Kurdistaniyên başûr: PKK Parazvana Kurdayetiyê ye

131

Serbest EHMED/Qamişlo

Azad Ibrahîm: Divê helwesta gelê kurd bi qasî êrişan dijwar be; berxwedana gerîla bi dengekî bilind bê pîrozkirin û divê em dijmin têk bibin.

Li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên li ser herêmên Parastinê yên Medya; siyastvan, rewşenbîr û çalakvanên başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan. Herwiha berxwedana hêzên gerîla û YJA Starê jî pîroz kirin.

“ERDOGAN SERWERÎ Û ARAMIYÊ HERÊMÊ TÊK DIDE”

Çavdêrê siyasî yê başûrê Kurdistan Burhan şêx Reuf diyar kir, ku êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker li dijî zagonên navneteweyî ne. Herwiha pêwîstiya şkestina bêdengiya cîhanê bi lêv kir û wiha pêde çû:”Êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser Başûr, binpêkirineke ji zagonan e. Ji ber êriş û projeyên Tirkiyê, rojbiroj serwerî û aramiya li herêmê ber bi xerabiyê ve diçe. Hem Tirkî êriş û baregehan zêde dike, hem tevgera çeteyên DAIŞê bê sînor dibe û xetera wan pirtir dibe. Ji xwe êrişên DAIŞê yên vê dawiyê, peyama Tirkiyê ye ji Iraqê re. Armaca wê jî bêdengkirina Iraqê ye.”

“DIVÊ CÎVAKA NAVNETEWÎ LI HEMBER VÊ QIRKIRINÊ XWEDÎ HELWES BE”

Birhan şêx Reuf herwiha bal kişand li ser armanca êrişên qirkirinê û got: “Erdogan pirsgirik û şkestinên xwe yên li derve û hindir dixwaze, bi êriş û qirkirinê çareser bike. Pêvîste hikumeta Iraqê mafên xwe weke endama Neteweyê Yekbûyî  bi kar bînin û herdu hikumetên Iraq, li hemberê êriş û qirkirinê ji qalibê xwe yên tirsa şermok de derkevin. Li dijî dagîrkeri ya welatê xwe bisekinin. Divê civaka navneteweyî jî li dijî êriş û sûcên tirkiyê xwedî helwestek be. Êrişên li ser PKKê, êrişên li ser gelê kurd bi tevahî ne.”

“DAGÎRKER BI ÊRIŞÊN XWE HEBÛNA GELÊ KURD DIKE ARMANC”

Herwiha nivîskar Azad Ehmed derbarê êrişan de, nerazîbûna xwe û ya gelê Başûr wiha nîşan da: “Helweste gelê me, ji mêj ve diyar e û nerazîbûna xwe bi çalakiyan nîşan dide. Gelê başûr dizane ku yê êriş dike dijiminên gelanin û wê welêd dagîr bikin. Dewleta Tirkî bi hemû hêz û çekên xwe li dijî kurdan bi kar tîne. peroje û berjewendiyê wê jî kevnar in. Gelê Kurd li ku derê be, di çi demê de be, wê bibe armanca êrişên wê. Çand, dîrok, hêz û destekeftiyên gelê kurd jî li her derê dibin armanca vê dewleta faşîst.”

“GELÊ BAŞÛR BI PROPAGENDA DESTHILATÊ NAYÊ XAPANDIN”

Azad Ibrahîm helwesta partiyên başûr di derbarê êrişan şermezar kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hewlesta rewşenbîr, nivîskar û civaka başûr zelale. Lê hin paritiyên kurdî, ji bo berjewendiyên xwe dixwazin bêdengiye li ser gelê me farz bikin. Ew partî yan bê helewst dimînin, yan jî bi helwest û bernamiyên xwe dikevin bin xizmeta projeyên dewleta Tirkî ya dagîrker de. Gelê başûr bi propaganda desthilatan nayê xapandin, çalakiyên nerazîbûna gel dewam dikin. Piştgiriya xwe ji tevgera azadîxwaz û Hêzên Gerîla nîşan didin. Lê divê bertekên gelê kurd biqasî êrişên Tirkiyê dijwzr bin, divê vîna gelê kurd êrişan bişkîne û li ser asta cîhan jî xebat û têkoşîna xwe xurtir bike.”