“Emê Tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin”

53

Jiyan BOZO/Qamişlo

Peyama dayikan jî gerîlayên ‘berxwedana Zagrosêre’: Di nava wê zilm û zorê de we serî dananî. Em jî li dû şopa we ne; heta şkandina tecrîdê û azadkirina rêbertiya xwe, emê jî di nava têkoşînê de bin.

“RÊBER APO HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE”

Welatiya bajarê Amûdê Şîrîn Yûsiv Xelîl derbarê tecrîda  li ser Rêber Apo wiha axivî: “Rêber APO hebûn û nasnameya me ye. Armanca dewleta Tirk ji tecrîdê, tinekirina azadî û vîna me ye. Rêber APO ne rêberê gelê Kurd tenê ye, xwediyê projeya Neteweya demokratîk û afrînerê jiyana azad û hevbeş li Kurdistan û Rojhilat Navî tevê ye. Azadiya Rêber APO azadiya me jinan e. Em xwediyên vê şoreşê ne û deyndarên rêbertiya xwe ne. Heta em vê tecrîdê bişkînin emê li ser piyan bin û tekoşîna xwe xurttir bikin. Li ser vê bingehê banga min, ji jinan tevan re heye. Rêber APO em bi îrade û xwedîmaf kirin. Divê em jî li keda wî xwedî derkevin, tecrîdê bişkînin û rêbertiya xwe azad bikin.”

“BERXWEDANA WAN LEHENGAN SILAV DIKIM”

Edîba Mihemed Elî ya dayîka gerîleya YJAStar’ê têkildarî tecerîda girankirî û êrişên dewleta Tirkî a dagîrker li ser herêmên parastina medya ev nirxandin kirin: “Di serî de em vê tecrîdê şermezar dikin. Di van salên dawiyê de dewleta tirkî ya dagîrker tecrîda li ser rêbertiya me girantir dike. Ji sala 2019an ve ne parêzeran hevdîtin pê re kiriye, ne jî malbatê. Ji ber wê, ji 25ê Adarê ve fikarên me zêdebûn e. Çimkî hêrsa rêber Apo di asta herî jor de bû. Gelo li Îmralî çi dibe? Dixwazin vîna me bişkînin, lê em ne ew Kurdên berê ne ku em ji wan re serî daynin. Ji bo azadiya serokatiya xwe em amadene ku canê xwe jî bidin.”

Edîba Mihemed Elî  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişên li ser herêmên parastina medya berdewamiya heman tecrîdê ye. Dewleta tirkî bû ye gûrê nav pez, êrişî her derê dike û ji xwîn têr na be. Lê ew nizane ku zarokên me xwediyê vê xakê ne, ji ber wê jî ti carî ji wan re serî danayînin. Ez ji dil berxwedana wan lehengan silav dikim û ji wan re wiha dibêjim: Di nava wê zilm û zorê de we serî dananî. Em jî li dû şopa we ne û heta şkandina tecrîdê û azadkirina rêbertiya xwe emê di nava têkoşînê de bin.”