“Qutkirina ava Firatê û bikaranîna çekên Kîmyayî amûrên qirkirinê ne”

91

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li başûrê Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirkî ya dagîrker, bi qutkirina ava çemê firatê dijberiya xwe ya li dîjî gelên Rojhilata navî û nîşanên qirkirinê, eşkere dike.

Hovitiya dewleta Tirkî ya dagîrker, li hemberê Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê û gelên rojhilata navî dewam dike. Qutkirina ava çemê Firatê jî yek ji nîşanên qirkirinê ye. Berferehbûna sûcên wê li seranserê Rojhilata Navî jî, eşkere dike ku bêdengiya hêzên navnetweyî, Tirkî hêz digire û dawî li êrişê xwe naîne.

“QUTKIRINA AVÊ SÛCEKE MIROVÎ YE”

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li başûrê Kurdistanê Alan Sîlvî, bal kişand li ser êriş û projeyên dewleta tirkî ya dagîrker û wiha bi lêv kir :”Bêgoman Erdogan çekên kîmyawî û yên qedexekirî di êrişên xwe de bi kar tine. Lê digel vê yekê jî êriş û projeyên wê li ser destê tevgera azadî puç û bêbandor in, ji ber ku di êrişan de sernakeve. Qutkirinq  çemê Firatê jî weke êrişeke qirkirinê li ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Ev sûc jî, rasterast li dijî zagonên mafê mirovan e. Bi neyînî bandor li jiyana rojane ya mirovan dike û xetereke pir mezin li ser jiyan û aboriya bi milyon sîvîlan çêdike. Ev sûc jî li ber çavê civaka navneteweyî tê kirin.”

“HELWESTÊN IRAQÊ ŞERMOKIN, KARESATEKE MIROVÎ WÊ ÇÊBIBE”

Sîlvî di axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek caran bang li hêz û rêxistinên  navneteweyî kir, ku rê li ber Tirkiyê bigirin û êrişên wê yên qirkirinê jî bidin rawistandin û bi bîr anî ku heya niha tu helwesteke navneteweyî ya bi bandor nehatiye diyarkirin.

Aalan Sîlvî bi vê peyamê axaftina xwe qedan: “Helwestên hikumeta Iraqî di derbarê van êrişan de şermok in. Divê  Iraqê weke yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî gilî li Tirkiyê bike û binpêkirinên wê rawestîne. Herî kêm dikare têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi tirkî re qut bike û zextê li wê bike ta ku rêzê li serweriya Iraqê digire. Lê ti bertek û nîşanên vê yekê ji aliyê hikumeta Iraqê nehatina kirin. Encama qutkirina avê jî di salekê de wê diyar bibe, ziwabûneke xwezayî wê belavî herêmeke fireh li Rojhilata Navî bibe  û wê sedema çêbûna karesateke mirovî çi li Iraqê, çi jî li bakur û rojhilatê Sûriyê çêbe.”