“li çanda xwe xwedî derkevin”

75

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Rewan Ehmed Hefsikê diyar kir ku, gelê Rojava bi tekoşîna xwe destkeftiyên mezin bi dest xistine, ji ber wê em jî divê bi hunera xwe bibin dengê şoreşa gelê xwe.

Her welatek bi çanda xwe tê nasîn. Di pêşxistina civakê de çand xwedîroleke giring e. Ji bo parastina çanda civaka xwe û  danasîna wê, ciwanê bi navê Rewan Ehmed Hefsikê (15) yê ji bajarê Amêdê, bi stiran, awaz û hestên xwe yên welatparizî ciyê xwe di dilê gelê xwe de çêkiri ye.

“EZÊ LI MÎRASA KEDA VAN MAMOSTEYAN JÎ XWEDÎ DERKEVIM”

Rewan Ehmed tekildarî heskirina xwe ji hunerê û pêşxistina wê wiha axivî: “Min 2016an dest bi hunerê kir. Malbata min hiştin ku ez ji hunerê hes bikim, bavê min jî li sazê dide. Vê yekê bandora xwe pir li min kir. Ez ji mamoste Seid Yûsiv, Ayaz Yûsiv û Birader jî pir hes dikim. Ez ked û destekdayîna bavê xwe qet ji bîr nakim û ezê li mîrasa keda van mamosteyan jî xwedî derkevim. Ez hem stiran dibêjim, hemjî li sazê û erbanê didim. Min destpêkê kursa gîtarê dît, paşê berpirsiyarê navendê ez derbasî beşa dengbêjiyê kirim. Di riya Mamoste Rojîn Bîco re, ez derbasî navenda Çand û Hunera Hûrî ya bajarê Amûdê bûm. Ez derbasî koma Ş. Bêrîtan bûm , piştî demekê ez bûm endamê Koma Ciwanên Hûrî û naha ez endamê Koma Agrî ya bajarê Amûdê me. Ez beşdarî gelek festîvalên zarokan û ahengan bûm e.”

“EM CIWAN PAŞROJA VÎ WELATÎ NE, DIVÊ EM ERKÊ XWE PÊK BÎNIN”

Rewan wiha domand: “Dijmin ji bo ku me tine bike çand û zimanê me kir hedefa xwe. Ji ber wê mixabin hunera me pir lawaz ma ye. Lê ya ku dikeve ser milê me, ewe ku em bi huner, çanada xwe gelê xwe bi cîhanê tevî bidin nasîn. 11 salan li Rojava gelê me destkeftiyên mezin bi dest xistine, ji ber wê em jî divê bi hunera xwe bibin dengê şoreşa gelê xwe. Ji bo wê huner ji min re giyanê gelê min e. Me bi salan ev çand bi hunerê parast û emê li ser vê yekê bidomînin. Herwiha divê em asta hunera xwe pêş bixin. Çimkî em Kurd xwediyê dîrokeke pir mezinin û bingehê tevayiya çandan ji herêmên me derketine.”

Rewan Ehmed Hefsikê axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji tevayiya ciwanên me re heye ku li çanda xwe xwedî derkevin. Ji ber ku em ciwan paşroja vî welatî ne, divê em erkê xwe pêk bînin.”