Şêniyên Taxa Teyî êş û hêviyên xwe vedibêjin

39

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Piştî rizgarkirna taxa teyî ji çeteyan girêdayî hikumeta Şamê ve, şêniyên Taxê diyar kirin, ku di bin serweriya çeteyên “Parastina Niştimanî” de gelek astengî ditîne. Şêniyan bang li Rêveberiya Xweser kir, ku zû saziyên xwe li taxê veke, pirsgirêk û zehmetiyên bi hebûna çeteyan li taxê derketibûn, çareser bikin.  

“DEBARA JIYANÊ PIR ZEHMET BÛ”

Derbarê rewşa li taxa teyî de welatiyê bi navê Ebudlah Enter, bûyerên berî rizgarkirinê wiha bi bîr xist:”dema ku tax dibin serweriya çeteyên “Parastina Niştimanî” de bû, me gelek astengî ji bo debara jiyana xwe didît. Hebûna wan, şertûmercên jiyanê ji hemû aliyan ve xerab dikir; Me cereyên gazê nedidîtin, çetan di dizîn û bi bihayeke giran dihatin firotin. Ji ber wê em jî neçar diman, ku cereyan bi wê bihayê bikirin. Nan jî nedihat bi dest xistin û bi 1000 lêrê  sûrî dihat firotin. Herwiha Li ser bendên kontrolê yên çeteyan, gelek astengî ji şênî û bazirganan re derdiketin. Pirsgirêka qutbûna avê jî bi dehan sale di taxê de dewam dike, ti çareserî jê re nedikirin. Hêviya me ewe ku saziyên Rêveberiya Xweser bi rêxistinî li taxa me jî dest bi karê xwe bikin.”

PENABERTÎ, ZOR Û ZILMA ÇETEYAN

Jina penaber ya ji bajarê Serê Kaniyê Meha Ehmed ku li Taxa Teyî dimîne li ser heman mijarê, zehmetiyên jiyana malbata xwe wiha bi lêv kir :”Dagîrkeran malên me desteserkirin, em jî penaber bûn û hatin vê taxê. Alîkariyên ku ji aliyê rêxistina Mafê Mirovî ji penaberan re dihatin û dikeftin destê çeteyên Parastina Niştimanî. Ev alîkarî li me belav ne dikirin û li ber çavên me li sûkên taxê dihatin firotin. Digel penaberiyê zordestiya çeteyan jî, debara jiyanê zehmetir dikir. Hêviyên me bi jiyaneke xweş nemabû. Lê niha em dîsa bihêvî bûn û daxwaza me ewe ku zû komîn li taxa me jî ava bibin, kar û xizmetê ji bo şêniyên taxê destpê bikin.

BI SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER RE EMÊ VÊ REWŞÊ BIGUHERIN 

Dermanfiroşê bi navê Mihmed Ehmed Elî jî wiha nirxand: “Taxa me ji xizmetguzeriyan bêpar bû. Ji 1980î ve, ti kar ji aliyê saziyên hikumeta Şamê ve, li taxê nedihat kirin. Herwiha ji ber hebûna çeteyên “Parastina Niştimaî” me dikarî hinek cureyên dermanan bi dest bixin. Li taxê jî ti navendên tenduristiyê tine bûn. Ev yek tenduristî û jiyana wan dixist xeterê. Hêvîdar im ku ew rewşa xerab were guhertin. Emê li gel Rêveberiya Xweser alîkarbin heta ku taxa me pêş bikeve.”