“Ew rêberê azadî, mirovahî û wekheviyê ye”

60

Şivan XELÎL/ Qamişlo

Şêneyên Qamişlo: Bi  tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, dagirker dixwazin vîna gelê Kurd têk bibin. Ji ber ku gelê Kurd û gelên cîhanê yên bindest fikir û felsefeya Rêber Apo esas digrin û xwe bi vê yekê xwedî vîn dikin.

Derbarê siyaseta dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan welatiyên bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

Mamosteya zimanê Kurdî Hesîna Elî bibîr anî ku ev zêdeyî 20 salî ne, ku Rêber Abdullah Ocalan di zindana dewleta Tirk de dîlgîrtî û wiha domand: “Dewleta Tirk a faşîst derfetê nadin parêzer û malbata rêbertî ku hevdîtinê bi wî re pêk bînin. Ev yek jî li beramberî çavên cîhanê û qaşo kesên ku banga mafên mirovan dikin, tê kirin. Em vê yekê şermezar dikin. Beriya demekê jî birayê Rêbertî, Mihemed Ocalan bi rêya telefonê pêwendî pêre kir û ev jî nayê qebûl kirin. Em dixwazin hevdîtineke rewa bi Rêber Ocalan re bê kirin û rewşa wî were aramîkirin, rewşa tenduristiya wî jî were zelalkirin.”

Hesîna Elî destnîşan kir, ku deshilat ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Ji ber serokê me serokekî navneteweyî ye, banga neteweya demokratîk dike û armanca wî jî ewe ku gelekî azad ava bike. Lewra dîl girtîn, ku fikr û felsefeya wî belav ne be. Lê wa nikarî vê yekê bi ser bêxin. Ji ber Rêber Abdullah Ocalan tene weke fîzîkî girtiye, fikr û felsefeya wî azade. Li tevahî cîhanê û li Rojhilata Navîn fîkrê wî belav bûye. Em bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û yên banga mafên mirovan dikin ku di demeke nêz de hevdîtin bi serokê me re were kirin, rewşa wî zelal bibe û azad bibe. Ji ber ew serokekî azadî, mirovahî û wekheviyê ye.”

“DEWLETA TİRKÎ DİXWAZE Dİ ŞEXSÊ RÊBER APO DE, Bİ FAŞÎZMÊ MİROVAHİYÊ TÛNE BİKE”

Her wiha Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Qamişlo Mesûd Ferhan wiha axivî: “Em dizanin ku tecrîda li ser Rêber APO ferz dikin, berdewamiya komploya navneteweyî ye. Rêberekî weke Abdullah Ocalan ku ji bo tevahî mirovahiyê dixebite û têdikoşe, nabe dîlgîrtiyê faşîzmê be.”

Mesûd Ferhan dîyarkir, ku dewleta Tirkî dixwaze di şexsê Rêber Apo de, bi faşîzmê mirovahiyê tûne bike. Bi vê yekê dixwaze metirsiyan di nava gelê Kurd de ava bike û îradeya wî bişkêne. Herwiha têkiliyên xurt, yên di navbera gel û Rêberê wê de qut bikin û moralên wan lewaz bikin. Gelê me jî divê bersiva vê yekê bide û rojane dakevin qadan; çalakî û xwepêşandana lidar bêxin. Heta azadiya Rêber APO em bidest nexin, divê em li ser piyan bin. Divê dewletên navneteweyî jî derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan bêdeng nemînin, erka xwe pêk bînin. Em bêdengiya wan şermezar dikin.”