoşîna îdeolojîk, demokratîk û çînayetî lewaz man, karê rejimên otorîter hêsan bû. Destwerdana dewletên mêtîger û emperyalîst ya herêmê, herwiha sepandinên kapîtalîzmê nakokî kûrtir kirin. Têkiliya van rejimên zordar yên hevkariya bi emperyalîzmê re wisa kir ku temenê wan dirêj bibe.

Nerazîbûna gel ya 2010an ya girseyî Rojhilata Navî xist pêvajoyeke nû. Digel ku van tevgeran rejim hejandin û hin hikumet xistin, îredeya gelan bibandor nekirin. Lewre ev tevger ne birêxistinkirî bûn. Ne xwediyên rêbertiyên xurt û bernameyên demokratîk bûn. Weke li Sûriyê ber bi şerekî wêranker û destwerdana derve ve çû. Rewşa Iraqû li holê ye. Yeman di nava şerekî navxweyî û pencûn destwerdana derve de ye. Libya di heman rewşê de ye. Axaftina li ser van tevan mijara xebateke din e.

Em dixwazin hinekî li ser rewşa Sûriyê rawestn. Çawa ku tê zanîn Sûriye mêtîngeheke Fransa bû. Salên 1936’an Fransa û Tirkiyê li hev kirin û herêmên weke Antakya ji Tirkran re hiştin. Pêvajoyeke siyasî ya tevlîhev dest pê kir. Piştî salên 1960’î bi giranî miliyetgiriya Ereban û desthilatdariya Be´esê mohra xwe li pêvajoyê dan. Be´esê sîstema yekpartî ava kir. Li şûna ku rê ji civakeke demokratîk re veke, di binê desthilatiya Hafiz Esed de sîstemeke otorîter û milietgiriya Erebî ava bû. Vê sîstemê rê neda ku rêxistnên sîvlî-civakî, partî û fikrên cuda pêş bikevin. Miliyetkirî ewqas pêş ket ku navê dewletê kirin Komara Erebî ya Sûriyê. Halbikû li Sûriyê ji bilî Ereban gel û civakên din hebûn. Dewlet li şûna ku pêdiviyên gel pêk bîne û bibe mekanîzmayeke rêvebirina kar, bû amûreke wisa ku gel xizmeta wê bike û li ser her tiştî serdest be.

Ev sîstem ji ber ku ji demokrasiyê re girtî bû, firset neda rêxistinên cuda û rexneyan. Daxwaziyên demokratî, rexne û nêrînên cuda tev hatin serkutkirin, qedexekirin û bi xiyanetê hatin binavkirin. Xwediyên fikrên cuda yan hatin kuştin yan di zindanan de riziyan, yan ji welat reviyan. Bi vî awayî sîstemeke li gorî keyfa yên desthilatdar derket meydanê. Ti kesî nikarî rêveberan rexne bike û hesab bipirse. Îradeya gel hat bêdengkirin. Êdî dewlet bû çavkaniya her xerabiyê. Vê zordestiyê civak ji eyarên wan derxistin û afrîneriya wan kor kir. Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Durzî û civakên din ko doza nasname û çandên xwe kirin, gefa kuştin û qirkirinê li wan hat xwarin. Di warê aborî de jî gel ji xizaniyê rizgar nebû. Jixwe li derveyî siyasetê mabûn. Sîstemeke ku ji gel re digot, desthilatî, rêveberî û bikaranîna çavkaniyên aboriyê karê min in, tu sirf bixebite ku zikê xwe têr bikî. Girseyên gel ji bo kar ji gund û taxên xwe qut bûn û berê xwe dan bajaran yan jî welatên derve.

Rewşeke wisa derket, li saziyên dewletê, bê bertîl û bê piçûkxistin gel nikarî karê xwe bimeşîne. Baweriya gel ya bixwe şkestibû. Li şûna ku bibe welatiyekî dewletê yê azad û wekhev, bûbû koleyê wê. Tişta ku dewletê dixwest jî ev bû.

Ev hişmendî îro li Sûriyeya hilweşiyayî jî derdikeve pêşiya me. Hişmendiya Be´e û desthilatiya wê xwe li derveyî rexne û hesabpirsînê dibîne. Çawa ku li hemberî vê roxînê, şerê navxweyî û ji dagîrkeriyê re vekirî ti berpirsiyariya wê tinebe tev digere. Weke berî 2011an dixwaze hakimiyeteke mûtleq ava bike û gel stûyê xwe jê re xwar bike. Hê hebûna Kurdan û mafên wan nas nake. Hê qebûl nake ku partî û nêrînên cuda xwe bi rêxistin bikin. Di hişmendî û zêhniyeta rêveberiyê de ti guhertin çênebûne. Ev hişmendî ne dikare tiştekî bide gelê Sûriyê û ne hêviya pêşrojê jê heye. Ji ber wê kesên li Sûriê azadî û demokrasiyê dixwazin, kesên dixwazin bi ked û îradeya xwe bişîn, kesên kedkar, jin û ciwan, rewşenbîr û hunermend divê di projeya Sûriyeya demokratîk de bigihin hev û derketina ji vê tengezariyê erkê wan yê pêşî û sereke ye.