Nadine Maenza: Sûcên Tirkiyê li Efrînê û herêmên din dewam dikin

169

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nadine teqez kir ku, Emerîka li hember sûcên Tirkiyê û çeteyên wê divê helwesta xwe zalal bike û wan ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî derxîne. Herwiha desnîşan kir ku dewletên navnetewî jî, divê statûya Rêveberia Xweser bi fermî nas bikin.

Sûc û kiryarên dermirovî yên bi destê dewleta Tirkî ya dagîrker li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê li dijî sîvîlan tên kirin, rojbiroj li ber cavên cîhanê dijwartir dibin. Komîsera Desteya Navneteweyî Ya Azadiya Olan ya Emerîkayê (USCIRF)Nadine Maenza, derbarê mijarê û karê desteyê, ji rojnameya me re axivî.

“SÛCÊN TIRKIYÊ Û YÊN ÇETEYÊN WÊ ROJBIROJ DIJWARTIR DIBIN”

Nadine Maenza bal kişand li ser rewşa herêmên dagîrkirî û gotina xwe wiha bi rêz kir :”Li ser erdê rewşa xelkên Efrînê yên ku ji ware xwe hatine derkirin, me şopand. Li gorî şopandinê, me dît ku sûcên bi destê Tirkiyê û komên radîkal yên girêdayî wê, li dijî sîvîlan bi rêjeyeke xeter bilind dibe. Bi sed hezaran sîvîl ji warê xwe derbederbûyî ne; bi hezaran xani û bi dehan perestgehên ola êzîdî, li Efrînê hatin xerabkirin. Herwiha Li ser çeteyên Tirkiyê revandin, Kuştin, Destdirêjî û desteserkirin dewam dike. Di rapora me ya salane de, rewşa herêmên di bin serweriya Tirkî û çeteyên girêdayî wê de, me bi rewşeke xeter nirxand. Ev sûc ne tenê ji aliyê me ve hatin piştrastkirin. Herwiha ji aliyê Rêxistinên Mafê Mirovan yên navneteweyî tevan jî, ev sûc hatin teqez kirin.”

“BERÊ DEMOKRASÎ HEBÛ NIHA JÎ SÛCÊN DAGIRKERAN HENE”

Nadine di axaftina xwe de nîşan kir ku, rewşa herêmên dagîrkirî ji Kongrês û Serokê Emerîka ragihandiye û li gorî rewşa pêwîst, gelek pêşniyar li hikumeta Emerîka kirine û wiha pêde çû: “Li herêmîn din yên bakur û rojhilatê Sûriyê jî, me hin civîn û hevdîtin çêkirin. Lê baweriya gelên herêmê bi siyaseta Emerîka re nema ye û mafdarin jî. Biryara Baydin di derbarê kumkujiya Ermenan de, diyardeyeke baş e ji bo netew û pêkhatiyan. Jixwe gelên cîhanê giş, dizanin ku QSD li hemberê çeteyên DAIŞê pêşengtiya cîhanê di şer de kir û ev yek jî cihê rêze ye. Lê divê em çavê civak û saziyên cîhanê vekin ku ji bilî serkeftina şer, ev pêkhatiye nimûneke ji demokrasiyê re û wekhevi ava kiri ye. Divê cîhan bizane ku, berîya dagîrkirina van herêmên ku niha lê sûc tên kirin, bi rengekî demokrasî ji aliyê gelê xwebixe ve dihatin rêvebirin.”