Şênî: Rêveberiya Xweser îradeya me ye

41

Navenda Nûçeyan /Qamişlo

Projeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û bi awayekî berfireh hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Şerkes, Suryan, Ermen û Turkmen hembêz kir. Ji ber cihek di nava rêveberiyê de da hemû pêkhate û beşên civaka Sûrî.

Têkildarî mijarê şêniyên bakur û rojhilata Sûrî nêrînên xwe ji Rojnameya me re anîn ziman û gotin ku gelo çima heta niha Rêveberiya Xweser ji aliyê navneteweyî ve fermî ne hatîye qebulkirin!

Welatiya bi navê Newroz Hemê ku ji gundê herêma Şêxo yê girêdayî navçeya Amûdê, têkildarî mijarê wiha got: “em fêm nakin ka çima heta niha itîraf bi Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî de nehatiye kirin. Rêveberiya Xweser çareseriya tekane ji aloziya Sûriyê re ye. Xwestekên gel pêk tîne. Hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryan di nava xwe de hembêz kiriye. Em jî dixwazin weke hemû gelan mafên xwe bidest bixin. Ma heta kengî wê maf û îradeya gelê Kurd were binpêkirin! Rêveberiya Xweser îradeya me ye û rêya tekane ya maf û azadiya gel bidestxistinê ye.”

Her wiha welatiyê bi navê Safwan Delly jî wiha got: “ sedema ku heta niha itîraf di aliyê navneteweyî de bi Rêveberiya Xweser nehatiye kirin ewe ku, dijminên mirovahiyê baş dizanin ku Rêveberiya Xweser bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Tirsa wa ewe, ku ev pergale dê maf û azadiya gelan bidest bixe  û ew tekane rêya çûna ber bi azadiya gelan ve ye. Sîstema desthilatdar ya dewletê naxwaze ku gel azad bibe û mafên xwe yên azadiyê bidest bixin. Lewra ji alîyê dewletên navnetewî Rêveberîya Xweser wek vîna gel bi fermî nayê qebûlkirin.”