“Ev êriş ji bo tinekirina destkeftiyên gelan û jinê ne”

86

Leylan RESO/Qamişlo

Li seranserî Kurdistanê û çiyayên berxwedanê ku şoreşê pênase dikin, bê navber êriş li ser tên kirin. Li ser vê yekê Leyla Îbrahîm destnîşan kir, ku armanca sereke ya Tirkiyê ji van êrişan, qirkirina gelê Kurd e. Herwiha got, ku êrişên tên kirin ne tenê li ser PKKê ne, êriş li ser tevayiya gelê Kurd e. Ji ber ku tekoşîna PKKê bi fikir û felsefeya Serok Apo hatiye avakirin û destkeftiyên jin û gelê kurd jî li ser haman fikrê hatîne bi destxistin.

“GELÊ ŞINGAL HER DEM DI NAVA PARASTINA XWE DE YE

Têkildarê mijarê, hevseroka Mala Êzîdiyan ya Herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm Mehmo bal kişand li ser êrişên Şingalê û wiha got: “Planên ku li ser Şingalê tên kirin ne ji nûve ne, bi sed salan e. Bexda û Hewlêr bi alîkariya dewleta Tirkî van pilanan li ser xelkê Şingalê dimeşînin. Armanca wan qirkirina xelkê Êzîdî ye. Lê çiqas êriş bi ser gelê Şingalê de bên ,ew her tim li ber xwe didin. Xelkê Şingalê ne yê 2014an e, ew  niha bûne xwedî hêz.”

“HERÊMA METÎNA XETA DERBASBÛNA QENDÎLÊ YE”

Leyla diyar kir ku Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û dewleta dagîrker hewl dide bi avakirina baregehên serbazî, tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike û wiha pêda çû: “Herêma Metîna girîng e. Armanca dewleta Tirkî ewe ku li ser vê yekê li Sûriyê jî baregehên xwe ava bikin û deverê dagir bikin. Herwiha ev herême xeta derbasbûna Qendîlê ye û dixwazin vê xetê jî dagîr bikin.”

DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYAYÎ BÊ DENG E

Leyla Mehmo di nava axaftina xwe de bang kir, ku divê gelê kurd ji komployên ku li dijî vîna wê têne plankirin hişyar be û wiha pêda çû : “Hikumeta faşîst ya Tirkiyê her dem li dijî vîna gelan, siyaseta xwe ya dijminanî dike. Bi çekan înkara hebûna gelan dike û hişmendiya qirkirina galan dewam dike. Êrişên wê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên kîmyayî pêk tine, ku ev dewlete endamê NATO ye! Li hemberî van êrişan bêdengî ya dewletên navneteweyî bi guman e. Ji vê zêdetir jî, li hemberî berxwedana gelê me yên ku bi xaka xwe ve girêdayî, hemû cureyên çekan, ku di nava dewletên navneteweyî de qedexe ne tên bi karanîn û liberanberî vê yekê bêdengî heye. Lê belê hêjayê bîranînê ye, ku li Garê û herêmên din, li hemberî van êrişan berxwedana HPH û YJAStar bi lehengî dagirker bin xistin. Em bang li gelên xwe û tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li dijî vê dagirkeriyê bisekinin û em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin ku bi erka xwe rabin, ta ku parastina sînoran ji xeteriya armancên qirêj yên dewleta Tirkî derkeve.”