Dîdara Rojava ya  huner û şêwekariyê li bajarê Tebqa dest pê kiriye

65

Navenda Nûçeyan\Qamişlo

Bi durişma”Hemrengiya me jêdera bedewî û hêza me ye, em bi hevre hunerê bikin buhara dilan” Desteya Çand û Huner ya bakur û rojhilatê Sûrî dîdara Rojava ya huner û şêwekariyê  ya sisiyan li bajarê Tebqa li dar xist.

Dîdar bi deqeyekê li ser giyanê şehîdan hat lidarxistin. Herwiha hevserokê meclisa pêkanînê ya bajarê Tebqa Ebdilezîz Esker, hevsroka desteya çand û huner Ronahî Hesen û endamê kome amadekar Ekrem Tanî li ser vekirina dîdarê axivîn

Bernameya dîdarê wiha ye:

Ji 6 heta 11ê Gulana 2021 li kafîtîrya Şemis ya bajarê Tebqa vekirina dîdarê ye.

Sempozyom bi awayekî fermî seat 11 dest pê dike.

Ji 18 heta 31 Gulanê li navenda Mihemed Şêxo seat 11 pêşengeha salane ya pêncan wê were lidarxistin.

Herwiha rojên 18, 19 û 20ê Gulanê wê semîner werin dayîn.

Ahenga dawî roja Înê 21ê Gulanê ye.

160 hunermed tevlî dîdarê bûne.

Hunermend Sebah Elî ku ew jî yek ji hurmendên ku tevlî dîdarê bûne ji me re wiha axivî;”Ev cara yekê ye ku ez tevlî dîdareke wiha dibim. Xweşikbûneke vê dîdarê ewe ku em li kafîteryakê li ser ava Firatê kar dikin û hunermend ji hemî pêkhatiyên bakur û rojhilatê Sûrî tevlî dîdarê bûne. Wêneya ku ez çêdikim li ser jinê ye. Spasiya kome amadekar dikim û bi hêvî me her sal ev dîdar dewam bike”