Faşîzma AKP-MHP’ê diheje!

61

Ahmet Aktaş

Bêgûman her kes zane, R.Erdogan û Bahçeli, ji bo desthilatî ji dest wan neçe, eyb û uzrê wan aşkere nebe, heta ku derfet hebe ji hev naqetin. Lê di van kêliyên dawî de, hinek nîşanên ku peywendiyên wan ber bi xerabûnê diçin tên dîtin.

Mînak a ragihandina Bahçelî ya makezagonê. Her wiha dirûşma “MHP ber bi desthilatiye dimeşe” û hwd. Heta niha dihat zanin ku stratejiya Bahçeli, bêyî ew bixwe an hinek hevalên xwe bixe rêveberiyê, li paş perdê hemû daxwazên xwe bi AKP’ê bide meşandin bû. Lê hema di van mînakan de jî aşkere tê xuyakirin ku ji bo dema pêş, dixwaze êdî yekser û aşkere bibe hevparê R.Erdogan an bi giranî êdî li şwûna AKP’ê, MHP’ê rêveberiya desthilatiyê bixe destê xwe.

Bûyera van rojên dawî ya daxwiyaniyên Sedat Peker jî gelek balkêş e. Aşkere êrîşên giran dibe ser Mehmet Agar-Aladin Çakici. Diyar dibe ku hevalbendên wan ên “rêxistinên sûc/karê qirêj û kujeriyê” jî bi hev ketine. S.Peker, serkêşê koma li gel R.Erdogan e. M.Agar-A.Çakici jî serkêşên koma li gel Bahçelî ne.

Di nakokî û pevçûnên van koman de, yê xwe xurt nîşan dide û ji aliyê raya giştî ve jî bi giranî wisa tê dîtin, aliyê MHP’ê ye. Jixwe S.Peker, berî salekê revyabû derve û berî çend rojan ji koma wî gelek kes, ji aliyê polis-jandarma ve hatin girtin. Jixwe ew daxwiyaniyên wî yên ewqas tûj li ser van girtinên hevalên wî bû.

Eger ev nakokiyên navbêna wan, gihiştibin vê asta ku ewqas bi gotinên giran fort û gefan li hev bixwin, ne dûr e ku di nêz de Bahçelî bêje “em diçin hilbijartênên pêşwext”! Ev gûman, di raya giştî de xurt e, lê şîroveyên cudatir jî û bahsa  hinek şêwazên xerabtir jî; weke kotekî/zorî jî tên kirin!

Armanca lezgîn a bi hinek dewletan ra, neyartiyê rake “dostayê” bide avakirin, her wiha êrîşên girantir dibe ser Başûr; Metîna, Zap, Avaşînê û Rojava û hwd. vana hemû, ji bo desthilatiya xwe ya li hundûr ku êdî diheje û ber bi hilweşandinê diçe, li ser piya ragire û hinekî temenê rêveberiya xwe dirêj bike.

Lê şerd û mercên heyî, wê şensê nade R.Erdogan. Ji ber ku ew maseya çareseriyê ku pêna xwe lêda qeliband, gelê kurd giran birindar kir û êdî nema dikare wan birîna derman bike. Her wiha nikare birînê xwe jî derman bike, ji ber ku birînê wî girantir û bêçaretir e; wî jenosîda gelan û baweriyan ji xwe re kir armanc, ev sûcekî gelek giran e û ji vêna re lêborîn nabe.

Jixwe li Heftenînê û Garê derbeyên mezin xwarin. Li goreyî, bi giştî daxwuyaniyan, ew ê di vê êrêşa gelek berfireh û bi hêza giran li Başûr û bi taybetî li ser Qadên Parastina Medya dide meşandin jî, derbeyê mezintir bixwe. Jixwe tê pêşbînîkirin ku ev êrîşa wan a dawîyê, ya mannemanê ye!

Li gel ku hemû kevneperestiya cîhanê û ya kurdî jî piştgriyê didê, heta nuha ew serkeftina ku dixwest bi dest nexistiye. Ji ber ku berxwedanek lehengî ya dîrokî li dijî wan tê kirin. Her wiha, çendîn ne li goreyî tê xwestin be jî, hilwestek ji berê xurtir a gelê Kurdistanê û dostên xwe yên navnetewayî jî bi giştî heye.

Bêgûman ev faşizma AKP-MHP’ê, êdî nikare xwe ragire; zû-dereng her dişkê/dirûxe. Hilbet ji bo serkeftinek nêztir û mezintir, piştgriyek xurtir û berfirehtir a neteweyî û navneteweyî divê.