PAJK’ê hozan Mizgîn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

54

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn ya PAJK’ê bi peyamekê şehîdên meha Gulanê û şehîd hozan Mizgîn bi bîr anîn û diyar kir ku “Di roja me ya îro de li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hevrê Mizgîn hene.”

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Meha Gulanê meha şehîdan e, destanên qehremantî di vê mehê de tên nivîsandin. Şehîdên şoreşger ev meh bi xwîna xwe av da û bi xwîna wan gulên Gulanê vebûn. Bi wesîleya salvegera şehadeta şoreşger hozan Mîzgîn li hemberî hemû şehîdên şoreşê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di dîroka têkoşîna me de, di vê mehê de, qehremanên şehîd ji bo azadiya mirovahiyê, bedelên giranbuha dane. Şehadeta Hozan Mizgîn, Haqî Karer, Xalîl Çavgun, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn hişt ku ev meh di Kurdistanê de bibe bingeha jiyana nû. Dîsa di vê mehê de Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Alî Heyderyan û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin. Şewazê şehadeta van hevalan li hemberî têkoşîna azadiyê tirsa desthilatdaran nîşan dide. Di heman demê de di vê mehê de qehremanên şoreşger, Denîz Gezmîş, Yusuf Arslan, Hûseyîn Înan bi silogana ‘Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk’ ber bi kûrsiya îdamê ve meşiyan û gihîştin şehadetê. Mîrasa şehîdên şoreşger, wek lehiyekê ber bi roja me ya îro ve diherike.

Di 11’ê Gulana 1992yan de hevrê hozan Mizgîn, di bin dorpêça dijmin de têkoşîn û fedaîtî, pêwîste çawa were meşandin nîşanî me daye. Li hember rastiya mirovê ku ji çand, ziman, dîrok, ax û welatê xwe xerîb ketiye, têkoşîna vegera li cewher û axa xwe bi çanda xwe re yekbûyînê dide raber kirin. Di heman demê de hozan Mizgîn bûye kesayeteke pêşeng û hunermend û li ziman û çanda kevnar xwedî derketiye. Pabendiya azadî û nasnameya jina berxwedêr di şexsê xwe de jiyanî kiriye. Di vê wateyê de heval Mizgîn li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî ye. Di roja me ya îro de li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hevrê Mizgîn hene. Li hember dagirkeran bi şerê xwe huner afirand. Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan û di şexsê hozan Mizgîn de fermandariya şer û hunera azadiyê mezin dikin.

Bi wesîleya 11’ê Gulanê ‘Roja Bîranîna Şehîdên Çand û Hunerê’ em jî wek şopdarên pêşeng Mizgîn, Sefqan, Sîpan, Sarya, Berçem, Xelîl, Delîla, Ronahî û Yektayan, biryardariya bilindkirina têkoşîn û hunera azadiyê didin. Di serî de em bang li hemû hunermendên Kevana Zêrîn û rewşenbîrên din dikin, ku bi şêwazê derwêş û zanyaran, bibin deng û hunerê çanda jiyana azad. Huner bi têkoşînê tê xemilandin. Bi soza kû emê bi guhertin û veguhertinê jiyana nû biafirînin û pîvanên civakbûyînê bidin rûniştandin, em hemû şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd ketine, bi taybet salvegera 29an ya şehadeta şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) de careke din bi nasnameya jina gerîla ya hunermend bi bîr tînin û bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin.”

ANHA