‘Huner ne tenê qezenckirina pere ye, xwe îfadekirine’

67

Melîke Aydin

Ayşegul Kuru diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de ji ber huner û hunermend avêtin derveyê civakê 102 muzîkjenê întîxar kiriye û dema huner ji civakê bê derxistin rizandina civakî jî kûr dibe.

Ji ber pandemiyê bi hezaran hunermendên betal man, li dijî birçîbûn û xizaniyê têdikoşin. Li gorî qeydên fermî yên pêvajoya pandemiyê, 102 muzîkjenê întîxar kirine. Solîsta Koma Zoka Muzîsyen Ayşegul Kuru, bi lêv kir ku ji ber huner ji civakê hat derxistin, wê bixwe re rizandina civakê jî tîne. Herwiha li ser muzîkjen Erkan Ogur pêş ketine û wiha balkişand ser girîngiya helwesta hunermendên muxalîf: “Veşartina nasnameyan dibe sedema pêşîgirtina nîqaşên me pêşdixînin.”

‘Berê xwedî li hunerê derdiketin’ 

Ayşegulê da zanîn ku kedkarên çand û hunerê beriya pandemiyê jî bi heqdestên kêm û bê ewlede dixebitîn û wiha pê de çû: “Rexneyên li hember hikûmetê jî dibû sedema lêpirsînên qanûnî. Huner ne tenê qezenckirina pereye, xwe îfadekirine. Mafê me heye ku em fikrên xwe bêjin û vê bi karê xwe bikin.”

‘Divê ji sekna xwe tawîzê nedin’

Ayşegulê, destnîşan kir ku di demên dawî de Erkan Ogur yê bi nasnameya xwe ya muxalîf tê nasîn, di albuma wî de berdevkê serokomariyê Îbrahîm Kalin cih girt û Ayşegul mijar wiha nirxand: “Vê jî qada hunerê kir du beşan. Ez ji kesekî ku wisa bi nasnameya wî bawer bûm helwestek wisa erênî nabînim. Ji ber zextên em ji ber rêveberiyê dijîn, divê sekna mirovan hinek din saxlem be. Rexneyên hinek hunermendên muxalîf wek lînçkirina Erkan Ogur hat şîrovekirin. Min jî rexne kir. Ger ku seknek muxalîf ya hunermend hebe divê navberê bixe navbera xwe û desthilatdariyê. Divê rexneyên xwe bidomîne û bêdeng nemîne. Ji ber em li ber çavane, divê em fikrên xwe bêjin. Ez tenê ji bo mirovan kêfxweş bikim stranan nabêjim. Ger em nasnameyên xwe veşêrin, wê pêşî li nîqaşên ku me pêş dixînin, bê girtin.”

Apolîtîkbûnê diafrîne

Ayşegulê destnîşan kir ku di qada hunerê de di gelek qadan de ev nêzî 10 sal in apolîktîkbûn tê jiyîn û ev jî ji ber tirsê pêk tê û ev tişt bi lêv kir: “Hunermend Sila jî ber hinek rexne kirin, konserê wê hatin qedexekirin. Li erdnîgariya me destûr bihata dayîn gelek hunermendî dikaribû muxalefet bikira. Ya rast eve, dema mirov hinek tiştan hildiberînin divê mirov ji polîtîkbûnê dûr nabin. Rexne di xwezaya wê de heye.”

Ev ne tiştekî nû ye

Ayşegulê diyar kir ku beriya pandemiyê jî pisgirêkên aboriya hunermendan hebûye û bi pandemiyê re hîn bêtir giran bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hunermendên wek Haluk Levent ketin navberê. Kedkarên çand û hunerê fêde girtin. Ji alîkariyên dewletê jî yên nêzî wan fêde girtin. Cotstandartiyek mezin heye. Ligel hunerê, ji rêderketina civakê jî mijara gotinê ye. Çavkaniya vê jî ev e ku çanda rexneyê hatiye tunekirin. Di seranserê dîrokê de ligel hunermendê nêzî desthilatdariyê yên muxalîf jî hebûn û globalbûna civakî bilind bûye.”

‘102 muzîkjenî întîxar kir’

Ayşegulê balkişand ser pêvajoya pandemiyê ku bandor li ser hunermendan kiriye û wiha berdewam kir: “Li gorî daneyên fermî 102 muzîkjen ji ber betaliyê întîxar kirine. Ez jî di karekî dij sektorê de ku heqdestê wê di bin mûçeyê asgarî de ye dixebitim. Em nehatin dîtin, tune hatin hesbiandin. Pakêtek civakî veqetandin. Sê mehan carê min hezar TL girt. Ev tişt pêkenokek e. Gelek întîxar çêbûn, lê di çapemeniyê de kêm hat dîtin. Piştî qedexeyên mijdarê çalakiya me ya ‘ne jiyanê kovîtî biqedîne’ pêk hat. Me bi bêdengî di navbera 22.00 û 22.30’an de enstruman danî ber xwe û em sekinin. Li bajarên din jî pêk hatin. Mehek û nîv berdewam kir. Piştre me veguhert protestoya deng. Me bi şaredariya Îzmîrê re hevdîtin kir. Biçûk be jî konser organîze kirin lê ev têr nake. Întîxar encama îzolasyonê ye. encama îzolasyonê jî hunermendên dawî li jiyana xwe anîne. Îzolasyon jî rizandinê mezin dike.”