Şehîd Mistefa: Bi perwerdê divê em nifşeke walatparêz biafirînin

66

Hediya HISÊN/Qamişlo

Şehîd cangoriyê  welat , dîrok û mafê gelê xwe ye û li nerxê azadiyê xwedî derdikevin. Gelên bin dest bi saya keda şehîdên xwe dibe xwedî nasname. Şehîd Mistefa jî lehengek ji lehengên tekoşîna çiyayên Kurdistanê yên azad e. Bi xebata xwe, destaneke serfiraziyê ji dîrokê re hişt.

DARA AZADIYÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN TÊ AVDAN

Şehîd Mistefa di malbateke welatparêz de, di sala 1962an li Qamişlo ji dayîk dibe. Ji temenê xwe yê biçûk ve, bi kesayeteke aram û jîr tê naskirin. Ji ber xizaniyê nikare dibistanê bi dawî bike û di refa 9an de, dest bi kar dike. bi temenke biçûk dizewice û dibe xwediyê 4 zarokan (Rêzan, Rêber, Mezlûm, Egîd). Bi çirûska fikir û felefiya Rêber Ocelan li rojavayê Kurdistanê, Şehîd Mustefa nêzîkî PKKê dibe û mala xwe dike qadek ji qedên xebatê. Bi rengeke rêxistinî weke endamekî çalak di nava partiyê de xebat dike.

EGER EM PARASTINA XAKA XWE NE KIN WÊ KÎ BIKE!”

Sala 1986an, Mistefa biryara tevlîbûna PKKê dide û bi komek hevalên xwe re, diçin Libnanê û perwerdeya xwe li wir dibînin . Pişt re jib o xebatan vedigere Qamişlo û li vir 4 salan xebatên gel dimeşîne. Fikr û şoreşa azadiyê, di nava gel de belav dike. Sala 1989an jî, diçe çiyayê Kurdistanê û xebata xwe li wir dewam dike. Herwiha birayê wî Îsa jî heman biryarê dide û ew jî tevlî refên gerîla dibe.  Şehîd Mistefa, kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna birayê xwe, bi nameyekê ji bavê xwe re nîşan dide. Di nameyê de dibêje; “Ez kêfxweş im ku birayê min jî derbasî çiya bûye. Emê pişta xwe bidin hev û emê şerê dijminê kurdan bikin. Li min bibûrîne, ji ber ku min barê te giran kir, lê ku em neçin û perastina xaka xwe nekin wê kî bike!”

Şehîd mistefa girîngiya perwerdeya welatparêzî teqez dikir û wiha digot “Divê zarokên me perwerde bibin, bila nifşeke welatparêz were afirandin. Divê nas bikin ku welatê me bi zorê hatiye dagîrkirin, emê bi zorê jî rizgar bikin.”

Şehîd Mistefa bi nerxên hevaltî  û hezkirin xwe ya cevherî dihat naskirin. Dema ku Partî biryar dide, ku li herêma Xerzanê jî bi cih bibe, di sala 1991an de Mistefa bi komek hevalên xwe re, berê xwe didin Xerzan’ê. Di heman sale de, li wir leşkerên dijmin erişî wan dikin û di sê çeperan de şer derdikeve. Ji ber ku şer giran dibe, du heval şehîd dikevin û Mistefa jî birîndar dibe, ji hevalên xwe re dibêje; ‘xwe xilas bikin ezê pişta we biparêzim’  lê hevalên wî ev yek qebûl nekirin û bi hevre li hember leşkerên dagirkeran şer kir. Piştî berxedaneke mezin, di wî şerî de Mistefa û hevriyên xwe tevlî karwanên nemiran dibin.

Şehîd mistefa berî ku şehîd bikeve ji hevalên xwe re dibêje bila zarokên min bi perwerdeyeke wealparêziyê mezin bibin û rêka bavê xwe bişopînin. Di konê wî de hevjîna wî jî soz da ku heta dawiyê wê têkoşîn bike û li ser rihê berxwedanê zarokên xwe mezin bike.

Hevjîna şehîd Mistefa, Necah Gulo li ser şehadet şehîd Mistefa û jiyana zarokên xwe axivî û wiha got; “Hevjînê min bi serfirazî tevlî refên bakrewanan bû, lê zarokên min ji zilma rêjîm Şamê xilasnebûn. Gelek caran destgîr dibûn û bi mehan di zindanê de diman, gelek caran jî êrişî mala me dibû û dîmenên rêbertî û yê şehêdan giş dibirin. Me soza xwe daye ku ez û zarokên xwe şopedarên rêka şehîdan bin û ez xwediya soza xwe me.”